Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan ji Konê Civînê gazî Mûsa kir û gote wî:

[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: ‹Gava yekî ji we qurbanekê Xudanr'a bide, bira ew qurbana we ji gar'anê be yan ji kêrî.

[3] Heger qurbana wîye dîyarîya t'evayîşewatê ji gar'anê ye, bira ew yê nêr û bêqusûr bîne li ber derê Konê Civînê, ku li ber Xudan bê qebûlkirinê.

[4] Bira ew destê xwe dayne li ser serê dîyarîya t'evayîşewatê ku bê qebûlkirinê, bona k'ewandina gunêd wî.

[5] Bira ew canega li ber Xudan serjêke û kur'êd Harûnne k'ahîn xûnê hildin bir'eşînine li ser her alîyêd gorîgeha li ber derê Konê Civînê.

[6] Bira dîyarîya t'evayîşewatê p'ost ke û çîtî-çîtî hûr ke.

[7] Hingê kur'êd Harûnê k'ahîn agir daynine li ser gorîgehê û qirşa bidine li ser êgir.

[8] Kur'êd Harûnne k'ahîn bira wan çîtîya, serî û donva bidine li ser wan qirşêd agirê li ser gorîgehê.

[9] Lê navdil û niga jî, bira yê dîyardar pê avê bişo û k'ahîn gişkî li ser gorîgehê bişewitîne, çawa dîyarîya t'evayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

[10] Heger qurbana wîye dîyarîya t'evayîşewatê ji kêrî ye, awa gotî ji pêz yan bizina ye, bira ew yê nêr û bêqusûr bide.

[11] Wî li ber Xudan alîyê bakura gorîgehê serjêke û kur'êd Harûnne k'ahîn xûna wî li ser her alîyêd gorîgehê bir'eşînin.

[12] Û çîtî-çîtî hûr ke, serî û donva k'ahîn dayne li ser qirşêd agirê li ser gorîgehê.

[13] Lê navdil û niga jî, bira yê dîyardar pê avê bişo û k'ahîn gişkî bîne li ser gorîgehê bişewitîne, çawa dîyarîya t'evayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweşe bona Xudan.

[14] Heger qurbana wîye dîyarîya t'evayîşewatê bona Xudan ji teyreda ye, hingê bira qurbana xwe ji fatimoka yan jî ji cûcûkêd kewa bide.

[15] Bira k'ahîn wê bîne ber gorîgehê, serî lê hilqetîne û başqe li ser gorîgehê bişewitîne û xûn k'êleka gorîgehêda her'e.

[16] Û qaqar'ûşka wê e'debêva derxe alîyê r'ohilata gorîgehêva bavêje k'ozîdangê.

[17] Ewê ji baskada vejene, bêyî ji hev qetandin, bira k'ahîn li ser gorîgehê, li ser darê ser êgir bişewitîne. Eva dîyarîya t'evayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

Q. K'anîntîyê — Chapters