Derk'etin 7
[1] Xudan gote Mûsa: «Hela binihêr'e, ez te dikime mîna Xwedê bona Firewin, birê te Harûn jî wê bibe p'êxemberê te.
[2] Her tiştî bêjî, çi ku ezê e'mirî li te bikim û birê te Harûn bira Firewinr'a bêje, ku zar'êd Îsraêl ji welatê xwe ber'de.
[3] Lê ezê dilê Firewin bikime kevir, nîşan û k'eremetêd xwe li nav welatê Misirêda zêde kim.
[4] Firewinê guhdarîya we neke. Û ezê destê xwe daynime li ser Misirê û r'efêd xwe, cime'ta xwe, zar'êd Îsraêl pê dîwanêd mezin ji welatê Misirê derxim.
[5] Û hingê misirîyê bizanibin ku ez Xudan im, gava ez destê xwe dirêjî li ser Misirê kim û zar'êd Îsraêl ji nav wan derxim».
[6] Mûsa û Harûn usa kirin, çawa ku Xudan e'mirî li wan kir usa jî kirin.
[7] Mûsa h'eyştê salî bû, lê Harûn h'eyştê sê salî bû, gava t'ev Firewin xeberdan.
[8] Xudan t'evî Mûsa û Harûn xeber da û got:
[9] «Gava Firewin t'ev we xeber de û bêje: Hela nîşanekê bikin, wî çaxî bêje Harûn: Şivdara xwe hilde bavêje ber Firewin. Ewê bibe me'r».
[10] Mûsa û Harûn k'etine cem Firewin û çawa ku Xudan e'mirî li wan kiribû usa jî kirin. Harûn şivdara xwe avîte ber Firewin û ber xulamêd wî û ew bû me'r.
[11] Firewin jî gazî serwaxt û k'oç'eka kir û van sêrbazêd Misirê jî bi sêrbazîya xwe usa kirin.
[12] Her yekî şivdara xwe davît û ew dibûne me'r, lê şivdara Harûn şivdarêd wan daqurtandin.
[13] Û dilê Firewin bû kevir gur'a wan nekir, çawa ku Xudan gotibû.
[14] Xudan gote Mûsa: «Dilê Firewin bû kevir, ew naxwaze cime'tê ber'de.
[15] Serê sibehê her'e cem Firewin. Va ye ewê her'e berbi avê û tu ber devê ç'emê Nîlê li ber wî bisekine û ew şivdara ku bibû me'r bigire destê xwe.
[16] Wîr'a bêje: Xudan Xwedêyê îbranîya ez şandime cem te û dibêje: Cime'ta min ber'de ku ber'îyêda xulamtîya min bike, lê va ye h'eta niha te guhdarî nekirîye.
[17] Xudan aha dibêje: «Bi vê bizanibî ku ez Xudan im». Awa ezê şivdara destê xwe ava ç'emê Nîlê xim û wê bibe xûn.
[18] Me'sîyêd ç'êmda wê h'işk bin û bînê bik'eve ç'êm, misirîyê zivêr bin ku ava Nîlê vexwin».
[19] Xudan gote Mûsa: «Bêje Harûn: Şivdara xwe hilde û destê xwe dirêjî ser avêd Misirê, ser ç'emêd wan, ser cewêd wan, ser golêd wan û ser h'emû avêd wane t'opbûyî ke û wê bibine xûn. Wê t'emamîya welatê Misirêda, ava derdanêd dar û kevirîda jî bibe xûn».
[20] Û çawa ku Xudan e'mirî li wan kiribû, Mûsa û Harûn usa jî kirin. Harûn şivdara xwe bilind kir ber ç'e'vê Firewin û ber ç'e'vê xulamêd wî ava Nîlê xist, t'emamîya ava ç'êm bû xûn.
[21] Me'sîyêd ç'êmda h'işk bûn û bîn k'ete ç'êm, misirîya nikaribûn ji ç'êm av vexwarana. Û t'emamîya welatê Misirêda xûn hebû.
[22] Lê sêrbazêd Misirê jî bi sêrbazîyêd xwe usa kirin. Dilê Firewin bû kevir, guh neda wan, çawa ku Xudan gotibû.
[23] Firewin veger'îya çû mala xwe, ev yek ser dilê wî giran r'ûnenişt.
[24] Û h'emû misirî r'abûn bona av vexwarinê dor-berê ç'êm k'olan, çimkî ava Nîlê nikaribûn vexwarana.
[25] Pey ç'êm xistina Xudanr'a, h'eft r'oj derbazbûn.