Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 12

[1] Xudan welatê Misirêda t'ev Mûsa û Harûn xeber da û got:

[2] «Eva meha li nava mehada wer'a bibe ya pêşin , ew li nava mehêd salêda wer'a bibe ya pêşin.

[3] H'emû civîna Îsraêlr'a xeber din û bêjin: ‹Dehê vê mehê, bira her merivek bona mala xwe berxekî hilde, serê her malê berxek.

[4] Lê heger neferê malekê hindik bin, wê nikaribin berxekî bixwin, bira t'evî wî cînarê nêzîkî mala xwe bibe yek, wî berxî hilde bavêje ser h'esabê nefera, k'a her kesê çiqasî bikaribe bixwe.

[5] Berxê we bira bêqusûr nêr û yeksalî be, ji pêz yan jî ji bizina hildin.

[6] Wî xwey kin h'eta çardehê vê mehê, paşê t'emamîya civîna mixulqeta Îsraêl, çaxê r'o diçe ava wê serjêke.

[7] Bira ji wê xûnê hildin, her du rexderîya û derezûnga derê wê malê xin, k'îderê wê wî berxî bixwin.

[8] Bira wê şevê goştê wî bixwin, ewî ser êgir bipêjin, pê nanê şkeva û p'incar'a te'l bixwin.

[9] Ji wî goştî, xav yan avêda k'elandî nexwin, lê ser êgir pijandî be, t'evî ser p'ê û dil h'inava.

[10] H'eta serê sibehê ji wî tiştekî nehêlin, lê çi jî bimîne h'eta sibehê ser êgir bişewitînin.

[11] Bi vî awayî wî bixwin, bira piştê we girêdayî bin çarixêd we nigêd weda bin û şiv jî destê weda bin, hûn wî zû bixwin. Ew Derbazbûna Xudan e.

[12] Wê şevê ezê nava welatê Misirêr'a derbaz bim û her nixurîyê welatê Misirê xim, ji mêriv girtî h'eta h'eywên. Ezê dîwana h'emû xwedêyêd Misirê bikim. Ez Xudan im.

[13] Xûnê bona we bibe nîşan li ser malêd k'îderê hûn dimînin. Gava ez welatê Misirê xim û wê xûnê bibînim, hingê ezê ser wer'a derbaz bim û belayê ser weda neyê ku we unda ke.

[14] Bira ew wer'a bibe r'ojeke bîranînê, wê bona Xudan xwey kin, bira eva cejina nava nisilêd weda bibe e'rf-e'detê h'eta-h'etayê.

[15] H'eft r'oja nanê şkeva bixwin. Hema r'oja pêşinda hevîrtir'şk ji mala xwe derxin, çimkî ji r'oja pêşinda h'eta r'oja h'efta k'ê ku tiştêd hevîrtir'şkkirî bixwe, wê ji nav Îsraêl bê r'aqetandinê.

[16] Bira r'oja pêşin wer'a bibe civîna pîroz û r'oja h'efta jî civîna pîroz. Wan r'ojada t'u şixul neyê kirinê, pêştirî xwarinêd xwe ku her kes xwer'a dikare hazir ke.

[17] Cejina Nanê Şkeva xweyî kin, çimkî hema wê r'ojêda min r'efêd we ji welatê Misirê derxistin, usa ku evê r'ojê li nav nisilêd xweda xweyî kin, çawa e'rf-e'detê h'eta-h'etayê.

[18] Ji r'oja çardehê meha pêşin êvarêda, hûn gerekê nanê şkeva bixwin h'eta êvara r'oja bîst yekê wê mehê.

[19] H'eft r'oja hevîrtir'şk malêd weda t'une be, çimkî kî ku tiştêd hevîrtir'şkkirî bixwe, wê ji nav civîna Îsraêl bê r'aqetandinê, heger xerîb be yan binelî be.

[20] Tiştekî hevîrtir'şkkirî nexwin. Wan h'emû cîyada k'îderê ku hûn dimînin nanê şkeva bixwin›».

[21] Mûsa gazî h'emû r'ûspîyêd Îsraêl kir û gote wan: «Anegorî serê neferêd xwe xwer'a berxekî bibijêrin û Derbazbûnê serjêkin.

[22] Paşê qevr'eke zoxa hûsopê hildin xûna t'eştêda kin û ji wê xûna t'eştê derezûngê û her du r'exderîya xin. Bira ji we t'u kes h'eta serê sibehê ji derê mala xwe dernek'eve.

[23] Wê Xudanê derbaz be ku misirîya xe, lê gava xûna derezûngê û her du r'exderîyava bibîne, hingê Xudanê ser wî derîyîr'a derbaz be û nehêle ku milyak'etê beladar bik'eve mala we.

