[1] Xwedê ev h'emû xeber gotin:
[2] «Ez Xudan Xwedêyê te me, yê ku tu ji welatê Misirê, ji mala xulamtîyê derxistî.
[3] Pêştirî min xwedêyêd teye mayîn t'une bin.
[4] T'u p'ûtî mîna dilqê tiştekîda xwer'a çênekî, ne jor li e'zmên, ne jêr li ser e'rdê, ne jî nava avêd bin e'rdêda.
[5] Ber t'u p'ûtî ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî k'umr'eş im, ku bona neheqîyêd bava tînime serê zar'a, h'eta nisilê sisîya û çara ku dijenine min,
[6] lê ewêd ku min h'iz dikin û t'emîyêd min xwey dikin, ezê h'eta h'ezar nisilî hindava wanda h'uba xweye amin bidime k'ifşê.
[7] Navê Xudan Xwedêyê xwe badîhewa nedî ser zarê xwe, çimkî Xudan wê yê ku navê wî badîhewa dide ser zarê xwe, bê ceza nahêle.
[8] R'oja şemîyê bîne bîra xwe, wekî wê pîroz xwey kî.
[9] Şeş r'oja bixebite û h'emû şixulêd xwe bike,
[10] lê r'oja h'efta, şemîya r'ih'etîya bona Xudan Xwedêyê te ye, t'u şixulî nekî, ne tu, ne kur'ê te, ne qîza te, ne xulamê te, ne carîya te, ne h'eywanê te, ne jî xerîbê nava teda.
[11] Çimkî Xudan şeş r'ojada e'rd û e'zman, be'r û h'emûyêd nav wanda çêkirin û r'oja h'efta r'ih'et bû, lema Xudan dua r'oja şemîyê kir û ew pîroz kir.
[12] Qedirê dê û bavê xwe bigirî, wekî e'mirê te li ser e'rdê ku Xudan Xwedêyê teyê bide te dirêj be.
[13] Nekujî.
[14] Zinîyê nekî.
[15] Nedizî.
[16] Miqabilî t'u kesî şe'detîya derew nedî.
[17] Dilhavijîya mala t'u kesî nekî. Ne dilhavijîya k'ulfeta t'u kesî, ne xulamê wî, ne carîya wî, ne gayê wî, ne k'era wî, usa jî t'u tiştê t'u kesî».
[18] T'emamîya cime'tê qir'ç'în û dengê bor'îya stirûyê bihîstin, birq vedana birûskê û dûyê ji ç'îyê derdik'et dîtin, r'isasê cime't girt û dûr sekinîn.
[19] Hingê gotine Mûsa: «Tu t'evî me xeber de û emê guhdarîya te bikin, lê bira Xwedê t'evî me xeber nede, ku em nemirin».
[20] Mûsa gote cime'tê: «Netirsin, çimkî Xwedê hatîye we bicêr'ibîne, wekî xofa wî ser we be ku hûn guna nekin».
[21] Cime't dûr sekinî, lê Mûsa çû nêzîkî wê te'rîya şever'eş bû, wê dera ku Xwedê lê bû.
[22] Xudan gote Mûsa: «Aha bêje zar'êd Îsraêl: We xwexa dît ku min ji e'zmên t'evî we xeberda.
[23] Ser minr'a xwedêyêd zîvîn çênekin, ne jî xwedêyêd zêr'în çêkin bona xwe.
[24] Ji axê gorîgehekê minr'a çêke. Ser wê dîyarîyêd xweye t'evayîşewatê û yêd heleqetîyê, pez û dewarêd xwe bide. Her cîyê ku ez navê xwe bidime bîranînê, ezê bême cem te û dua te bikim.
[25] Heger tu minr'a pê kevira gorîgehê çêkî, ji kevirêd t'er'işandî çênekî, çimkî gava tu hacet kevira xî, tê wan bih'er'imînî.
[26] Û pê p'êpelînga hilnek'işî ser gorîgeha min, wekî te'zîbûna te ser wê venebe.