[1] Hingê ev stirana Mûsa û zar'êd Îsraêl Xudanr'a stiran û gotin: «Xudanr'a distirêm, çimkî ew xweyê r'ûmeta mezin e, hesp û sîyarî avîtine be'rê.
[2] Xudan e qewata min û r'ûspîtîya min. Ew minr'a bû xilazbûn. Ew e Xwedêyê min û ezê şikirîyê bidime wî. Ew e Xwedêyê bavê min û ezê wî bilind kim.
[3] Xudan şer'k'ar e, navê wî Xudan e.
[4] E'rebêd şêr' û ordîya Firewin avîtine be'rê, sereskerêd wîye jibare nuqî Be'ra Sor bûn.
[5] Bêbinîya ew nixamtin, mîna kevir k'etine k'ûrayê.
[6] Destê teyî r'astê, ya Xudan, qudretêva r'ûmetkirî ye, destê teyî r'astê, ya Xudan, dijmin hûrdexweşî dike.
[7] Tu bi mezinayîya r'ûmeta xwe, miqabilêd xwe dever'û dikî, tu hêrsa xwe dişînî, mîna xozanê wan dişewitîne.
[8] Av ji hewa pozê te lod bûn, lêyî mîna dîwêr sekinîn, bêbinî dilê be'rêda mewicîn.
[9] Dijmin got: Pey k'evim xwe pêr'a bigihînim, t'alên p'arevekim û nefsa minê pê wan t'êr be ezê şûrê xwe k'aş kim û destê minê qir'a wan bîne.
[10] Lê te bayê xwe r'akir, be'rê ew nixamtin, ava qewînda, mîna gulê k'etine binî.
[11] K'î ye mîna te nav xwedêyada, ya Xudan? K'îjan e mîna te pîrozîyêda xweyîr'ûmet, xweyîpesin-qudret û k'eremetkir?
[12] Destê xweyî r'astê te dirêj kir, e'rdê ew daqurtandin.
[13] Tu bi h'uba xweye amin r'êberîya vê cime'tê dikî, ya ku te xilaz kirîye. Tu bi qewata xwe wan dibî xana xweye pîroz.
[14] Mileta bihîst û dilerizin, tirs k'ete ser binelîyêd Filesetê.
[15] Hingê saw k'ete ser mîrêd Edomê, serwêrêd Mowabê lerizîn û t'emamîya binelîyêd Kenanê h'elîyan.
[16] Xof û tirs k'ete ser wan, ji mezinayîya zenda te, wê mîna kevira sar bin, h'eta ku derbaz be cime'ta te, ya Xudan, h'eta ku derbaz be ev cime'ta, ya ku te stand.
[17] Tê wan bînî li ç'îyayê milk'ê xwe daç'ikînî, wî cîyî, ya Xudan, ku te bona mayîna xwe çêkir. Wê pîrozgehêda, Xweyê min, ku destêd te çêkirin.
[18] Xudanê h'eta-h'etayê p'adşatîyê bike».
[19] Gava hespêd Firewin û e'rebêd wî sîyarîyava k'etine be'rê, Xudan ava be'rê ser wanda veger'and, lê zar'êd Îsraêl, li nav be'rê ser zihayêr'a çûn.
[20] Meryema xûşka Harûne p'êxember def girte destê xwe, h'emû k'ulfet jî def destada bi r'eqasê li pey wê derk'etin.
[21] Û Meryemê li wan vediger'and: «Xudanr'a bistirên, çimkî ew xweyê r'ûmeta mezin e, hesp û sîyarî avîtine be'rê».
[22] Mûsa zar'êd Îsraêl ji Be'ra Sor birin, çûn gihîştine ber'îya Şûrê, sê r'oja ber'îyêva çûn û r'astî avê nehatin.
[23] Gava gihîştine Marahê, nikaribûn ava Marahê vexwarana, çimkî te'l bû, lema navê wê Marah hate danînê.
[24] Hingê cime'tê bîna xwe li Mûsa teng kir û gotê: «Em çi vexwin?»
[25] Hingê Mûsa gazî Xudan kir, Xudan jî darek nîşanî wî da, ewî avîte nava avê û av xweş bû. Wê derê Xudan qanûn û t'emî dane wan, li wê derê ew cêr'ibandin
[26] û got: «R'ast heger tu gur'a Xudan Xwedêyê xwe bikî û ew tiştê ku wî xweş tên bikî, guh bidî t'emîyêd wî û h'emû qanûnêd wî xwey kî, ezê ji wan nexweşîya qet yekê neynime serê te, çi ku min anî serê misirîya, çimkî ez Xudan im, h'ekîmê te».
[27] Pey van yekar'a ewana gihîştine Êlîmê, wê derê donzdeh kanîyêd ava û h'eftê darêd xurma hebûn, wê derê cem avê konêd xwe vegirtin.