Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 26

[1] Konê Şe'detîyê ji dehe tejêd k'itanê zirav-badayî û r'îsê şîn, şîrk û sorê gevez çêkî, ser wan jî bi xebata nitirandinê xêrûba derxî.

[2] Dirêjayîya her tejî bîst û h'eyşt zend be û berayîya her tejî çar zend be, çapa h'emû teja weke hev be.

[3] Pênc tej hevva bin û pênc jî hevva.

[4] Ji r'îsê şîn p'evgirêka bavêjî li kevîya kerê tejêd pêşin li ser lêva hevvabûnê, usa jî bavêjî lêva kevîya kerê tejêd mayînî hevvabûnê.

[5] Pêncî p'evgirêkî bavêjî ser p'arç'ê her pênc tejê e'wlin, pêncî p'evgirêkî jî bavêjî ser lêva p'arç'ê her pênc tejê duda, wekî h'emû p'evgirêk hevr'a xeber din.

[6] Pêncî qemitokêd zêr'în çêkî û her du p'arç'êd pênc tejî pê wan qemitoka hevva kî, wekî Konê Şe'detîyê bibe yek.

[7] Bona sergirtina Konê Şe'detîyê ji pir'ç'a bizinê yanzdeh teja çêkî.

[8] Dirêjayîya her tejî sî zend be û berayîya her tejî çar zend be, usa ku çapa her yanzdeh teja jî weke hev be.

[9] Pênc teja başqe hevva kî û şeş teja jî başqe. Tejê şeşa jî ne'tika konva ser piştêva qatkî.

[10] Pêncî p'evgirêka bavêjî li kevîya kerê p'arç'ê pênctejêyî pêşine li ser lêva hevvabûnê, pêncî p'evgirêka jî bavêjî li kevîya kerê p'arç'ê şeştejêyî mayînî li ser lêva hevvabûnê.

[11] Pêncî qemitokêd sifirîn çêkî û qemitoka bavêjî p'evgirêka, p'er'da hevva kî ku bibe konek.

[12] Bermayîyê tejê ser kon, awa gotî nîvê teja zêdebûyî pişta konva dardakirî be.

[13] Ji serk'êşa ser kone zêdemayî, zendek vî alîyîva zendek jî alîyê dinva her du k'êlekava dardakirî be, ku her du k'êlekêd Konê Şe'detîyê bêne nixamtinê.

[14] Ji ç'ermêd beranaye sor r'engkirî sergirekê çêkî bona sergirtina kon, ji ç'ermêd ga-me'sîya jî serk'êşekê çêkî, bona k'işandina li ser wê.

[15] Bona Konê Şe'detîyê ji dara darcêwîyê çîtêd sekinandî çêkî.

[16] Dirêjayîya her çîtî dehe zend û berayîya wan jî zend û nîvek be.

[17] Serê her çîtî bira du k'ert hebin, ku hevda r'ûnên, h'emû çîtêd Konê Şe'detîyê jî usa çêkî.

[18] Konê Şe'detîyêr'a, bona alîyê ku dik'eve başûrê bîst çîta çêkî,

[19] ji zîv çil bingeha bona bîst çîta çêkî, du bingeha çîtê e'wlinr'a bona her du k'erta, usa jî bona yêd mayîn.

[20] Bona alîyê din bakura Konê Şe'detîyê bîst çîta çêkî,

[21] bona wan çil bingehêd zîvîn çêkî, du bingeh bin çîtê e'wlinr'a, du bingeh jî bin her çîtêd mayînr'a.

[22] Bona pişta Konê Şe'detîyê alîyê r'oavayêva şeş çîta çêkî.

[23] Alîyê piştêva bona e'nîşkêd Konê Şe'detîyê du çîta çêkî.

[24] Ew alîyê jêrêva cot bin û jorva jî pê xelaqekê hevvakirî bin. Bona her du e'nîşka her duya jî usa çêkî.

[25] Bira h'eyşt çît t'evî her şanzdeh bingehêd xweye zîvînva bin. Du bingeh bin çîtê e'wlinda bin, dubingeh-dubingeh jî bin her çîtêd mayînda bin.

[26] Ji dara darcêwîyê destûya çêkî. Pênca bona çîtêd alîkî Konê Şe'detîyê,

[27] pênca bona çîtêd alîyê dinêyî Konê Şe'detîyê û pênc destûya jî alîyê r'oavayêva bona çîtêd pişta Konê Şe'detîyê.

[28] Destûyê navêda gerekê nava çîtar'a ji vî serî h'eta serê din derbaz be.

[29] Çîta zêr' kî, xelaqêd wan, awa gotî cîyêd ku destûyêd têr'a derbaz bin, bi zêr' çêkî. Destûya jî zêr' kî.

[30] Konê Şe'detîyê cûr'ê wêda bidî sekinandinê, çawa ku li ser ç'îyê ter'a hate nîşankirinê.

[31] Ji r'îsê şîn, şîrk û sorê gevez û ji k'itanê zirav-badayî p'er'dekê bi xebata nitirandinê xêrûba li ser çêkî,

[32] wê bavêjî ser çar stûnêd darcêwîyêye zêr'kirî, ku çengelêd wan zêr' bin û bingehêd wan jî zîv bin.

[33] P'er'dê bi qemitoka dardakî û Sindoqa Şe'detîyê bibî hindur' wî alîyê p'er'dê. Ew p'er'deyê wer'a navbir'îyê bide li nav Cîyê Pîroz û Cîyê Herî Pîroz.

[34] Qalp'axê baxşandinê bidî ser Sindoqa Şe'detîyêye Cîyê Herî Pîrozda.

[35] T'ext daynî vî alîyê p'er'dê der. Şemdanê jî alîyê başûra Konê Şe'detîyêva daynî pêşberî t'ext, t'ext ku dik'eve alîyê bakurê.

[36] Bona derê kon p'er'dekê ji r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û ji k'itanê zirav-badayî bi xebata neqişandîtîyê çêkî.

[37] Bona p'er'dê ji dara darcêwîyê pênc stûna çêkî û wan zêr' kî, çengelêd wan jî zêr' bin û bona wan pênc bingehêd sifir r'okî.

Derk'etin — Chapters