[1] Meha sisîyada zar'êd Îsraêl pey derk'etina Misirêr'a, hema wê r'ojê gihîştine ber'îya Sînayê.
[2] Ji R'ifîdîmê r'êk'etin çûne ber'îya Sînayê û ber'îyêda konêd xwe vegirtin. Îsraêl li wê derê ber ç'îyê konêd xwe vegirtin.
[3] Mûsa hilk'işîya cem Xwedê û Xudan ji ç'îyê gazî wî kir û gotê: «Aha bêje mala Aqûb û zar'êd Îsraêlva bide e'yankirinê:
[4] We dît min çi anî serê misirîya û hûn çawa hildan li ser p'er'êd teyrê sîmir' anîne cem xwe.
[5] Û niha heger hûn r'ast gur'a min bikin û peymana min xweyî kin, hingê hûnê ji nav h'emû miletada bibine milk'ê min, çimkî t'emamîya dinê ya min e.
[6] Hûnê jî minr'a bibine p'adşatîya k'ahîna û miletekî buhurtî. Ev in ew gotin ku tu gerekê zar'êd Îsraêlr'a bêjî».
[7] Mûsa hat gazî r'ûsipîyêd cime'tê kir û h'emû xeberêd ku Xudan t'emî dabû wî ber wan danî.
[8] Û t'emamîya cime'tê hevr'a cab da û got: «H'emû gotinêd Xudan emê bikin!» Û Mûsa gotina cime'tê gîhande Xudan.
[9] Xudan gote Mûsa: «Va ye ezê nav e'wrekî sixda bême cem te, wekî cime't bibihê ezê çawa t'evî te xeber dim û her gav te bawer bike». Mûsa gotina cime'tê gîhande Xudan
[10] û Xudan gote Mûsa: «Her'e cem cime'tê û wan îro û sibê paqij ke, bira k'incêd xwe bişon.
[11] Bona r'oja sisîya hazir bin, çimkî r'oja sisîya li ber ç'e'vê t'emamîya cime'tê, Xudanê peyayî ser ç'îyayê Sînayê be.
[12] Her alîyava, bona cime'tê sînor k'ifş ke û bêje: Miqatî xwe bin, ku r'anebine ç'îyê yan jî p'êşê k'evin. Her kesê ku nêzîkî ç'îyê be, gerekê bimire.
[13] Bira dest wî nek'eve, lê wî bidine ber kevira yan jî pê tîrê lêxin, heger h'eywan be yan merî be gerekê sax nemîne, çaxê dengê bor'îya ji stirûyê berên dirêj bê lêdanê, hingê ew dikarin hilk'işine ç'îyê».
[14] Mûsa ji serê ç'îyê peyayî cem cime'tê bû, cime't paqij kir û wana k'incêd xwe şûştin.
[15] Ewî gote cime'tê: «Bona r'oja sisîya hazir bin, nêzîkî k'ulfeta nebin».
[16] R'oja sisîya, gava sibeh zelal dibû, bû qir'ç'în û birûskê birq vedida, e'wrekî six li ser ç'îyê bû û dengê bor'îya ji stirû gelekî qayîm hat, r'isasê li t'emamîya cime'ta zomê girt.
[17] Mûsa cime't ji zomê derxiste li ber Xwedê û ew binat'ara ç'îyê sekinîn.
[18] T'emamîya ç'îyayê Sînayê dû dikir, çimkî Xudan agirda peyayî ser wî bû, dûyê wî mîna dûyê fir'nê hildik'işîya û t'emamîya ç'îyê qayîm dih'ejîya.
[19] Dengê bor'îya stirû çiqas diçû qayîm dibû, Mûsa xeber da û Xwedê bi deng caba wî da.
[20] Xudan peyayî ser serê ç'îyayê Sînayê bû, Xudan gazî Mûsa li ser serê ç'îyê kir û Mûsa hilk'işîya.
[21] Xudan gote Mûsa: «Peya be û t'emîyê bide cime'tê, ku nebe bona dîtina Xudan ji sînor derbaz bin û gelek ji wan unda bin.
[22] K'ahînêd ku wê nêzîkî Xudan bin, gere ew jî xwe paqij kin, ku Xudan qir'a wan neyne».
[23] Mûsa gote Xudan: «Cime't nikare r'abe ser ç'îyayê Sînayê, çimkî te t'emî da me û got: Sînor dayne dor ç'îyê û wî pîroz ke».
[24] Xudan gote wî: «Her'e peya be û t'evî Harûn hilk'işe, lê k'ahîn û cime't ji sînor derbaz nebin ku hilk'işine cem Xudan û ew qir'a wan bîne».
[25] Mûsa peyayî cem cime'tê bû û ev yek wanr'a got.