[1] Hingê Xudan gote Mûsa: «Her'e cem Firewin, çimkî min dilê wî û dilê xulamêd wî kire kevir, wekî van nîşanêd xwe nav wanda bikim
[2] û wekî tu zar'ê xwer'a û zar'êd zar'ê xwer'a gilî kî, ku min pê kirêd xwe misirî çawa kirin pêk'enî û çi nîşan min kirin, ku hûn bizanibin ez Xudan im».
[3] Mûsa û Harûn çûne cem Firewin û gotine wî: «Xudan Xwedêyê îbranîya aha dibêje: H'eta k'engê tê nexwazî ber min xwe bişkênî? Cime'ta min ber'de ku xulamtîya min bike.
[4] Lê heger tu nexwezî cime'ta min ber'dî, va ye ezê sibê kulîya bişînime li ser t'opraxa te,
[5] ewê r'ûyê e'rdê usa bigirin, ku e'rdê îdî neyê k'ifşê çi jî pey teyrokêr'a bona we maye wê bixwin û usa jî h'emû darêd e'rdê weda ye şînbûyî wê bixwin.
[6] Ewê malêd te, malê xulamêd te û malêd h'emû misirîya t'ijî bin, wekî ne bavêd te, ne jî bavê bavêd te ji r'oja r'ûbarî dinê k'etine h'eta niha tiştê usa nedîtine». Û pişta xwe dayê ji cem Firewin derk'et.
[7] Xulamêd Firewin gotine wî: «H'eta k'engê evê bibe bela serê me, van mêrêd wan ber'de bira Xudan Xwedêyê xwer'a xulamtîyê bikin. Gelo tu hê nabînî ku Misir wêran bû?»
[8] Mûsa û Harûn veger'andine cem Firewin û ewî gote wan: «Her'in Xudan Xwedêyê xwer'a xulamtîyê bikin. Lê k'î û k'ê wê her'in?»
[9] Mûsa gotê: «Emê bi biç'ûk û mezinêd xweva her'in, kur' û qîzêd xweva, pez û dewarêd xweva her'in, çimkî bona me cejina Xudan e».
[10] Firewin gote wan: «Heger ez destûra we û jin-zar'êd we bidim bira Xudan t'evî we be. Lê vê yekê bizanibin ku dilê we qelp e.
[11] Na, xêr! Hûn mêr t'enê her'in xulamtîyê Xudanr'a bikin, ne we ew yek dixwest?» Û berî wan dan ji cem Firewin derxistin.
[12] Xudan gote Mûsa: «Destê xwe dirêjî ser welatê Misirê ke, bira kulî r'abine li ser welatê Misirê û h'emû gîhayê e'rdê, çi ku pey teyrokêr'a maye bixwin».
[13] Mûsa şivdara xwe dirêjî ser welatê Misirê kir û Xudan t'emamîya wê r'ojê û t'emamîya wê şevê, bayê r'ohilatê r'akir. Serê sibehê bayê r'ohilatê kulî anîn.
[14] Û kulîya t'emamîya welatê Misirê girt û li ser t'emamîya t'opraxa Misirê bêh'esab danîn, usa ku ne berî vê yekê haqas kulî hebûne û ne jî pey vêr'a.
[15] Kulîya t'emamîya r'ûyê e'rdê girt û welat bû te'rî, h'emû şînaya e'rdê û berêd daraye ku pey teyrokêr'a mabûn xwarin. T'emamîya welatê Misirêda t'u tiştê şîn li ser dara û k'ola ne ma.
[16] Hingê Firewin lez gazî Mûsa û Harûn kir û got: «Min hindava Xudan Xwedêyê weda û hindava weda gune kir,
[17] niha hîvî dikim, t'enê vê carê gunê min bibaxşîne û r'eca ji Xudan Xwedêyê xwe bikin, t'enê vê mirinê bira ji ser min hilde».
[18] Ew ji cem Firewin derk'et û r'eca ji Xudan kir.
[19] Xudan ba veger'and, bakî r'oavayêyî qayîm r'akir û bê ew kulî ajotin kirine Be'ra Sor. T'emamîya t'opraxa Misirêda kulîk ne ma.
[20] Lê Xudan dilê Firewin kire kevir û ewî zar'êd Îsraêl ber'nedan.
[21] Hingê Xudan gote Mûsa: «Destê xwe berbi e'zmên dirêj ke, wekî li ser welatê Misirê bibe şever'eşeke destdayînê».
[22] Mûsa destê xwe berbi e'zmên dirêj kir û sê r'oja li ser t'emamîya welatê Misirê bû şever'eşeke te'rî.
[23] Kesekî hevdu nedidît û sê r'oja qet yek ji cîyê xwe r'anebû, lê cîyêd ku h'emû zar'êd Îsraêl diman r'onayî hebû.
[24] Hingê Firewin gazî Mûsa kir û gotê: «Her'in Xudan bih'ebînin, lê t'enê bira pez û dewarêd we bimînin, jin-zar'êd we jî bira t'ev we bên».
[25] Mûsa got: «Gerekê tu qurban û dîyarîyêd t'evayîşewatê jî bidî destê me, ku em bidine Xudan Xwedêyê xwe.
[26] Emê h'eywanêd xwe jî t'ev xwe bibin, qet simek jî gere nemîne, çimkî bona Xudan Xwedêyê xwer'a xulamtî kirinê, em gerekê ji wan hildin. H'eta em neçine wir, em nizanin emê bi çi Xudanr'a xulamtîyê bikin».
[27] Lê Xudan dilê Firewin kire kevir û wî nexwest ku wan ber'de.
[28] Û Firewin gote Mûsa: «Ji cem min her'e! Haş xwe hebe ku careke din r'ûyê min r'ûyê te nek'eve, çimkî wê r'oja ku r'ûyê min r'ûyê te k'eve, tê bimirî».
[29] Hingê Mûsa got: «Te r'ast got, îdî t'u car r'ûyê te r'ûyê min nak'eve».