[1] Hingê Bisalêl, Oholîab û her kesêd xweyîfirasete yê ku Xudan firasetî û bîlantî dabû wan, bona her cûr'e şixulêd pîrozgehê bizanibin û anegorî t'emîya Xudan bikin.
[2] Mûsa gazî Bisalêl, Oholîab û h'emûyêd xweyîfiraset kir, dilê k'îjanada Xudan firasetî danîbû, awa gotî gazî wan, dilê k'îjanî dik'işande wî k'arî, ku wê xebatê bike.
[3] Hingê wana ew h'emû h'edî, k'îjan ku zar'êd Îsraêl bona xebata pîrozgehê anîbûn, ji cem Mûsa hildan. Û her serê sibehê cime'tê bi r'ezedilîya xwe hê h'edîyêd xwe danîne cem wî.
[4] H'emû xweyîfirasetêd ku h'emû xebata pîrozgehê dikirin, her kes ji xebata xwe hat,
[5] t'evî Mûsa xeberdan û gotinê: «Bona vî şixulî çiqas ku Xudan t'emî dabû bikin, cime't ji wê zêdetir tîne».
[6] Mûsa t'emî da ku zomêda e'lam kin bêjin: «Ji vir şûnda ne mêr ne jin bona h'edîya pîrozgehê îdî t'u tiştî neke». Û cime'tê dest ji anînê k'işand.
[7] Ew tiştêd anîbûn t'êra h'emû şixulê ku wê bikirana kir û ber jî ma. Çêkirina p'er'da
[8] H'emû xweyîfirasetêd nava xebatk'ara, ji k'itanê zirav-badayî, r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez dehe tej bi xebata nitirandinê xêrûb ser derxistin bona Konê Şe'detîyê.
[9] Dirêjayîya her tejî bîst û h'eyşt zend bû, berayîya her tejî jî çar zend bû, çapa h'emû teja weke hev bû.
[10] Pênc tej hevva kirin û pêncê jî hevva.
[11] Ji r'îsê şîn p'evgirêk avîtine li kevîya kerê tejêd pêşin li ser lêva hevvabûnê, usa jî avîtine lêva kevîya kerê tejêd mayînî hevvabûnê.
[12] Pêncî p'evgirêk avîtine ser p'arç'ê her pênc tejê e'wlin, pêncî p'evgirêk jî avîtine ser lêva p'arç'ê her pênc tejê duda, usa ku h'emû p'evgirêka hevr'a xeber didan.
[13] Pêncî qemitokêd zêr'în çêkirin û her du p'arç'êd pênc tejî pê wan qemitoka hevva kirin û Konê Şe'detîyê bû yek.
[14] Bona ser girtina Konê Şe'detîyê ji pir'ç'a bizinê yanzdeh tej çêkirin.
[15] Dirêjayîya her tejî sî zend bû û berayîya her tejî jî çar zend bû, usa ku çapa her yanzdeh teja weke hev bû.
[16] Pênc tej başqe hevva kirin û şeş tej jî başqe.
[17] Pêncî p'evgirêk avîtine li kevîya kerê p'arç'ê pênctejîyî pêşine li ser lêva hevvabûnê, pêncî p'evgirêk jî avîtine li kevîya kerê p'arç'ê şeştejêyî mayîn e li ser lêva hevvabûnê.
[18] Bona hevvakirina kon ji sifir pêncî qemitok çêkirin ku bibe yek.
[19] Ji ç'ermêd beranaye sor r'engkirî sergirek çêkirin bona sergirtina kon, ji ç'ermêd ga-me'sîya jî serk'êşek çêkirin, bona k'işandina li ser wê.
[20] Bona Konê Şe'detîyê ji dara darcêwîyê çîtêd sekinandî çêkirin.
[21] Dirêjayîya her çîtî dehe zend bû, berayîya wan jî zend û nîvek bû.
[22] Serê her çîtî du k'ert bûn, ku hevda r'ûdiniştin, h'emû çîtêd Konê Şe'detîyê jî usa çêkirin.
[23] Konê Şe'detîyêr'a, bona alîyê ku dik'eve başûrê, bîst çît çêkirin,
[24] ji zîv çil bingeh bona bîst çîtî çêkirin, du bingeh çîtê e'wlinr'a, bona her du k'erta, usa jî bona yêd mayîn.
[25] Bona alîyê din bakura Konê Şe'detîyê bîst çît çêkirin,
[26] bona wan çil bingehêd zîvîn çêkirin, du bingeh bin çîtê e'wlinr'a, du bingeh jî bin her çîtêd mayînr'a.
[27] Bona pişta Konê Şe'detîyê alîyê r'oavayêva şeş çît çêkirin.
[28] Alîyê piştêva bona e'nîşkêd Konê Şe'detîyê du çît çêkirin.
[29] Ew alîyê jêrêva cot bûn û jorêva jî pê xelaqekê hevvakirî bûn. Bona her du e'nîşka her du jî usa çêkirin.
[30] H'eyşt çît û şanzdeh bingehêd wane zîvîn bûn, binê her çîtîda du bingeh bûn.
[31] Ji dara darcêwîyê destû çêkirin. Pênc bona çîtêd alîkî Konê Şe'detîyê,
[32] pênc jî bona çîtêd alîyê dinêyî Konê Şe'detîyê û pênc destû jî alîyê r'oavayêva bona çîtêd pişta Konê Şe'detîyê.
[33] Destûyê navê çêkirin ku nava çîtar'a ji vî serî derbazî serê din be.
[34] Çît zêr' kirin, xelaqêd wan, awa gotî cîyêd ku destû têr'a derbaz dibin, bi zêr' çêkirin. Destû jî zêr' kirin.
[35] Ji r'îsê şîn, şîrk û sorê gevez û ji k'itanê zirav-badayî p'er'de bi xebata nitirandinê xêrûb li ser çêkirin.
[36] Ew avîtine ser çar stûnêd darcêwîyêye zêr'kirî, ku çengelêd wan zêr' bûn, bona wan çar bingehêd zîvîn r'okirin.
[37] Bona derê kon p'er'de ji r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û ji k'itanê zirav-badayî bi xebata neqişandîtîyê çêkirin,
[38] bona wê pênc stûn çengelêd wanva çêkirin, serêd wan û şîşêd wan zêr' kirin. Her pênc bingehêd wan jî ji sifir bûn.