Derk'etin 4
[1] Mûsa lê veger'and û got: «Lê ewê min bawer nekin û ne jî wê dengê min bibihên, çimkî wê bêjin, Xwedê teva xuya nebû ye».
[2] Hingê Xwedê gote Mûsa: «Ew çî ye destê teda?» Ewî got: «Şivdar e».
[3] Xwedê gotê: «Wê bavêje e'rdê». Ewî avîte e'rdê, bû me'r û Mûsa jê r'evî.
[4] Xudan gote Mûsa: «Destê xwe dirêj kê poç'ê bigire». Ewî jî destê xwe dirêj kirê ew girt û ew destê wîda bû şivdar.
[5] «Bi vê yekê wê bawer bikin, wekî Xudan Xwedêyê kal-bavêd wan, Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb teva xuya bûye».
[6] Xudan dîsa gote Mûsa: «Niha destê xwe têke p'aşila xwe». Ewî destê xwe kire p'aşila xwe derxist û va ye, destê wî bû mîna berfa k'unî-k'unî bûyî.
[7] Xwedê gotê: «Destê xwe dîsa têke p'aşila xwe». Ewî dîsa destê xwe kire p'aşila xwe derxist û va ye, ew dîsa bû mîna qalibê wî.
[8] «Heger te bawer nekin û guh nedine nîşana pêşin, wê bawerîya xwe nîşana duda bînin.
[9] Lê heger van her du nîşana jî bawer nekin û guh nedine dengê te, hingê ji ç'emê Nîlê avê hilde û bir'êje ser e'rdê. Ew ava ku te ji Nîlê hilda wê ser e'rdê bibe xûn».
[10] Mûsa gote Xudan: «Xweyê min, hîvî dikim! Ezî xeberdanêda ne serxwe me, ne duhu ne jî pêr û ne jî pey vê xeberdanêr'a ku te t'ev xulamê xwe xeberda, lê ez yekî devqer'imî û zimênda giran im».
[11] Hingê Xudan gote wî: «K'ê dev da mêriv, yan k'ê ker' û lal çêkirin, yan yê ku dibîne, yan yê kor? Ez Xudan nînim?
[12] Awa niha tu her'e ezê t'evî devê te bim û te hîn kim, çi ku tu gerekê bêjî».
[13] Ewî gotê: «Xweyê min, hîvî dikim! K'erema xwe yekî dinê bişîne».
[14] Hingê hêrsa Xudan li Mûsa r'abû û gotê: «Harûnê lêwî ne birê te ye? Ez zanim ku ewî xeberdanêda serxwe ye, va ye ewê pêşîya teda bê û gava ew te bibîne wê gelekî şa be.
[15] Tu t'evî wî xeber de û xebera bike devê wî, ezê devê te û devê wîr'a bim, ezê we hîn kim ku hûnê çi bikin.
[16] Bira ew dewsa te cime'têr'a xeber de û ew ter'a bibe dewsa dev û tu jî wîr'a dewsa Xwedê.
[17] Û wê şivdarê bigire destê xwe, wekî bi wê nîşana bikî».
[18] Mûsa veger'îya çû cem xezûrê xwe Ît'ro û jêr'a got: «Îzina te hebe ez veger'ime cem biratîya xweye Misirêda bibînim, k'a ew hene yan t'unene». Ît'ro gote Mûsa: «Her'e ter'a oxir be».
[19] Xudan Midyanêda Mûsar'a got: «Her'e veger'e Misirê, çimkî ew merivêd ku pey e'mirê te k'etibûn h'emû jî mirine».
[20] Mûsa r'abû jina xwe, kur'êd xwe li k'erê sîyar kirin û veger'îya welatê Misirê. Mûsa şivdara Xwedê girte destê xwe.
[21] Hingê Xudan gote Mûsa: «Gava tu veger'î her'î Misirê, bikî ku tu wan h'emû nîşanêd ku min dane destê te, li ber Firewin bikî, lê ezê dilê wî bikime kevir û ewê cime'tê ber'nede.
[22] Û bêje Firewin: Xudan aha dibêje: Îsraêl kur'ê minî nixurî ye.
[23] Ez ter'a dibêjim: Kur'ê min ber'de ku ew xulamtîya min bike, lê heger tu nexwazî wî ber'dî, va ye ezê kur'ê teyî nixurî bikujim».
[24] Û usa qewimî ku r'êva cîkî şevbêrî kirin, Xudan r'astî Mûsa hat û xwest ku wî bikuje.
[25] Hingê Sîpporahê kevirekî tûj hilda, kur'ê xweyî nesinetkirî sinet kir, p'îyêd Mûsa xist û gotê: «R'ast tu bona min mêrê xûnê yî».
[26] Û bi vî awayî Xudan ew hişt. Wî çaxî bona sinetîyê ewê got: «Mêrê xûnê».
[27] Xudan gote Harûn: «Her'e ber'îyê pêşîya Mûsada». Ew jî çû ber ç'îyayê Xwedê r'astî wî hat û çû r'ûyê wî.
[28] Mûsa h'emû gotinêd Xudan Harûnr'a gilî kirin ku ewî ew şandîye û t'emîya wan h'emû nîşana daye.
[29] Mûsa û Harûn çûn h'emû r'ûsipîyêd zar'êd Îsraêl t'op kirin.
[30] Û Harûn ew h'emû gotinêd Xudane ku Mûsar'a gotibû gilî kirin û li ber ç'e'vê cime'tê ew nîşan kirin.
[31] Cime'tê bawer kir. Û gava bihîstin ku Xudan ser zar'êd Îsraêlda hatîye û dîna xwe daye ew zelûlîya wan, ta bûn û h'ebandin.