[1] Gava cime'tê dîna xwe dayê ku Mûsa derengî dik'eve ji ser ç'îyê nayê xarê, hingê cime't t'opî cem Harûn bû û gote wî: «R'abe mer'a xwedêya çêke, ku pêşîya me k'evin, çimkî ew Mûsayê meriv, yê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî».
[2] Harûn gote wan: «Guharêd zêr'e ku guhêd jinêd we, kur'êd we û qîzêd weda ne, derxin û bînine cem min».
[3] Û t'emamîya cime'tê guharêd guhêd xweda ye zêr' derxistin û anîne cem Harûn.
[4] Harûn ew ji destê wan hildan, qav k'oland cûr'e dayê û golikek r'o kir. Gotin: «Ev e xwedêyê te Îsraêl! Yê ku tu ji welatê Misirê derxistî».
[5] Gava Harûn ev yek dît, ber wî gorîgehek çêkir. Harûn kire gazî û got: «Sibê cejina Xudan e».
[6] R'oja din serê sibehê zû r'abûn dîyarîyêd t'evayîşewatê dan û dîyarîyêd heleqetîyê anîn, cime'tê r'ûnişt xwar, vexwar û r'abûn namûsa hevr'a lîstin.
[7] Hingê Xudan gote Mûsa: «Peya be her'e, çimkî cime'ta teye ku te ji welatê Misirê derxist ji r'ê şih'itî.
[8] Evana usa zû ji wê r'îyê şih'itîn, ya ku min t'emî dabû wan. Bona xwe golikek r'o kirin, ew h'ebandin, wîr'a qurban dan û gotin: Ev e xwedê te Îsraêl! Yê ku tu ji welatê Misirê derxistî».
[9] Xudan gote Mûsa: «Min dîna xwe da vê cime'tê, va ye ew cime'teke serh'işk e.
[10] Niha bihêle ku ez hêrsa xwe li ser vanda bir'êjim, qir'a van bînim. Lê ez te bikime miletekî mezin».
[11] Lê Mûsa xwe avîte Xudan Xwedêyê xwe û got: «Ya Xudan çima hêrsa te li ser cime'ta te r'abe, ya ku te ji welatê Misirê bi qewata mezin û bi destê zor derxist?
[12] Çima misirî bikin gilî û bêjin: Bona xirabîyê ew derxistin, ku serê ç'îya wan bikuje û r'ûberî dinê wan nehêle? Ji alava hêrsa xwe veger'e û vê belayê ji ser cime'ta xwe paşda hilde.
[13] Xulamêd xwe Birahîm, Îshaq û Îsraêl bîr bîne, k'îjanar'a te pê nefsa xwe sond xwar û gote wan: Ezê zur'eta we qasî steyrkêd e'zman li hev zêde kim û t'emamîya vî e'rdî, bona k'îjanî min got ezê bidime zur'etêd we û ewê wanr'a bibe milk'ê h'eta-h'etayê».
[14] Hingê Xudan gotina xwe guhast û bela ku gotibû neanî serê cime'ta xwe.
[15] Mûsa veger'îya û ji ç'îyê hate xarê, her du selêd Şe'detîyê jî destêd wîda bûn. Ser her du alîya jî nivîsar bûn, hin vî alîyî hin jî wî alîyî nivîsar bûn.
[16] Sel şixulê destê Xwedê bûn û nivîsara ser jî nivîsara Xwedê bû li ser sela k'olandî.
[17] Gava Yêşû dengê qar'e-qar'a cime'tê bihîst, gote Mûsa: « Dengê şêr' ji zomê tê».
[18] Mûsa gotê: «Ev ne dengê qar'e-qar'a serk'etîya ye, ne jî dengê qar'e-qar'a yêd dane der, lê ez dengê hevr'a lîstinê dibihêm».
[19] Gava Mûsa nêzîkî zomê bû, ç'e'v golikê û r'eqasê k'et, hêrsa wî r'abû, ew selêd destêd xweda avîtin û binat'ara ç'îyêda hûrdexweşî kirin.
[20] Golika wane çêkirî hilda agirda h'eland, hûr-hûrî kir kire t'oz r'eşande ser avê û zar'êd Îsraêl dane vexwarinê.
[21] Mûsa gote Harûn: «Evê cime'tê çi te kir, ku te ev guneyê mezin anî ser wan?»
[22] Harûn gotê: «Bira xweyê min hêrs nek'eve. Tu vê cime'tê nas dikî, ew xirabîyêr'a hazir in.
[23] Gotine min: Mer'a xwedêya çêke ku pêşîya me k'evin, çimkî ew Mûsayê meriv ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî.
[24] Min jî gote wan: Zêr'ê k'ê heye bira derxe. Wan dane min, min jî ew avîtine li nav êgir ev golika derk'et».
[25] Mûsa dîna xwe dayê ku cime'tê h'ewla xwe ji dewlê avîtîye, wê li ber dijminêd xwe bibine r'obet, (çimkî Harûn îzin dabû ku wana h'ewla xwe ji dewlê avîtibûn).
[26] Hingê Mûsa ber dergehê zomê sekinî û got: «K'ê alîyê Xudan e, bira bê cem min!» H'emû zar'êd Lêwî civîyane cem wî.
[27] Û gote wan: «Xudan Xwedêyê Îsraêl aha dibêje: Bira her meriv şûrê xwe girêde, zomêda ji dergeh h'eta dergeh her'in werin, her meriv birê xwe, her meriv hevalê xwe, her meriv cînarê xwe bikuje».
[28] Zar'êd Lêwî weke gotina Mûsa kirin, wê r'ojê ji cime'tê sê h'ezar meriv k'etin.
[29] Mûsa got: «Îro we bona xizmetk'arîya Xudan xwe bi kuştina kur'ê xwe û birê xwe buhurtî-jibare kir. Lema îro duayê li ser weda bê».
[30] R'oja dinê Mûsa gote cime'tê: «We gunekî mezin kirîye. Va ye ezê hilk'işime cem Xudan, belkî bikaribim k'ewandinê ji ber gunêd weva bidim kirinê».
[31] Mûsa veger'îya cem Xudan û gotê: «Belê! Evê cime'tê gunekî mezin kir xwer'a xwedêkî zêr'în çêkir.
[32] Niha ez r'eca dikim gunê wan bibaxşîne! Lê heger na, hîvî dikim navê min ji k'itêba xweye nivîsar r'esît ke».
[33] Xudan gote Mûsa: «K'ê li ber min gune kirîye, ezê wî ji k'itêba xwe r'esît kim.
[34] Lê niha tu her'e cime'tê bibe wî cîyê ku min ter'a got. Va ye milyak'etê minê pêşîya teva her'e, lê r'oja ceza ezê bona gunê wan, wan ceza kim».
[35] Û Xudan cime'tê xist bona wê golika wane çêkirî, ya ku Harûn çêkir.