[1] Bona qulixkirina Cîyê Pîrozda, k'incêd xizmetk'arîyê, ji r'îsê şîn, şîrk û sorê gevez çêkirin, usa jî bona Harûn k'incêd pîroz çêkirin, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa,
[2] Êfod ji zêr', r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav-badayî çêkir.
[3] Zêr' zirav pe'n kirin û ew mîna r'îs bir'în, wekî xebata nitirandinêda t'evî r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav bidine xebatê.
[4] Sermilkêd hevvabûnê jêr'a çêkirin, ku ew her du serîyava dihatine hevvakirinê.
[5] Benpişta li ser êfod jî mîna êfod hûnandî-nitirandî, ji zêr', r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav-badayî wêva hatibû çêkirinê, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[6] Kevirêd onîks hazir kirin, nava qavêd zêr'înda qaş kirin û li ser wan çawa mor tê k'olandinê, usa navêd zar'êd Îsraêl hatine k'olandinê.
[7] Û ew li ser sermilkê êfodva kirin, ku zar'êd Îsraêlr'a bibine kevirêd bîranînê, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[8] R'extsîng nitirandî wî cûr'ê çêkirina êfodda çêkirin. Ew ji zêr', r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û ji k'itanê zirav-badayî çêkirin.
[9] R'extsîng du ta qatkirî çargoşe bû, dirêjaya wê bihustek û beraya wê jî bihustek, du ta qatkirî.
[10] Li ser wê çar cêrge kevir qaş kirin. Cêrga e'wlin: Sardîyon, topaz û zimrûd,
[11] cêrga duda: Karbûnkûl, safîr û almas,
[12] cêrga sisîya: Yaxonît, agat û amêstîs,
[13] cêrga çara: Xrîzolît, onîks û yaspîs, evana qavê zêr'da qaşkirî bûn.
[14] Ev kevir donzdeh h'eb bûn, anegorî navêd zar'êd Îsraêl, mîna morê k'olayî ser her kevirî navekî wan hatibû k'olandinê bona donzdeh qebîla.
[15] Ser r'extsîng zincîrêd badayî çêkirin, ew vegirtî ji zêr'ê xalis bûn.
[16] Du qavêd zêr' û du xelaqêd zêr' çêkirin û ew her du xelaq, ser her du serê r'extsîngva kirin.
[17] Ew her du zincîrêd zêr', her du xelaqêd ser r'extsîngva kirin.
[18] Û her du serîyêd zincîraye din her du qavava kirin, paşê alîyê pêşîyêva sermilkê êfodva kirin.
[19] Du xelaqêd zêr'îne din çêkirin ew bin r'extsîngva her du niç'êd jêrinva alîyê êfodva kirin.
[20] Du xelaqêd zêr'îne din jî çêkirin, ew bin her du niç'êd sermilkêd êfodva kirin. Alîyê pêşîyêva ber cîyê pêvakirîva ser benpişta êfodva kirin.
[21] Bi qeyt'ana şîn xelaqêd r'extsîng xelaqêd êfodva kirin, ku ew ser benpişta êfod be û r'extsîng ji êfod neqete, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[22] Çuxê êfod xur'û bi r'engê şîn hûnandin.
[23] Nava wî vekirî bû mîna berstûyê êlekzirih', dora wî dirûtî bû ku ji ber hev neçe.
[24] P'êşa çux ji r'îsê şîn, şîrk, sorê gevezî badayî h'inar r'îşî kirin.
[25] Ji zêr'ê xalis zengil çêkirin, ew zengil li navbera her h'inarêda, li ser p'êşa çuxva kirin.
[26] Li ser p'êşa çuxê xizmetk'arîyê, navbera her h'inarêda zengilek hebû. Çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[27] Bona Harûn û kur'êd wî bi xebata hûnandîtîyê ji k'itanê zirav kiras çêkirin.
[28] Usa jî ji k'itanê zirav p'ap'ax, k'oloz çêkirin û ji k'itanê zirav-badayî k'incêd binî çêkirin.
[29] Benpişt jî ji k'itanê zirav-badayî, ji r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez, bi xebata neqişandîtîyê çêkir, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[30] Bere'nîya k'ofîya pîroz ji zêr'ê xalis çêkirin û ser wê mîna mor k'olandinê nivîsîn: «Pîroz Xudanr'a».
[31] Ew avîtine li ser qeyt'ana şîn, wekî jorva li ser p'ap'axva bê girêdanê, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[32] Bi vî cûr'eyî h'emû şixulêd li ser Konê Şe'detîyê, awa gotî Konê Civînê hate sêrî. Zar'êd Îsraêl her tişt, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa, usa jî kirin.
[33] Û Konê Şe'detîyê anîne cem Mûsa, awa gotî: Kon û h'emû navmala wê, qemitokêd wê û çîtêd wê, destûyêd wê, stûn û bingehêd wê,
[34] sergirtina ji ç'ermêd beranaye sor r'engkirî û serk'êşa ji ç'ermêd ga-me'sî û p'er'da navbir'îyê,
[35] Sindoqa Şe'detîyê û destûyêd wê, qalp'axê baxşandinê,
[36] t'ext û h'emû derdanêd wê û nanê Xwedêr'a dayî,
[37] şemdana ji zêr'ê xalis ç'irayêd sere cî bi cî r'êz kirî, h'emû hacetêd xweva û bizirê r'onayê,
[38] gorîgeha zêr'în, r'ûnê r'ûnkirinê, bixûra bînxweş, p'er'da ber derê kon,
[39] gorîgeha sifir û çîta wêye sifir, destûyêd wê û h'emû hacetêd wê, t'eşt û bingeha wê,
[40] p'er'dêd h'ewşê, stûnêd wê, bingehêd wê, p'er'da ber derê h'ewşê, hebinêd wê û singêd wê, h'emû hacetêd xizmetk'arîyê, bona Konê Şe'detîyê, awa gotî Konê Civînê,
[41] k'incêd qulixkirinêye bona xizmetk'arîya Cîyê Pîrozda, k'incêd pîroz k'ahîn Harûnr'a, usa jî k'inca kur'êd wîr'a ku k'ahîntîyê bikin.
[42] Zar'êd Îsraêl her tişt çawa Xudan t'emî dabû Mûsa, usa jî kirin.
[43] Mûsa dîna xwe da h'emû tiştê çêkirî, ku va ye çawa ku Xudan t'emî dabû wana, usa jî kirine. Mûsa dua wan kir.