Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 24

[1] Xwedê gote Mûsa: «Hilk'işe berbi Xudan, tu, Harûn, Nadab, Abîhû, û h'eftê r'ûspîyêd Îsraêl û dûrva bih'ebînin.

[2] T'enê bira Mûsa nêzîkî Xudan be, lê ewana bira nêzîk nebin, ne jî bira cime't t'evî wî hilk'işe».

[3] Mûsa veger'îya hat, h'emû xeber û h'emû qanûnêd Xudan gotine cime'tê. T'emamîya cime'tê bi hevr'a cab da û got: «H'emû xeberêd ku Xudan gotîye, emê bikin!»

[4] Mûsa h'emû xeberêd Xudan nivîsîn. Serê sibehê zû r'abû binat'ara ç'îyê gorîgeh çêkir, weke h'esabê donzdeh qebîlêd Îsraêl donzdeh h'eykel dane sekinandinê.

[5] Û wî ji xortêd zar'êd Îsraêl şandin, wana Xudanr'a dîyarîyêd t'evayîşewatê kirin û bona dîyarîyêd heleqetîyê canega qurban dan.

[6] Mûsa nîvê xûnê hilda kire t'eşta û nîvê din jî r'eşande ser gorîgehê.

[7] Û k'itêba peymanê hilda ber cime'tê xwend, wana got: «H'emû çi ku Xudan got emê bikin û gur'a wîda bin».

[8] Hingê Mûsa xûn hilda r'eşande ser cime'tê û got: «Va ye xûna wê peymanê, ya ku Xudan anegorî van h'emû xebera t'evî we girêda».

[9] Pey van yekar'a Mûsa, Harûn, Nadab, Abîhû û h'eftê r'ûspîyêd Îsraêl hilk'işîyane jorê,

[10] hingê wana Xwedêyê Îsraêl dît, bin nigêd wîda tiştekî mîna k'elpîç'ê safîr bû û mîna e'zmên zelal bû.

[11] Û ewî destê xwe li ser zar'êd îsraêlîyaye bijartî bilind nekir. Wana Xwedê dît, xwarin û vexwarin.

[12] Û Xudan gote Mûsa: «Hilk'işe ser ç'îyê cem min wê derê bisekine û ezê selêd kevirî t'ev qanûn û t'emîyêd ku min bona hînkirina wan nivîsîn bidime te».

[13] Mûsa û berdestîyê wî Yêşû r'abûn, Mûsa ku wê hilk'işîya ser ç'îyayê Xwedê,

[14] hingê gote r'ûspîya: «Hûn vir hîvîya me bimînin, h'eta ku em veger'ine cem we. Va Harûn û Hûr cem we ne, pirsa k'ê hebe bira her'e cem wan».

[15] Mûsa hilk'işîya ser ç'îyê û e'wr ç'îya nixamt.

[16] R'ûmeta Xudan peyayî ser ç'îyayê Sînayê bû û e'wr şeş r'oja ç'îya nixamt, Xudan r'oja h'efta ji nav e'wrda gazî Mûsa kir.

[17] R'ûmeta Xudan li ber ç'e'vê zar'êd Îsraêl mîna agirê p'er'itandinê bû li ser serê ç'îyê.

[18] Mûsa k'ete li nava e'wr û hilk'işîya ç'îyê. Mûsa çil r'oj û çil şevî serê ç'îyê ma.

Derk'etin — Chapters