[1] Tu ji nav zar'êd Îsraêlda Harûnê birê xwe û kur'êd Harûn: Nadab, Abîhû, Êlazar û Ît'amar, bîne cem xwe, wekî minr'a k'ahîntîyê bikin.
[2] Harûnê birê xwer'a k'incêd pîroz bidirûyî, bona qedir û r'ûmetê.
[3] Tu bêje h'emû xweyîfiraseta, yêd ku min bi r'uh'ê zanebûnêva dagirtine, ku bona Harûn k'inca bidirûn, bona buhurtî-jibarebûna wî, ku minr'a k'ahîntîyê bike.
[4] Ev in ew k'incêd ku wê bidirûn: R'extsîng, êfod, çux û kirasê neqişandî, p'ap'ax û benpişt. Bira birê te Harûn û kur'êd wîr'a k'incêd pîroz bidirûn, ku minr'a k'ahîntîyê bikin.
[5] Bira ew zêr', r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav hildin.
[6] Êfod ji zêr', r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav-badayî, bi xebata nitirandinê çêkin.
[7] Gerekê ser her du sermilka p'evgirêk hebin ku bêne hevvakirinê.
[8] Benpişta li ser êfod jî mîna êfod ji wan tişta hûnandî-nitirandî, ji zêr', r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav-badayî bê çêkirinê.
[9] Du kevirêd onîks hildî û navêd zar'êd Îsraêl li ser wan bik'olî binivîsî,
[10] şeş nava li ser kevirekî û şeş nava jî li ser kevirekî, anegorî peyhevbûyîna wan.
[11] Mîna hostatîya kevirk'ol çawa ku morê dik'ole, usa jî tu navêd zar'êd Îsraêl ser her du kevira bik'olî û wan nava qavêd zêr'înda qaş kî.
[12] Wan her du kevira ser sermilkê êfodva kî, ku zar'êd Îsraêlr'a bibine kevirêd bîranînê. Û Harûn navêd wan bona bîranînê li ber Xudan hilde ser her du milêd xwe.
[13] Qaşêd zêr'în çêkî
[14] û ji zêr'êd xalis du zincîrêd badayî vegirtî çêkî û wan zincîrêd vegirtî bavêjî qaşa.
[15] R'extsîngê h'akimtîyê nitirandî wî cûr'ê çêkirina êfodda çêkî. Wî ji zêr', r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û ji k'itanê zirav-badayî çêkî.
[16] Bira ew du ta qatkirî çargoşe be, dirêjayîya wî bihustek û berayîya wî jî bihustek.
[17] Û li ser wî çar cêrge kevir qaş kî. Cêrga e'wlin: Sardîyon, topaz û zimrûd,
[18] cêrga duda: Karbûnkûl, safîr û almas,
[19] cêrga sisîya: Yaxonît, agat û amêstîs
[20] û cêrga çara jî: Xrîzolît, onîks û yaspîs, evana gere nava qavêd zêr'da bêne qaşkirinê.
[21] Ew kevir gere donzdeh h'eb bin, anegorî navêd kur'êd Îsraêl, mîna morê k'olayî ser her kevirî navekî wan bê k'olandinê bona donzdeh qebîla.
[22] Ser r'extsîng zincîrêd badayî çêkî, ew vegirtî ji zêr'ê xalis be.
[23] R'extsîngr'a du xelaqêd zêr'în çêkî û wan her du xelaqa ser her du niç'êd rextsîngva kî.
[24] Wan her du zincîrêd zêr'în, xelaqêd niç'êd r'extsîngva kî
[25] û her du serîyêd zincîraye din her du qavêd sermilkê êfodva kî, pêşîyêva ser êfod be.
[26] Du xelaqêd zêr'îne din çêkî wan bin r'extsîngva her du niç'êd jêrinva alîyê êfodva kî.
[27] Du xelaqêd zêr'îne din jî çêkî, vana binê her du niç'êd sermilkêd êfodva kî. Alîyê pêşîyêva ber cîyê hevvabûnêva ser benpişta êfodva kî.
[28] Û bi qeyt'ana şîn xelaqêd r'extsîng xelaqêd êfodva kin, ku ew ser benpişta êfodva bin û r'extsîng ji êfod neqete.
[29] Harûn navê kur'êd Îsraêle li ser r'extsîngê h'akimtîyê, t'imê bide li ser dilê xwe, gava bik'eve Cîyê Pîroz, bona bîranîna wan li ber Xudan.
[30] Ûrîm û Tûmîm bike r'extsîngê h'akimtîyê. Bira ew ser dilê Harûn bin, gava ew her'e ber Xudan. Harûn her t'im h'akimtîya kur'êd Îsraêl li ber Xudan bide li ser dilê xwe.
[31] Çuxê êfod xur'û bi r'engê şîn çêkî.
[32] Navêda berstûya wî vekî ku serî têr'a derbaz be, dora wî cîyê vekirî mîna berstûya êlekzirih' hûnandî berstû kî, ku ji ber hev neçe.
[33] Dora p'êşa çux ji r'îsê şîn, şîrk û sorê gevez h'inara çêkî, nava ji wan her yekîda jî zengilêd zêr'în hebe.
[34] Dora p'êşa çuxva bira navbera her zengilekî zêr'în h'inarek be û zengilekî zêr'în h'inarek be.
[35] We'dê qulixkirinê gerekê çux ser Harûn be û gava ew bik'eve Cîyê Pîroz li ber Xudan û derk'eve dengê çux bê bihîstinê ku ew nemire.
[36] Bere'nîkê ji zêr'ê xalis r'o kî û bi cûr'ê mork'olandinê ser wê bik'olî: «Pîroz Xudanr'a».
[37] Wê bavêjî ser qeyt'aneke şîn p'ap'axva kî, ku jorva ser ne'tika p'ap'axva be.
[38] Bira ew li ser e'nîya Harûn be, wekî her kêmasîyê h'edîyêd zar'êd Îsraêle pîroz ku têne dayînê, Harûn hilde li ser xwe. Gerekê her t'im ew li ser e'nîya Harûn be, ku ew li ber Xudan bêne qebûlkirinê.
[39] Kiras bi k'itanê zirav bihûninî, p'ap'ax bi k'itanê zirav çêkî, benpiştê jî bi xebata neqişandîtîyê çêkî.
[40] Kur'êd Harûnr'a, bona qedir û r'ûmeta wan, kirasa, benpişta û k'oloza çêkî.
[41] Vana li birê xwe Harûn û kur'êd wîye t'evî wî kî. Wan r'ûn kî, xizmetk'arîya wanda wan qewîn-qedîm kî û buhurtî-jibare kî ku minr'a k'ahîntîyê bikin.
[42] Wanr'a bi k'itan k'incêd binî bidirûyî, wekî qalibêd xwe binixêmin, ew bira ji navk'êlkê h'eta çoka dirêj bin.
[43] Gava Harûn û kur'êd xweva her'ine Konê Civînê, yan nêzîkî gorîgehê bin bona qulixkirina Cîyê Pîrozda, bira wan li xwe kin, ku nebe ew neheqîyê bikin û bimirin. Bira ew wîr'a û zur'eta wîye pey wîr'a bibe e'rf-e'detê h'eta-h'etayê.