[1] Gorîgeha bona bixûr şewitandinê ji dara darcêwîyê çêkî.
[2] Dirêjayîya wê zendek, berayîya wê zendek, bira ew çar goşe be, bilindayîya wê du zend be, stirûyêd wê ji wê bin.
[3] Jora wê, dora wê û stirûyêd wê bi zêr'ê xalis zêr' kî û dora lêva wê t'oqekî zêr'în bavêjêyî.
[4] Du xelaqêd zêr'în bona wê çêkî. Wana bavêjî her du alîya binê t'oqva her du k'êlekava, wekî gava wê hildin cî hebin ku destûya têr'a derbaz kin.
[5] Destûya ji dara darcêwîyê çêkî û wan zêr' kî.
[6] Wê daynî li ber wê p'er'da ku ber Sindoqa Şe'detîyê ye, pêşberî qalp'axê baxşandinêyî ser Şe'detîyê, wê dera ku ezê r'astî te bêm.
[7] Û bira Harûn li ser wê bixûra bînxweş agirşewatî ke. Her serê sibehê gava ç'ira saz ke bixûrê agirşewatî ke.
[8] Gava Harûn berê êvarê ç'ira vêxe û dayne ser şemdanê, bira bixûrê agirşewatî ke, wekî li nava nisilêd weda her t'im li ber Xudan bixûr hebe.
[9] Li ser wê, bixûra başqe, yan dîyarîya t'evayîşewatê, yan dîyarîya nanîye din nedin, ne jî dîyarîya serdakirinê ser wêda kin.
[10] Harûn salê carekê li ser stirûyêd gorîgehê gunek'ewandinê bike. Pê xûna qurbana bona gunek'ewandinê, salê carekê li ser wê gunek'ewandinê bike. Bira ev yek nava nisilêd weda bêne kirinê. Gorîgeh ya here pîroz e bona Xudan».
[11] Xudan t'evî Mûsa xeber da û gotê:
[12] «Gava tu zar'êd Îsraêl bijmirî û h'esabê wan zanibî, bira hingê her yek ji ber nefsa xweva heq bide Xudan, wekî bela neyê serê wan çaxê ku tu wan bijmirî.
[13] Ev e ku gerekê ewana bidin, k'îjanê ku derbaz dibe tê jimarê, anegorî şêkilê pîrozgehê ku bîst gêr e, nîv şêkil zîv bira bide. Eva nîv şêkilê dîyarîya Xudan e.
[14] Her kesê bîst salî û jor ku derbaz be bê jimarê, bira vê dîyarîyê bide Xudan.
[15] Gava hûn ber nefsa xweva bona gunek'ewandinê dîyarîyê bidine Xudan, bira ne yê dewletî ji nîv şêkilî zêdetir bide û ne jî yê k'esîb kêm bide.
[16] Zîvê gunek'ewandinê ji zar'êd Îsraêl hildî û bidî bona xizmetk'arîya Konê Civînê. Evê li ber Xudan bibe bîranîna zar'êd Îsraêl, bona gunek'ewandina nefsêd wan.
[17] Xudan t'ev Mûsa xeberda û gotê:
[18] «Usa jî ji sifir t'eştekê bona ava şûştin-veşûştinê çêkî. Bira bingeha wê jî ji sifir be, wê daynî li navbera Konê Civînê û gorîgehê, avê dagirî.
[19] Bira Harûn û kur'êd xweva dest û p'îyêd xwe ji wê bişon.
[20] Gava ew bik'evine Konê Civînê yan bona xizmetk'arîyê nêzîkî gorîgehê bin, awa gotî dîyarîya şewatê bidine Xudan, bira pê avê xwe bişon ku nemirin.
[21] Bi vî awayî dest û p'îyêd xwe bira bişon wekî nemirin. Bira ev yeka bona wan bibe qanûna h'eta-h'etayê, hin bona wî, hin jî bona zur'eta wî li nav h'emû nisilêd wanda».
[22] Xudan t'evî Mûsa xeber da û gotê:
[23] «Lê tu xwer'a biharetêd here r'ind hildî, pênsid şêkil zimirê nû, qasî nîvê wî, awa gotî dusid pêncî şêkil darçîna bînxweş û dusid pêncî şêkil jî qamîşê bînxweş,
[24] dusid pêncî şêkil kasîya anegorî şêkilê pîrozgehê û hînek r'ûnê zeyt'ûnê.
[25] Ji van bi pisportî t'evdayî r'ûnekî r'ûnkirinêyî pîroz çêkî, ew bibe r'ûnê r'ûnkirinêyî pîroz.
[26] Bi wî van tişta r'ûn kî: Konê Civînê, Sindoqa Şe'detîyê,
[27] t'ext h'emû derdanêd wêva, şemdan hacetava, gorîgeha bixûrê,
[28] gorîgeha t'evayîşewatê h'emû hacetêd wê, t'eşt û bingeha wê.
[29] Wan pîroz kî, ku bibine yêd here pîroz. Çi ku wan k'eve wê pîroz be.
[30] Harûn û kur'êd wî r'ûn kî û wan buhurtî-jibare kî, wekî minr'a k'ahîntîyê bikin.
[31] T'evî zar'êd Îsraêl xeberdî û bêjî: Evê li nava nisilêd weda minr'a bibe r'ûnê pîrozî bona r'ûnkirinê.
[32] Ew gerekê li ser bedena her merivîda neyê r'êtinê û ne jî mîna cûr'ê wê bê t'evdayîn, ev pîroz e, bira wer'a jî pîroz be.
[33] K'ê ku bi cûr'ê wê t'evdayne, yan jî wê li ser nek'ahînekîda ke, wê ji nava cime'ta xweda bê r'aqetandinê».
[34] Xudan gote Mûsa: «Xwer'a biharetêd bînxweş hildî, awa gotî şîrêza darê, qaxikêd be'rê, tûzika melh'emê û bixûra e'rebîye xalis, bira k'aşê h'emûya yek be.
[35] Vana bi pisportî t'evdayî bixûreke lêdayîye xalis û pîroz çêkî.
[36] Ji vê hinekî hildî hûr-hûr bik'utî û li ber Şe'detîyê, Konê Civînêda daynî, wê dera ku ezê r'astî te bêm. Ev bixûrê bona we ya here pîroz be.
[37] Ew bixûra ku tê anegorî t'evdayîna wê çêkî, mîna wê xwer'a çênekin, bira ew bona te pîroz be li ber Xudan.
[38] K'ê ku bona bînhildanê anegorî wê xwer'a t'evdayne çêke, ew ji nav cime'ta xwe bê r'aqetandinê».