Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 1

[1] Navê kur'êd Îsraêle ku her kes mala xweva t'evî Aqûb hatine Misirê, ev in.

[2] R'ûbên, Şimh'ûn, Lêwî û Cihûda,

[3] Îsaxar, Zebûlon û Binyamîn,

[4] Dan û Neftelî, Gad û Aşêr.

[5] H'emû nefsêd ku ji bedena Aqûb bibûn, h'eftê nefs bûn, Ûsiv jî li Misirê bû.

[6] Ûsiv h'emû birayêd xweva û h'emûyêd wî nisilîda t'emam pêva mirin.

[7] Zar'êd Îsraêl şîn bûn, bêh'esab li hev zêde bûn, gelekî qewat girtin û ew welat bi wanva t'ijî bû.

[8] Hingê ser Misirê yekî nû bû p'adşa, ku derheqa Ûsivda tiştek nizanibû.

[9] Ewî gote cime'ta xwe: «Va ye cime'ta zar'êd Îsraêl ji me gelektir û qewattir e.

[10] Werin em hindava wanda h'ilek'arîyê bikin, ku nebe ew zêde bin û heger şer'ek biqewime, ew jî t'evî dijminêd me bibine yek û miqabilî me şer' kin û ji vî welatî derk'evin her'in».

[11] Hingê serk'ar ser wan k'ifş kirin, wekî bi şixulêd giran wan biçerçirînin. Firewinr'a bajarêd e'mbara, Pît'om û R'amsês çêkirin.

[12] Lê çiqas ew diçerçirandin, ew hê gelek dibûn û li hev zêde dibûn, usa ku misirî ji zar'êd Îsraêl ditirsîyan.

[13] misirîya bêîsafî zar'êd Îsraêl didane xebatê.

[14] E'mirê wan bi şixulê giran bi h'er'îyê û k'elpîç'a, usa jî bi her şixulêd çolêva te'l dikirin, her xebata ku bidana kirinê bêîsafî didane kirinê.

[15] P'adşê Misirê t'evî pîredergûşêd îbranîya xeberda ku navê ji wan yekê Şîprah û navê yekê jî Pûhah bû.

[16] Û got: «Gava k'ulfetêd îbranîya ber zar'ada bin, hingê hûn li ser t'ext dîna xwe bidinê, heger kur' be bikujin, lê heger qîz be bira sax bimîne».

[17] Lê pîredergûş ji Xwedê tirsîyan. Çawa p'adşê Misirê wanr'a gotibû nekirin, lê yêd kur'în jî sax dihiştin.

[18] P'adşê Misirê gazî pîredergûşa kir û gote wan: «We çima ev yek aha kirîye, ku zar'ê kur'în jî sax hiştine?»

[19] Hingê pîredergûşa gote Firewin: «Çimkî k'ulfetêd îbranîya ne mîna k'ulfetêd misirîya ne, ewe serxwe ne, pîredergûş h'eta xwe wanr'a digihînin ewana îdî jê xilaz dibin».

[20] Lema Xwedê pîredergûşar'a kire qencî, cime't li hev zêde bû û gelekî qewat stand.

[21] Pîredergûş ku ji Xwedê tirsîyan, ewî jî malêd wan ava kirin.

[22] Hingê Firewin e'mirî ser t'emamîya cime'ta xwe kir û got: «Her zar'eke kur'înî ji dîya xwe bûyî bavêjine ç'emê Nîlê û her zar'a qîzîn sax bihêlin».

Derk'etin — Chapters