[1] T'emamîya civîna zar'êd Îsraêl ji Êlîmê r'êk'etin, hatine ber'îya Sînê, ku li navbera Êlîmê û Sînayêda ye, panzdehê meha duda bû ku ji welatê Misirê derk'etibûn.
[2] T'emamîya civîna zar'êd Îsraêl ber'îyêda, hindava Mûsa û Harûnda bîna xwe teng kirin.
[3] Zar'êd Îsraêl gotine wan: «Xwezî em bi destê Xudan li welatê Misirêda bimirana, gava em ber sîtilê goşt r'ûdiniştin û me t'êr nan dixwar, we em derxistine vê ber'îyê ku t'emamîya civînê bir'çîya bikujin».
[4] Hingê Xudan gote Mûsa: «Va ye ezê wer'a ji e'zmên nan bibarînim, bira cime't her r'oj derk'eve, çiqas lazime t'êra wê r'ojê berev ke, wekî wan bicêr'ibînim k'a ewê anegorî t'emîya min bikin yan na.
[5] Û r'oja şeşa çi ku bînin bira hazir kin, ew ser t'opkirina her r'ojîr'a dubare be».
[6] Mûsa û Harûn gotine h'emû zar'êd Îsraêl: «Vê êvarê hûnê bizanibin ku Xudan hûn ji welatê Misirê derxistine.
[7] Serê sibehê hûnê r'ûmeta Xudan bibînin, çimkî ewî bihîst ew bîntengîya weye hindava Xudanda. Em k'î ne ku hûn hindava meda bîntengîyê dikin?»
[8] Mûsa got: «Xudanê êvarê bona xwarinê goşt bide we û serê sibehê jî nan bide h'eta ku hûn t'êr bixwin, çimkî Xudan bihîst ew bîntengîya we. Em k'î ne? Hûn bîna xwe li me teng nakin lê li Xudan».
[9] Mûsa gote Harûn: «Bêje t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl: Li ber Xudan bisekinin, çimkî ewî bîntengîya we bihîst».
[10] Gava Harûn t'emamîya civîna zar'êd Îsraêlr'a xeber dida, wana dîna xwe da ber'îyê, va ye r'ûmeta Xudan li nav e'wrda hate xanê.
[11] Xudan t'ev Mûsa xeber da û gotê:
[12] «Min bîntengîya zar'êd Îsraêl bihîst. T'evî wan xeber de û bêje wan: Berê êvarê hûnê goşt bixwin û serê sibehê jî hûnê bi nan t'êr bin, hingê hûnê bizanibin ku ez Xudan Xwedêyê we me».
[13] Usa qewimî ku êvarê qar'îtk fir'în hatin û zome nixamtin, serê sibehê dor-berê zomê qir'avîyê danî.
[14] Gava ew qir'avîya danî hilat, va ye ser r'ûyê ber'îyê tiştekî mîna kapekê hûr, gilover', mîna qişê li ser e'rdê hebû.
[15] Gava zar'êd Îsraêl dîtin, gotine hev: «Ev çi ye?» Çimkî nizanibûn ew çi ye. Mûsa gote wan: «Ev ew nan e ku Xudan bona xwarina we da.
[16] T'emîya Xudan ev e: Bira her kesî we qasî xwarina xwe ji wî berev ke. Serê her neferê omêrekî berev ke, weke h'esabê wan nefsa, çiqas ku konê her kesîda hene».
[17] Zar'êd Îsraêl usa jî kirin. Berev kirin hineka gelek, hineka hindik.
[18] Û gava çap kirin , k'ê gelek t'op kir, zêde nebû û k'ê hindik t'op kir, kêm nebû. Her yekî qasî xwarina xwe berev kir.
[19] Mûsa gote wan: «Bira t'u kes ji wî h'eta serê sibehê nehêle».
[20] Wana gur'a Mûsa nekir, ji wan hineka h'eta serê sibehê ji wî hiştin. Bîn k'etê û kurmî bû. Mûsa ser wan hêrs k'et.
[21] Her serê sibehê, her yekî t'êra xwarina xwe ji wî berev dikir û çaxê germayîya te'vê didayê ew dih'elîya.
[22] Lê r'oja şeşa ew nan dubare berev kirin, awa gotî serê her yekî du omêr. H'emû serwêrêd civînê hatin gîhandine Mûsa
[23] û wî gote wan: «Ev gotina Xudan e: Sibê r'oja r'ih'etîyê ye, şemîya Xudane pîroz e, çi ku hûnê bipêjin, bipêjin û çi ku hûnê bik'elînin, bik'elînin û her çi ku zêde be, bihêlin bona r'oja din».
[24] Ewê zêde bûyî h'eta serê sibehê hiştin, çawa ku Mûsa gotibû, ne bîn k'etê, ne jî kurmî bû.
[25] Mûsa got: «Îro wî bixwin, çimkî îro r'oja r'ih'etîyêye bona Xudan e, hûnê îro ji wî çolêda nebînin.
[26] Hûnê şeş r'oja ji wî berev kin, lê r'oja h'efta ku şemî ye, wê t'une be».
[27] Û usa qewimî ku r'oja h'efta ji cime'tê hinek derk'etin ku berev kin, lê nedîtin.
[28] Hingê Xudan gote Mûsa: «H'eta k'engê hûnê nexwazin t'emî û hînkirinêd min xwey kin?
[29] Binihêr'in, Xudan şemî da we, lema r'oja şeşa nanê du r'oja dide we, bira her kes cîyê xweda bimîne, r'oja h'efta, t'u kes ji cîyê xwe neleqe».
[30] Cime't r'oja h'efta r'ih'et bû.
[31] Mala Îsraêl navê wî danîn mana , ew mîna ji k'oma t'oximê mêxikê, sipî û te'ma wê mîna k'atê pê hingiv bû.
[32] Mûsa got: «Ev t'emîya Xudan e: Ji wî omêrekî dagirin ku nava nisilêd weda bê xweykirinê, wekî ewana wî nanî bibînin k'îjan ku min hûn ber'îyêda dane xwarinê, gava min hûn ji welatê Misirê derxistin».
[33] Mûsa gote Harûn: «Cêr'ekî hilde omêr e mane t'ijî ke û dayne li ber Xudan, bona ku nav nisilêd weda bê xweyîkirinê».
[34] Çawa Xudan t'emî da Mûsa, Harûn usa ew danî li ber Şe'detîyê ku bê xweyîkirinê.
[35] Zar'êd Îsraêl çil salî mana xwarin, h'eta ku gihîştine welatê şên. Mana xwarin h'eta ku gihîştine sînorê welatê Kenanê.