Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 33

[1] Xudan gote Mûsa: «R'abe ji vira tu û ew cime'ta ku te ji welatê Misirê derxist hevraz anî, hilde her'e wî e'rdê bona k'îjanî min Birahîm, Îshaq û Aqûbr'a sond xwar û got: ‹Ezê wî bidime zur'eta te›.

[2] Ezê pêşîya teva milyak'etekî bişînim û ewê kenanîya, emorîya, h'îtîya, pirîzzîya, h'îwîya û yebûsîya r'aqetîne.

[3] Tê her'î e'rdê şîr û hingiv jê dik'işe, lê ezê xwexa t'evî te hevraz neyêm, çimkî tu miletekî serh'işkî ku nebe ez r'êva qir'a te bînim».

[4] Gava cime'tê ev gotina giran bihîst, şîn kirin û qet kesekî xişirê xwe xava nekir.

[5] Çimkî Xudan gotibû Mûsa: «Bêje zar'êd Îsraêl, hûn miletekî serh'işk in, heger ez deqekê t'evî te hevraz bêm ezê qir'a te bînim. Lê niha xişirêd li ser xwe derxin, ku ez dîna xwe bidimê k'a ez we çawa bikim».

[6] Zar'êd Îsraêl xişirêd xwe hinda ç'îyayê H'orêbê ji ser xwe derxistin.

[7] Mûsa Kon hilda, ji zomê der hinekî ji zomê dûr vegirt û navê wî danî Konê Civînê. Û her kesê ku gazî Xudan dikir, ji zomê derdik'et diçû Konê Civînê, ku ji zomê der bû.

[8] Gava Mûsa derdik'et diçû berbi Kon, hingê h'emû cime't r'adibû û her yek li ber derê konê xwe disekinî û dîna xwe didane Mûsa, h'eta ku ew bik'eta Kon.

[9] Çawa ku Mûsa dik'ete Kon, stûna e'wr peya dibû li ber derê Kon disekinî û Xudan t'evî Mûsa xeber dida.

[10] Gava t'emamîya cime'tê stûna e'wre li ber derê Kon sekinî didît, t'emamîya cime'tê r'adibû û her yek li ber derê konê xwe dever'ûya diçû.

[11] Xudan r'û bi r'û t'evî Mûsa xeber dida, çawa ku merivek t'evî hevalê xwe xeber dide. Mûsa vediger'îya zomê, lê xortê berdestîyê wî Yêşûyê kur'ê Nûn ji Kon dûr nedik'et.

[12] Mûsa gote Xudan: «Belê te gote min: ‹Vê cime'tê derxe›, lê belê te minva e'yan nekir, tê k'ê t'evî min bişînî, te got: ‹Ez te pê navê te nas dikim û te li ber ç'e'vêd min k'erem dît›.

[13] Lê niha hîvî dikim, heger min li ber ç'e'vêd te k'erem dîtîye, r'îyêd xwe li ber min veke wekî ez te nas bikim û li ber te k'eremê bibînim, dîna xwe bidê ku ev milet cime'ta te ye».

[14] Û Xwedê got: «Ezê t'ev te bêm û te bibime r'ih'etîyê».

[15] Mûsa gote wî: «Heger tu neyêyî, me ji vira dernexe.

[16] Wê çawa bê k'ifşê wekî min û cime'ta te li ber ç'e'vêd te k'erem dîtîye, heger tu t'evî me neyêyî? Bi vî awayî ez û cime'ta teyê li r'ûbarî dinê ji h'emû mileta bêne başqekirinê».

[17] Xudan gote Mûsa: «Ezê vê yekê jî bikim ku te got, çimkî te li ber ç'e'vê min k'erem dît û ez te pê navê te nas dikim».

[18] Mûsa got: «Hîvî dikim dîndara xwe minva e'yan ke».

[19] Hingê Xwedê gotê: «Ezê h'emû qencîya xwe li ber teva derbaz kim û navê xwe Xudan li ber te bidime e'lamkirinê, ez k'îjanî bême r'e'mê, ezê bême r'e'mê û dilê min ser k'ê bişewite, wê bişewite».

[20] Got: «Tu r'ûyê min nikarî bibînî, çimkî meriv nikare min bibîne û sax bimîne».

[21] Û Xudan got: «Va ye cem min cîk heye, li ser wî qeyayî bisekine,

[22] gava dîndara min derbaz be, ezê te bikime qeliştoka qeyê û bi destê xwe te binixêmim, h'eta ku ez derbaz bim.

[23] Paşê ezê destê xwe hildim û tê piştêva min bibînî, lê r'ûyê min wê teva neyê dîtinê».

Derk'etin — Chapters