Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 25

[1] Xudan t'evî Mûsa xeberda û gotê:

[2] «Bêje zar'êd Îsraêl ku h'edîyê minr'a bînin, h'edîya min ji destê her merivî hildin, yêd ku bi r'ezedilîyê tînin.

[3] Û ev in ew h'edîyêd ku hûnê ji wan hildin: Zêr', zîv û sifir,

[4] r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez, k'itanê zirav û pir'ç'a bizinê,

[5] ç'ermêd beranaye sor r'engkirî, ç'ermêd ga-me'sîya , darêd darcêwîyê,

[6] bizirê bona r'onayê, biharetêd bona r'ûnê r'ûnkirinê û bona bixûra bînxweş,

[7] kevirêd onîks û kevirêd qîmete bona qaşkirina êfod û r'extsîng .

[8] Bira minr'a pîrozgehekê çêkin, ku ez nava wanda bimînim.

[9] Çawa min t'erzê Konê Şe'detîyê û h'emû nav mala wêva nîşanî te kir, xût usa gerekê çêkin.

[10] Ji dara darcêwîyê sindoqekê çêkin, dirêjayîya wê du zend û nîv, berayîya wê zend û nîv, zend û nîv jî bilindayîya wê be.

[11] Der û hindur'ê wê bi zêr'ê xalis zêr' kî û dora lêva wê t'oqekî zêr'în bavêjêyî.

[12] Bona wê çar xelaqêd zêr'în r'okî û her çar nigava kî, wekî du xelaq alîkîva bin, du xelaq jî alîyê dinva.

[13] Ji dara darcêwîyê destûya çêkî û wan zêr' kî.

[14] Destûya xelaqêd k'êlekêd sindoqêr'a derbaz kî, ku bi wan sindoq bê hildanê.

[15] Bira destû xelaqêd sindoqêda bimînin, neyêne derxistinê.

[16] Û wê Şe'detîya ku ezê bidime te daynî hindur'ê sindoqê.

[17] Qalp'axê baxşandinê ji zêr'ê xalis çêkî, dirêjayîya wê du zend û nîv be, berayîya wê jî zend û nîv.

[18] Û ser her du serîyêd qalp'axê baxşandinê pê zêr' du xêrûbê k'olandî çêkî.

[19] Xêrûbekî serîkîva derxî, xêrûbekî jî serê dinva, xêrûba ji qalp'axê baxşandinê ser her du serîyava derxî.

[20] Bira p'er'êd xêrûba berbi jor vekirî bin û bi p'er'êd xwe qalp'axê baxşandinê binixêmin. Berê wan hevduda be û dîna wan li qalp'axê baxşandinê be.

[21] Qalp'axê baxşandinê jorda bidî ser sindoqê û Şe'detîya ku ezê bidime te daynî hindur'ê sindoqê.

[22] Ezê wira r'astî te bêm t'evî te xeber dim, ji ser qalp'axê baxşandinê nava her du xêrûbêd ku ser Sindoqa Şe'detîyê ne, h'emû t'emîyêd bona zar'êd Îsraêl bidime te.

[23] Ji dara darcêwîyê t'extekî çêkî, dirêjayîya wî du zend, berayîya wî zendek û bilindayîya wî zend û nîv be.

[24] Wî bi zêr'ê xalis zêr' kî û dora wî t'oqekî zêr'în bavêjêyî.

[25] Û dora wî bilindayîya çar t'ilîya kevîyê çêkî, dora kevîya wî jî t'oqekî zêr'în bavêjêyî.

[26] Bona wî çar xelaqêd zêr'în çêkî û wan xelaqa ber her çar niga ser her çar e'nîşkava kî.

[27] Gerekê xelaq kevîyava bin, wekî cîyêd destûya hebin ku t'ext bê hildanê.

[28] Destûya ji dara darcêwîyê çêkî, wan zêr' kî, bi wan gere t'ext bê hildanê.

[29] Bona t'ext sinî û t'asa, cêr' û k'asa ji zêr'ê xalis çêkî, wekî bi wan dîyarîya serdakirinê bê dayînê.

[30] Û t'imê li ser t'ext nanê Xwedêr'a dayî li ber min daynî.

[31] Ji p'arç'ekî zêr'ê xalis şemdaneke bi k'olandinê bê çêkirin, bingeha wê, stûna wê, t'asik, gul û sêvikêd wê h'emû ji wê derk'evin.

[32] K'êleka wêva şeş ç'iqil derên, sê ç'iqil alîkî şemdanêva bin û sê ç'iqil jî alîyê şemdanêyî dinva bin.

[33] Sê t'asikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava li ser ç'iqilekî bin. Sê t'asikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava jî ser ç'iqila din bin, her şeş ç'iqilêd ku ji şemdanê dertên aha bin.

[34] Çar t'asikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava stûna şemdanêva bin.

[35] Sêvikek bin her du ç'iqilêd şemdanêye jêrinva, sêvikek bin her du ç'iqilêd navberêva, sêvikek jî bin her du ç'iqilêd jorinva be. Bona her şeş ç'iqilêd stûna şemdanê jî aha bin.

[36] Sêvik û ç'iqilêd wê gerekê ji wê derên. H'emû ji p'arç'ekî zêr'ê xalis bi k'olandinê bê çêkirin.

[37] H'eft ç'ira bona wê çêkî û usa daynî ku ew pêşîya xwe r'onayî kin.

[38] Bira destik û sinîyêd wê ji zêr'ê xalis bin.

[39] Şemdan h'emû hacetêd wêva ji telantek zêr'ê xalis bê çêkirinê.

[40] Dîna xwe bidê min çi t'erz serê ç'îyê nîşanî te kir, usa jî çêkî.

Derk'etin — Chapters