[1] Xudan gote Mûsa: «Belakê jî ezê bînim ser Firewin û Misirê, paşê wê we ji vir ber'de, gava hûn ber'dan wê berî we de ji vir derxe.
[2] Niha cime'têr'a bêje, bira her mêrek ji cînarê xwe û her k'ulfetek ji cînara xwe xişirêd zîv û zêr'în bixwaze».
[3] Xudan li ber ç'e'vê misirîya, cime't şîrin kir. Mûsa jî welatê Misirêda ber xulamêd Firewin û ber cime'tê, merivekî gelekî xweyîqedir bû.
[4] Mûsa gote Firewin: «Xudan aha dibêje: Nêzîkîya nîvê şevê ezê nava Misirêr'a derbaz bim.
[5] Welatê Misirêda her nixurîyê bimire, ji nixurîyê Firewinî ku ser t'ext r'ûniştîye, h'eta nixurîyê carîya ku ser destêr' e û usa jî her nixurîyê h'eywên.
[6] Û wê zarînîke k'ûr bik'eve t'emamîya welatê Misirê, ku tiştê usa ne qewimîye û ne jî wê biqewime.
[7] Lê hindava zar'êd Îsraêlda, ji meriva girtî h'eta h'eywên, sekê jî zimanê xwe nelipitîne. Hingê hûnê bizanibin, ku Xudan li nav Misirê û Îsraêlda firqîyê datîne.
[8] Û ev h'emû xulamêd te wê berjêr bêne cem min, ber min tabin û bêjin: «Tu û t'emamîya cime'ta ku pey te tê derk'eve». Pey vê yekêr'a ezê derk'evim». Û Mûsa gelekî hêrs ji cem Firewin derk'et.
[9] Xudan gotibû Mûsa: «Firewinê gur'a we neke, wekî welatê Misirêda nîşanêd min bêne zêdekirinê».
[10] Mûsa û Harûn ev h'emû nîşan li ber ç'e'vê Firewin kirin, lê Xudan dilê Firewin kire kevir û ewî zar'êd Îsraêl ji welatê xwe ber'nedan.