Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 13

[1] Xudan t'ev Mûsa xeber da û got:

[2] «Nav zar'êd Îsraêlda, ji her nixurîyê ku bet'inê vedike, heger merî be yan h'eywan, minr'a nedir ke. Ew p'ara min e».

[3] Mûsa gote cime'tê: «Bîr bînin vê r'ojê, gava ku hûn ji Misirê, wê mala xulamtîyê derk'etin, çimkî Xudan bi destê xweyî zor hûn ji wir derxistin. Nanê hilatî nexwin.

[4] Hûn îro meha Abîbêda derdik'evin.

[5] Û gava Xudan te bibe welatê kenanîya, h'îtîya, emorîya, h'îwîya û yebûsîya, çawa ku wî kal-bavêd ter'a sond xwar ku wî welatî bide te, k'îderê şîr û hingiv jê dik'işe, vê mehêda evê derecê derbaz kî.

[6] H'eft r'oja nanê şkeva bixwî, r'oja h'efta bira cejina Xudan be.

[7] Wan h'eft r'ojada, gerekê nanê şkeva bê xwarinê, tiştêd hevîrtir'şkkirî gerekê cem te t'une be, ne jî nava t'emamîya t'opraxa teda cem te hevîrtir'şk hebe.

[8] Wê r'ojê gerekê zar'ê xwer'a gilî kî bêjî: ‹Ev bona wê yekê ye ku çi Xudan minr'a kir, gava ez ji Misirê derk'etim›.

[9] Bira ev li ser destê te çawa nîşan be û li ser e'nîya te jî bona bîranînê be, wekî hînkirina Xudan ser zarê te be, çimkî bi destê zor Xudan tu ji Misirê derxistî.

[10] Vî e'rf-e'detî sal-sal we'deda derbaz kî.

[11] Û gava Xudan te bibe welatê kenanîya, çawa te û kal-bavêd ter'a sond xwarîye ku wî bide te,

[12] hingê her nixurîyê ku bet'inê vedike, bide Xudan. Her nixurîyê nêrîn ji h'eywanêd te, p'ara Xudan be.

[13] Lê ji ber her nixurîyê k'erêva berxekî bidî, lê heger berva nedî, stûyê wî bişkênî. Li nav zar'êd xweda ji ber her nixurîyê merivayêva bidî.

[14] Û gava zar'a te sibê ji te bipirse û bêje: ‹Ev çi ye?› jêr'a bêjî: ‹Xudan bi destê zor em ji Misirê, ji mala xulamtîyê derxistin.

[15] Gava Firewin bû kevir û nexwest me ber'de, Xudan her nixurîyêd welatê Misirêda, ji nixurîyê mêrivda girtî h'eta nixurîyêd h'eywên kuştin, bona wê yekê jî ez her nixurîyê nêrînî ku bet'inê vedike Xudanr'a qurban dikim û ji ber nixurîyêd zar'êd xweva didim›.

[16] Bira ev yeka nîşanek be li ser destê te û bere'nîk be li ber ç'e'vê te, çimkî bi destê zor Xudan em ji Misirê derxistin».

[17] Gava Firewin cime't ber'da, Xwedê ew li r'îya welatê filistînîyar'a nebirin, lê belê ew hê nêzîk bû, Xwedê got: «Ku nebe cime't ç'e'v şêr' k'eve p'oşman be, paşda veger'e Misirê».

[18] Lê Xwedê cime't dora ber'îyêva zivir'and û bire alîyê Be'ra Sor , zar'êd Îsraêl sîlih'kirî ji welatê Misirê derk'etin.

[19] Mûsa hestûyêd Ûsiv jî t'evî xwe hildan, çimkî Ûsiv zar'êd Îsraêl dabûne sondê û gotibû: «E'se Xwedê wê ser weda bê, hingê hestûyêd min jî t'evî xwe ji vir hevraz bibin».

[20] Ewana ji Sûkotê r'êk'etin Êt'amêda, xilazîya ber'îyê konêd xwe vegirtin.

[21] Û Xudan pêşîya wanva diçû, r'ojê pê stûneke e'wr r'ê nîşanî wan dikir, lê şevê jî pê stûneke agir r'onayî dikir, ku ew şev û r'oj r'ê her'in.

[22] R'ojê stûna e'wr, şevê jî stûna agir ji ber ç'e'vê cime'tê dûr ne dik'etin.

Derk'etin — Chapters