Derk'etin 8
[1] Xudan gote Mûsa: «Her'e cem Firewin û bêje wî: Xudan aha dibêje: Cime'ta min ber'de ku xulamtîya min bike.
[2] Lê heger tu nexwezî ber'dî, va ye ezê pê beqa t'emamîya t'opraxêd te xim.
[3] Ç'emê beqava bik'imk'ime û ewê r'abin bik'evine mala te, oda teye r'azanê, nivîna te, malêd xulamêd te, nava cime'ta te, tendûrêd te û şkeva teye hevîr.
[4] Û beqê r'abine li ser te, li ser cime'ta te û li ser h'emû xulamêd te».
[5] Hingê Xudan gote Mûsa: «Bêje Harûn: Destê xwe şivdarêva dirêjî li ser ç'ema, cewa û gola ke û li ser welatê Misirê, beqa derxe».
[6] Û Harûn destê xwe dirêjî li ser avêd Misirê kir. Beq derk'etin û welatê Misirê nixamtin.
[7] Sêrbaza jî bi sêrbazîya xwe usa kirin û li ser welatê Misirê beq derxistin.
[8] Firewin gazî Mûsa û Harûn kir û got: «R'eca ji Xudan bikin, ku beqa ji min û ji cime'ta min dûr xe û ezê cime'tê ber'dim ku Xudanr'a qurbanê bidin».
[9] Hingê Mûsa gote Firewin: «Tu xwexa minr'a we'de k'ifş ke, ez k'engê bona te, bona xulamêd te û bona cime'ta te r'eca bikim, ku beq ji te û ji malêd te unda bin, t'enê ewê ç'êmda bimînin».
[10] Û ewî got: «Sibê». Mûsa got: «Bira weke gotina te be! Ku tu bizanibî, yekî mîna Xudan Xwedêyê me t'une.
[11] Beqê ji te, ji malêd te, ji xulamêd te û ji cime'ta te wê dûr k'evin, t'enê ç'êmda wê bimînin».
[12] Mûsa û Harûn ji cem Firewin derk'etin û Mûsa bona wan beqa, k'îjan ku Xudan anîbûne ser Firewin gazî Xudan kir.
[13] Xudan weke gotina Mûsa kir, û beqêd malada, h'ewşada û k'ewşenada h'işk bûn.
[14] Ew k'om-k'om t'op kirin û bîn k'ete welêt.
[15] Lê gava Firewin dîna xwe dayê ku r'ih'etî k'etê, dilê xwe kire kevir û gur'a wan nekir, çawa ku Xudan gotibû.
[16] Hingê Xudan gote Mûsa: «Bêje Harûn: Bira şivdara xwe dirêj ke t'oza e'rdê xe, ku ew li ser t'emamîya welatê Misirê bibe k'ermêş».
[17] Û usa kirin. Harûn destê xwe şivdara xweva dirêj kir, t'oza e'rdê xist û k'ermêş li ser meriva û h'eywên r'abûn. Li ser t'emamîya welatê Misirê h'emû t'oza e'rdê bû k'ermêş.
[18] Sêrbaza jî bi sêrbazîyêd xwe kirin ku k'ermêşa derxin, lê nikaribûn. Û awa li ser meriva û h'eywên k'ermêş bûn.
[19] Sêrbaza gote Firewin: «Eva t'ilîya Xwedê ye». Lê dilê Firewin bû kevir û gur'a wan nekir, çawa ku Xudan gotibû.
[20] Xudan gote Mûsa: «Serê sibehê zû r'abe her'e li ber Firewin bisekine. Va ye ewê berbi avê her'e û bêje wî: Xudan aha dibêje: Cime'ta min ber'de ku xulamtîya min bike.
[21] Lê heger tu cime'ta min ber'nedî, awa ezê li ser te, li ser xulamêd te, li ser cime'ta te û li ser malêd te p'er'anîya mêş-moza bişînim û malêd misirîya bi p'er'anîya mêş-mozava wê t'ijî bin, usa jî ser wî e'rdê ku ew dimînin.
[22] Lê wê r'ojê t'opraxa Goşenêye k'u cime'ta min lê dimîne, ezê başqe kim û wê derê p'er'anîya mêş-moza wê t'une be, ku tu bizanibî welêtda ez Xudan im.
[23] Û ezê li nav cime'ta xwe û cime'ta teda firqîyê daynim. Sibê ev nîşanê biqewime».
[24] Xudan usa jî kir. P'er'anîya mêş-mozaye mezin hate li ser mala Firewin, malêd xulamêd wî û li ser t'emamîya welatê Misirê, ji dest p'er'anîya mêş-moza welat wêran bû.
[25] Firewin gazî Mûsa û Harûn kir, got: «Her'in vî welatîda Xwedêyê xwer'a qurbanê bidin».
[26] Lê Mûsa gotê: «Ne cayîz e ku em vê yekê bikin, çimkî ew qurbana ku emê Xudan Xwedêyê xwer'a bidin, ev yek misirîyar'a h'eramî ye. Heger em bi wê qurbandayîna ku bona misirîya h'eram e, r'abin li ber ç'e'vê wan bidin, gelo ewê me nedine li ber kevira?
[27] Emê r'îya sê r'oja her'ine ber'îyê û Xudan Xwedê xwer'a qurbanê bidin, çawa ku ew mer'a bêje».
[28] Û Firewin got: «Ezê we ber'dim ku hûn her'ine ber'îyê Xudan Xwedêyê xwer'a qurbanê bidin, lê t'enê dûr neçin. Bona min r'eca bikin».
[29] Mûsa gotê: «Va ye ezê ji cem te derk'evim û r'eca ji Xudan bikim, ku sibê p'er'anîya mêş-moza ji Firewin, ji xulamêd wî û ji cime'ta wî dûr k'eve, lê t'enê bira Firewin îdî cime'tê nexapîne û negire ku qurbanê bidine Xudan».
[30] Mûsa ji cem Firewin derk'et û r'eca ji Xudan kir.
[31] Xudan weke gotina Mûsa kir. P'er'anîya mêş-moza ji Firewin, ji xulamêd wî û ji cime'ta wî dûr xist, qet yek jî nema.
[32] Firewin vê carê jî dilê xwe kire kevir û cime't ber'neda.