Derk'etin 5
[1] Pey haqas tiştr'a Mûsa û Harûn çûne cem Firewin û gotinê: «Xudan Xwedêyê Îsraêl aha dibêje: Îzina cime'ta min bide ku ber'îyêda minr'a cejinê bikin».
[2] Firewin got: «Xudan k'î ye ku ez gur'a gotina wî bikim û îzina Îsraêl bidim? Ez Xudan nas nakim û îzina Îsraêl jî nadim».
[3] Wana gotê: «Xwedêyê îbranîya meva xuya bû. Îzina te hebe em r'îya sê r'oja her'ine ber'îyê û Xudan Xwedêyê xwer'a qurbanê bidin, ku nebe ew bi nexweşîya h'al yan şûr qir'a me bîne».
[4] P'adşê Misirê gote wan: «Mûsa û Harûn, hûn çima cime'tê ji xebata wan paş dêxin? Her'ine ser borcê xwe».
[5] Firewin got: «Va ye niha cime'ta welêt gelek e, lê hûn nahêlin ku ew borcê xwe biqedînin».
[6] Hema wê r'ojê Firewin kire ser serwêr û serk'arêd cime'tê, got:
[7] «Mîna her gav bona k'elpîç' çêkirinê kayê nedine cime'tê, bira ewana xwexa her'in û xwer'a kayê t'op kin.
[8] H'esabê k'elpîç'a ji ser wan kêm nekin, haqasî jî ji wan bixwazin, çiqas wan her gav çêdikirin, çimkî ewe xwer'anedîtî ne, lema dikine qar'în û dibêjin: Em her'in qurbanê Xwedêyê xwer'a bidin.
[9] Bira şixul li ser van meriva giran be, ku xebatêva gîro bin û pey gotinêd derew nek'evin».
[10] Serwêr û serk'arêd cime'tê derk'etin cime'têr'a xeberdan û gotin: «Firewin aha dibêje: Ez kayê nadime we,
[11] hûn xwexa her'in ji k'u dixwazin xwer'a kayê destxin, lê ji şixulêd we tiştek jê kêm nebe».
[12] Hingê cime't li t'emamîya welatê Misirê bela bû, dewsa kayê xozan t'op kir.
[13] Serwêra p'êyî li ser wan dikirin digotin: «Xebata xweye her r'oj usa biqedînin, çawa hingê ku kaya we hebû».
[14] K'arkerêd Firewin serk'arêd ser zar'êd Îsraêl k'ifşkirî k'utan û gotin: «We çima duhu û îro h'esabê k'elpîç'a mîna her gav t'emam nekirîye?»
[15] Serk'arêd zar'êd Îsraêl hatine cem Firewin gazinê xwe kirin û gotinê: «Tu çima usa serê xulamêd xwe dikî?
[16] Kayê nadine xulamêd te, lê mer'a dibêjin: K'elpîç'a çêkin! Va ye em hatine k'utanê, lê neheqî alîyê cime'ta teda ye».
[17] Lê ewî got: «Hûn xwer'anedîtî ne! Xwer'anedîtî! Lema dibêjin: Em her'in Xudanr'a qurbanê bidin.
[18] De niha her'in û bixebitin, kayê wer'a neyê dayînê, lê h'esabê k'elpîç'a wê ji we bê xwestinê».
[19] Hingê serk'arêd zar'êd Îsraêl xwe oxirmê giranda dîtin gava hate gotinê: «H'esabê k'elpîç'aye ku her r'oj ji we tê xwestinê kêm nekin».
[20] Gava ew ji cem Firewin derk'etin, r'astî Mûsa û Harûn hatin ku ew hîvîya wan bûn
[21] û gotine wan: «Bira Xwedê ser weda binihêr'e û dîwana we bike, wekî we em ber ç'e'vê Firewin û xulamêd wî r'eş kirin û şûr jî da destê wan ku me bikujin».
[22] Hingê Mûsa veger'îya cem Xudan û got: «Ya Xweyê min! Te çima ev cime'ta avîte nava oxirmêd giran? Te bona çi ez şandim?
[23] Çimkî wê hingêva, gava ez hatime cem Firewin û pê navê te xeber daye, ew xirabîyê vê cime'tê dike, lê belê te cime'ta xwe xilaz nekir».