Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 6

[1] Xudan gote Mûsa: «Tê niha bibînî, ku ezê çi serê Firewin bikim. Wê wan bi destê zor ber'de û wê wan bi destê zor ji welatê xwe derxe».

[2] Xwedê t'ev Mûsa xeber da û gote wî: «Ez Xudan im.

[3] Ez çawa Xwedêyê Herî Zor, Birahîm, Îshaq û Aqûbva xuya bûme, lê bi navê xwe Xudan wanva xuya nebûme.

[4] Min t'evî wan peymana xwe girêda, ku welatê Kenanê bidime wan, welatê wanî xerîbîyê, wê dera ku firarî derbaz kirin.

[5] Min zarînîya zar'êd Îsraêl bihîst ku misirîya ew kirine xulam û min peymana xwe bîr anî.

[6] Awa bêje zar'êd Îsraêl: ‹Ez Xudan im! Ezê we ji bin barêd misirîyaye giran derxim û we ji xulamtîya wan aza kim, pê zenda berbir'î we dirêjkirî û dîwanêd giran xilaz kim.

[7] Û ezê we bikime cime'ta xwe û bibime Xwedêyê we. Û hingê hûnê bizanibin ku Xudan Xwedêyê we ez im, yê ku hûn ji bin barêd misirîyaye giran derxistin.

[8] Û ezê we bibime wî welatî, bona k'îjanî min sond xwar ku bidime Birahîm, Îshaq, Aqûb, ezê wî çawa war bidime we. Ez Xudan im›».

[9] Mûsa ev yek zar'êd Îsraêlr'a got, lê wan ji diltengîyê û ji dest şixulêd giran guhdarîya Mûsa nekirin.

[10] Xudan t'ev Mûsa xeber da û gotê:

[11] «Her'e cem Firewinê p'adşê Misirê bêje ku zar'êd Îsraêl ji welatê xwe ber'de».

[12] Hingê Mûsa li ber Xudan xeber da û gotê: «Va ye, zar'êd Îsraêl guhdarîya min nakin, îdî k'u ma ku Firewin guhdarîya min bike? Ez jî zimênda giran im».

[13] Û Xudan bona zar'êd Îsraêl û Firewinê p'adşê Misirê t'evî Mûsa û Harûn xeberda û e'mirî ser wan kir ku zar'êd Îsraêl ji Misirê derxin.

[14] Pêşîyêd malbetêd wan ev in. Kur'êd R'ûbên, nixurîyê Îsraêl, ev in: Henox, Pallû, Hesrûn û K'armî. Ev in malbetêd R'ûbên.

[15] Kur'êd Şimh'ûn ev in: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Sohar û kur'ê k'ulfeta kenanî Şawûl. Ev in malbetêd Şimh'ûn.

[16] Navêd kur'êd Lêwî, li gora serecema r'ik'inyatêd xweva, ev in: Gêrşon, Qohat' û Mêrarî. T'emamîya salêd e'mirê Lêwî sed sî û h'eft sal bûn.

[17] Kur'êd Gêrşon, li gora malbetêd xwe, ev in: Lîbnî û Şîmî.

[18] Kur'êd Qohat' ev in: E'mram, Îshar, Hêbron û Ûzîêl. T'emamîya salêd e'mirê Qohat' sed sî û sê sal bûn.

[19] Kur'êd Mêrarî ev in: Mah'lî û Mûşî. Ev in malbetêd Lêwî li gora serecema r'ik'inyatêd xweva.

[20] E'mram met'a xwe Yok'ebed stand û ewê wîr'a Harûn û Mûsa anîn. Salêd e'mirê E'mram sed sî û h'eft sal bûn.

[21] Kur'êd Îshar ev in: Qorax, Nefeg û Zîk'rî.

[22] Kur'êd Ûzîêl ev in: Mîşaêl, Elsafan û Sît'rî.

[23] Harûn Elîşeba, qîza Amînadav xûşka Nehşon stand. Ewê wîr'a Nadab, Abîhû, Êlazar û Ît'amar anîn.

[24] Kur'êd Qorax ev in: Assîr, Elqanah û Abîasaf. Ev in malbetêd qoraxî.

[25] Êlazarê kur'ê Harûn ji nav qîzêd Pûtîêl yek xwer'a jin xwest, ewê jî wîr'a Pînhas anî. Pêşîyêd lêwîya li gora malbetêd xweva ev in.

[26] Ev in ew Mûsa û Harûnê, k'îjanar'a ku Xudan got: «Zar'êd Îsraêl, r'efêd wanva ji welatê Misirê derxin».

[27] Ewêd ku t'ev Firewin p'adşê Misirê xeber din û bona zar'êd Îsraêl ji Misirê derxin ev in: Mûsa û Harûn.

[28] Çaxê ku Xudan welatê Misirêda t'evî Mûsa xeber da,

[29] wê hingê Xudan Mûsar'a xeber da û gotê: «Ez Xudan im! Her tiştê ku ez ter'a dibêjim, bêje Firewinê p'adşê Misirê».

[30] Mûsa jî li ber Xudan got: «Va ye ez zimênda giran im, Firewinê çawa guhdarîya min bike?»

Derk'etin — Chapters