[24] Û vê yekê çawa qanûn, bona xwe û zar'êd xwe h'eta-h'etayê xweykin.

[25] Gava hûn her'ine wî welatê ku Xudanê bide we, çawa ku ewî wer'a soz daye, vê derecê bikin.

[26] Lê gava zar'êd we ji we bipirsin: ‹Ev çi dereceye ku hûn derbaz dikin?›

[27] hingê bêjin: ‹Eva qurbana Derbazbûna Xudan e ku Misirêda li ser malêd zar'êd Îsraêlr'a derbaz bû, misirîya xist û malêd me xilaz kirin›». Cime't dever'ûya çû û h'eband.

[28] Û zar'êd Îsraêl çûn kirin, çawa ku Xudan e'mirî li Mûsa û Harûn kiribû, usa jî kirin.

[29] Û gava bû ku welatê Misirêda Xudan nîvê şevê her nixurîyî xist, ji nixurîyê Firewinî ku ser t'extê xwe r'ûniştî, h'eta nixurîyê girtîyê kelêda û usa jî her nixurîyê h'eywên.

[30] Wê şevê Firewin, h'emû xulamêd wî û h'emû misirî r'abûn. Zarîneke k'ûr k'etibû Misirê, çimkî mal t'unebû ku mirî têda t'unebûya.

[31] Şev gazî Mûsa û Harûn kir û got: «R'abin ji nav cime'ta min derk'evin her'in, hûn jî zar'êd Îsraêl jî, her'in Xudanr'a xulamtîyê bikin çawa we got.

[32] Pez û dewarêd xwe jî hildin her'in, çawa we got û dua min jî bikin».

[33] Misirîya p'êyî li ser cime'tê kir, wekî wan zû ji welêt derxin, çimkî digotin: ‹Emê h'emû bimirin›.

[34] Hevîr hê hilnehatî, cime'tê hevîr şkevava li nav destexanada p'êç'an û dane li ser milê xwe.

[35] Çawa Mûsa zar'êd Îsraêlr'a gotibû usa jî kirin, ji misirîya xişirêd zîv, xişirêd zêr' û k'inc xwestin.

[36] Xudan cime't li ber ç'e'vê misirîya şîrin kir. Û çi ku xwestin misirîya dane wan. Û misirî t'alan kirin.

[37] Zar'êd Îsraêl ji R'amsêsê k'oç'kirin çûne Sûkotê, pêştirî jin û zar'a şesid h'ezar mêrêd peya bûn.

[38] T'evî wan e'laleteke giran ji gelek mileta jî hevraz çûn, pez û dewarêd wan, kerê h'eywana gelekî ze'f bûn.

[39] Ji wî hevîrê ku t'evî xwe ji Misirê anîbûn, totikê şkeva pe'tin, çimkî hê hilnehatibû. Ji Misirê berî wan dabûn, wana nikaribû xwe derengî xistana, h'eta ku nanê r'ê jî xwer'a hazir nekirin.

[40] Zar'êd Îsraêl çarsid sî salî Misirêda man.

[41] Hema wê r'oja xilazîya çarsid sî salîyê h'emû r'efêd Xudan ji Misirê derk'etin.

[42] Eva şeveke Xudan xweyî dike ku wan ji Misirê derxe. Eva ew şevaye bona Xudan, k'îjan ku gerekê nava zar'êd Îsraêlda qur'ne-qur'ne bê xweyîkirinê.

[43] Xudan gote Mûsa û Harûn: «Ev e e'rf-e'detê Cejina Derbazbûnê. T'u kesî xerîb gerekê ji wê nexwe.

[44] Lê her xulamê ku p'eretî hatîye k'ir'înê, wî sinet kî, hingê dikare ji wê bixwe.

[45] Yêd xerîb û k'irêkirî, gerekê ji wê nexwin.

[46] Malekêda gerekê ew bê xwarinê, wî goştî ji mal dernexî û qet hestûkî wî jî neşkênin.

[47] T'emamîya civîna Îsraêl bira vê yekê bike.

[48] Lê gava merivekî xerîb cem te bimîne û bixwaze Derbazbûna Xudan bike, bira her qisimê wîyî nêrîn bê sinetkirinê, hingê dikare nêzîk be vê derecê bike û binelîyê welêt bê h'esabê, lê t'u merivê bêsinet gerekê ji wê nexwe.

[49] Û bira bona binelî û xerîbê ku nav weda dimîne qanûnek be».

[50] H'emû zar'êd Îsraêl usa kirin, çawa ku Xudan e'mirî Mûsa û Harûn kiribû, wana usa jî kir.

[51] Û usa bû ku hema wê r'ojê Xudan zar'êd Îsraêl r'efêd wanva ji welatê Misirê derxistin.

Derk'etin — Chapters