Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 18

[1] Xezûrê Mûsa, Ît'royê t'erêqê Midyanê ev h'emû bihîstin, ku Xwedê bona Mûsa û cime'ta xwe Îsraêl çi kir û çawa Xudan Îsraêl ji Misirê derxist.

[2] Hingê Ît'royê xezûrê Mûsa, jina Mûsa Sîpporah, pey paşdabirina wêr'a hilda,

[3] t'evî her du kur'êd wê, navê yekî Gêrşom bû, çimkî ewî gotibû: «Welatê xerîbda firarî me»

[4] û navê yê din Êlîyazêr bû, çimkî ewî gotibû: «Xwedêyê bavê min alîk'arê min bû û ez ji şûrê Firewin aza kirim».

[5] Xezûrê Mûsa Ît'ro t'ev her du kur'êd wî û jina wî hate ber'îyê cem Mûsa, wê dera ku ewî ber ç'îyayê Xwedê zoma xwe lêxistibû.

[6] Ewî cab da Mûsa û got: «Ez xezûrê te Ît'ro me, t'ev her du kur'êd te û jina te tême cem te».

[7] Mûsa r'abû pêşîya xezûrê xweda çû, ber wî ta bû, ew r'amûsa, h'al-h'ewalê hev pirsîn û k'etine kon.

[8] Mûsa ew h'emû xezûrê xwer'a gilîkirin, çi ku Xudan bona Îsraêl anîbûn serê Firewin û misirîya, ku r'êva çiqas cefa dîtibûn û Xudan çawa ew aza kirine.

[9] Ît'ro şa bû bona wan kirêd qence ku Xudan Îsraêlr'a kiribûn, gava ew ji destê misirîya aza kirine.

[10] Û Ît'ro got: «Bimbarek be Xudan ku hûn ji destê misirîya û ji destê Firewin aza kirin, yê ku cime'ta xwe ji bindestîya misirîya aza kir.

[11] Niha ez zanim ku Xudan ji h'emû xwedêya mestir e, hema wê yekêda bi k'îjana ewana li ber îsraêlîya pê difir'în».

[12] Û Ît'royê xezûrê Mûsa dîyarîya t'evayîşewatê û qurban Xwedêr'a anîn. Harûn û h'emû r'ûspîyêd Îsraêl t'ev xezûrê Mûsa hatin ber Xwedê nan bixwin.

[13] R'ojtira dinê Mûsa r'ûnişt ku h'akimtîyê cime'tê bike, cime't serê sibehê h'eta êvarê cem Mûsa sekinî ma.

[14] Gava xezûrê Mûsa ev h'emû dît ku ew çi li cime'tê dike, got: «Ev çi tişte ku tu li cime'tê dikî? Çima tu t'enê r'ûdinêyî û t'emamîya cime'tê serê sibehê h'eta êvarê cem te disekine?»

[15] Mûsa gote xezûrê xwe: «Çimkî cime't tê cem min ku ji Xwedê bipirse.

[16] Gava li nav wanda tiştek diqewime ew têne cem min û ez li nav her du merivada h'akimtîyê dikim û ez qanûn û hînkirinêd Xwedê li ber wan vedikim».

[17] Hingê xezûrê Mûsa gote wî: «Kirina te ne tiştekî qenc e,

[18] bi vê yekê hin tê bih'elî-bimaşî, hin jî ev cime'ta ku t'evî teye, çimkî ev şixula bona te gelekî giran e, tu t'enê nikarî vê yekê bikî.

[19] Niha guh bide gotina min, ezê şîretekê bidime te û Xwedêyê t'evî te be. Bona cime'tê tu her'e li ber Xwedê û pirsêd wan dayne li ber Xwedê.

[20] Qanûn û hînkirina wan hîn bike û wê r'îya ku ew gerekê têda her'in ber wan veke, usa jî wan kirêd ku gerekê bikin.

[21] Lê tu, ji nava h'emû cime'tê, merivêd jêhatî, Xwedêxof, merivêd amine ku k'ara xwe nager'in bibijêre û ji van, serh'ezara, serseda, serpêncîya û serdeha ser wan k'ifş ke.

[22] Bira her gav evana h'akimtîyê li cime'tê bikin, her tiştêd çetin ter'a bêjin, lê yêd sivik, bira xwexa h'akimtîyê bikin, bi vî awayî wê ji ser te sivik be û wî barî t'evî te hildin.

[23] Heger tu vê yekê bikî û Xwedê jî usa ter'a bêje, hingê tê bikaribî teyax kî û t'emamîya vê cime'tê jî wê xêr û silamet her'e bigihîje cîyê xwe».

[24] Mûsa gotina xezûrê xwe qebûl kir û ew her tiştê ku wîr'a got kir.

[25] Û Mûsa ji nava t'emamîya îsraêlîya merivêd jêhatî bijartin û ew ser cime'tê serwêr, awa gotî serh'ezar, sersed, serpêncî û serdehe k'ifş kirin.

[26] Her gav wana h'akimtîya cime'tê dikir, tiştêd çetin digîhandine Mûsa, lê yêd sivik xwexa h'akimtî dikirin.

[27] Mûsa xezûrê xwe ver'êkir û ew çû welatê xwe.

Derk'etin — Chapters