Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 9

[1] Xudan gote Mûsa: «Her'e cem Firewin û bêje wî: ‹Xudan Xwedêyê îbranîya aha dibêje: «Cime'ta min ber'de ku xulamtîya min bike»,

[2] lê heger tu wana hê bigirî û nexwazî ber'dî,

[3] awa destê Xudan wê li ser h'eywanêd teye çolê: Hespa, k'era, deva, pêz û dêwêr be û bi nexweşîya h'ale mezin qir'a wanê bê.

[4] Lê Xudan wê h'eywanêd Îsraêl ji h'eywanêd Misirê başqe ke û ji h'eywanêd zar'êd Îsraêl, qet yekê h'işk nebe›».

[5] Xudan we'de k'ifş kir û got: «Sibê Xudanê vê yekê ser welêt bike».

[6] R'oja din Xudan ev yek kir û h'emû h'eywanêd misirîya h'işk bûn, lê ji h'eywanêd zar'êd Îsraêl qet yek h'işk nebû.

[7] Hingê Firewin şand û pê h'esîya va ye ji h'eywanêd Îsraêl qet yek jî h'işk nebûye. Dilê Firewin hê bû kevir û cime't ber'neda.

[8] Xudan gote Mûsa û Harûn: «K'ulmêd xwe t'ijî k'ozîya fir'nê kin. Û bira Mûsa wê li ber ç'e'vê Firewin bir'eşîne berbi e'zmên.

[9] Ewê li ser t'emamîya welatê Misirê bibe t'oz, li ser h'emû merivî û h'eywanêd welatê Misirêda kulêd p'izika p'îsê derên».

[10] Wana k'ozîya fir'nê hilda û li ber Firewin sekinîn. Mûsa ew berbi e'zmên r'eşand. Li ser mêriv û h'eywên kulêd p'izika p'îs derk'etin.

[11] Hingê sêrbaza nikaribû ji dest p'izika li ber Mûsa bisekinîyana, çimkî p'izik li ser sêrbaz û h'emû misirîya jî derk'etibûn.

[12] Xudan dilê Firewin kire kevir û ewî gur'a wan nekir, çawa ku Xudan Mûsar'a gotibû.

[13] Hingê Xudan gote Mûsa: «Serê sibehê zû r'abe her'e li ber Firewin bisekine û wîr'a bêje: ‹Xudan Xwedêyê îbranîya aha dibêje: Cime'ta min ber'de ku xulamtîya min bike,

[14] çimkî vê carê, ezê h'emû cezayêd xwe bidime ser'a dilê te, serê xulamêd te û cime'ta te, ku bizanibî, li ser t'emamîya dinyayê yekî mîna min t'une.

[15] Heger min destê xwe dirêj kira û bi nexweşîya h'al li te û cime'ta te xista, tê ser dinê bihatayî undakirinê.

[16] Lê bona vê yekê min tu xweykirî, wekî qewata xwe nîşanî te bikim û li ser t'emamîya dinyayê navê min bê gotinê.

[17] Tu hê miqabilî cime'ta min disekinî ku wê ber'nedî?

[18] Awa ezê sibê vî çaxî, teyrokeke usa qayîm bibarînim ku mîna wê, r'oja çêbûna Misirêda h'eta niha, tiştê usa neqewimîye.

[19] Niha bişîne h'eywanêd xwe t'op ke çî te ku çolê heye bibine hindur'. Çimkî her meriv, yan h'eywanêd ku çolê be, heger nek'evine hindur' teyrokê ser wanda bibare û wê qir'a wan b꛻.

[20] Ji xulamêd Firewin, k'îjan ku ji gotina Xudan ditirsîya, xulamêd xwe û h'eywanêd xwe birine hindur',

[21] lê k'ê guhdarîya gotina Xudan nekir, xulamêd xwe û h'eywanêd xwe çolê hiştin.

[22] Xudan gote Mûsa: «Destê xwe dirêjî berbi e'zmên ke û wê t'emamîya welatê Misirêda, li ser mêriv û h'eywên, li ser t'emamîya şînaya e'rdê Misirêda teyrokê bibare».

[23] Mûsa şivdara xwe dirêjî berbi e'zmên kir, Xudan qir'ç'înî û teyrok şand û birûskê birq vedida li ser e'rdê. Xudan teyrok li ser welatê Misirêda barand.

[24] Teyrok barî û t'ev teyrokê jî birûskê birq dida, usa qayîm bû, ku t'emamîya welatê Misirêda, ji r'oja pêşda hatina wî miletîda tiştê usa neqewimî bû.

[25] Teyrokê t'emamîya welatê Misirê xist, h'emû tiştêd çi ku çolê bû, ji mêriv girtî h'eta h'eywên. Teyrokê t'emamîya şînayîya çolê xist û h'emû darêd deştê hûrdexweşî kirin.

[26] T'enê t'opraxa Goşenêda teyrok nebarî, k'îderê zar'êd Îsraêl diman.

[27] Firewin şand gazî Mûsa û Harûn kir û wanr'a got: «Vê carê min gune kir, Xudan r'ast e, lê ez cime'ta xweva em neheq in.

[28] R'eca ji Xudan bikin, bira qirç'în û teyroka Xwedê bêne bir'înê û ezê we ber'dim, hûnê îdî vira nemînin».

[29] Mûsa gote wî: «Çawa ku ez ji bajêr derk'evim, ezê destêd xwe berbi Xudan dirêj kim û qir'ç'înîyê biseqir'in, teyrokê îdî nebare ku tu bizanibî, e'rd e'rdê Xudan e.

[30] Lê ez zanim, wekî tu û xulamêd xwe hela hê ji Xudan Xwedê natirsin».

[31] K'itan û cehe hatine lêdanê, çimkî cehe simbil dabû, k'itanê jî gupik dabû.

[32] Lê genim û ç'adî nehatine lêdanê, çimkî ew dereng digihîştin.

[33] Û Mûsa ji cem Firewin ji bajêr derk'et û destêd xwe berbi Xudan bilind kir, qirç'în û teyrok seqir'în û baran li ser e'rdê îdî ne barî.

[34] Lê gava Firewin dît ku baran, teyrok û qir'ç'înî seqir'în, dîsa gune kir û dilê xwe kire kevir, ewî jî xulamêd wî jî.

[35] Dilê Firewin bû kevir û zar'êd Îsraêl ber'nedan, çawa ku Xudan Mûsar'a gotibû.

Derk'etin — Chapters