Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 21

[1] Ev in ew qanûnêd ku tu gerekê dayînî li ber zar'êd Îsraêl:

[2] Gava tu xulamekî îbranî bik'ir'î, bira ew şeş sala ter'a xulamtîyê bike, lê sala h'efta bira bê heq derê azayê.

[3] Heger ew t'enê hatibe, bira ew t'enê jî derê, lê heger ew zewicîbe, bira jin jî pêr'a derê.

[4] Heger axayê wî ew zewicandibe û jinê kur' û qîz wîr'a anîbin, hingê bira jin û zar' axêr'a bimînin û ew t'enê derê.

[5] Lê heger xulam aşkere bêje: ‹Ez axayê xwe, jin û zar'êd xwe h'iz dikim, naxwazim derême azayê›

[6] hingê axayê wî, bira wî bibe cem h'akima û wî nêzîkî dêrî, yan rexderî ke, axayê wî bi dirêşê guhê wî qul ke û h'eta ew xweş be bira xulamê wî be.

[7] Gava yek qîza xwe çawa carî bifiroşe , gerekê ew usa derneyê çawa xulam dertê.

[8] Heger ew axayê xwe xweş neyê ku wê xwer'a bixwaze, bira îzinê bide pismamê wêyî nêzîk ku wê bik'ir'in, lê îzina wî t'une ku wê bifiroşe malbeteke din, çimkî ewî ew xapandîye.

[9] Heger wê kur'ê xwer'a bixwaze, gerekê ew weke dereca qîza xwe bona wê bike.

[10] Heger axayê wê hêwîkê bîne ser wê, gerekê xwarina wê, k'inca wê û t'ev r'azana wê ser nebir'e.

[11] Heger ew van her sê tişta bona wê neyne sêrî, hingê ewa bira bê heq, bê k'ir'în her'e.

[12] Yê ku mêriv bikuje, ew e'se gerekê bê kuştinê.

[13] Lê heger ewî bi h'emdê xwe nekir, lê Xwedê ew da destê wî, ezê bona te cîkî k'ifş kim ku ew bir'eve wir.

[14] Lê heger yek bi h'emdê xwe ji mixenetîyê yekî xe bikuje, ewî h'eta ji gorîgeha min hildî, ku bê kuştinê.

[15] Yê ku dê û bavê xwe xe, e'se gerekê bê kuştinê.

[16] Yê ku merîya bidize, heger ew firotî be yan cem wî be, e'se gerekê bê kuştinê.

[17] Yê ku dê û bavê xwe bêhurmet ke, e'se gerekê bê kuştinê.

[18] Gava meriv hevr'a şer' kin û yek bi kevir yan k'ulmê yekî xe û ew nemire, lê ew bik'eve cî-nivînê,

[19] paşê heger r'abe bi dar biger'e, yê lêxistî bêceza be, t'enê gerekê wê zirara bêxebatîya wî bik'işîne û wî bide qenckirinê.

[20] Heger yek bi şivdarê xulam yan carîya xwe xe û ew bin destê wîda bimire, e'se gerekê bê cezakirinê.

[21] Lê heger ew r'ojekê yan duda bijî, hingê bira wî ceza nekin, çimkî ew heqê wî ye.

[22] Gava meriv hevr'a şer' kin û derb jina duh'alî k'eve, zar'a wê we'de zûtir bibe û zirareke mayîn t'unebe, hingê bira mêrê wê çiqas ku ji wan bixwaze, bi qirara h'akimtîyê bê dayînê.

[23] Lê heger zirarek bibe, hingê gerekê e'mir ji ber e'mirva be,

[24] ç'e'v ji ber ç'e'vva, diran ji ber diranva, dest ji ber destva, nig ji ber nigva,

[25] şewat ji ber şewatêva, birîn ji ber birînêva, derb ji ber derbêva be.

[26] Heger yek ç'e'vê xulamê xwe yan ç'e'vê carîya xwe xe kor ke, bira bona ç'e'vê wî, wî aza ke.

[27] Û heger diranê xulamê xwe yan carîya xwe xe biwarîne, bira bona diranê wî, wî aza ke.

[28] Heger gayê merivekî mêrekî yan jinekê xe û ew bimire, gerekê e'se wî gayî bidine ber kevira û goştê wî neyê xwarinê, lê xweyê wî gayî bêceza be.

[29] Lê heger bona lêxistina wî gayî zûva xweyê wîr'a hatîye gotinê û xweyê wî xem ne kirîye, hingê ew ga mêr yan jinekê xe bikuje, bira wî gayî bidine ber kevira û xweyê wî jî bê kuştinê.

[30] Heger bervadayîn bê qirarkirinê, hingê bira ji ber e'mirê xweva heq bidê, çiqas ku jê tê xwestinê.

[31] Heger ga kur'ekî yan qîzekê xe xût pê vê qanûnê jî lê bê nihêr'andin.

[32] Heger ga xulam yan carîyekê xe, hingê xweyê ga gerekê sî şêkil zîv bide xweyê wan û ga jî bidine ber kevira.

[33] Heger yek ser ç'e'lê veke yan ç'e'lekê bik'ole û ser negire, ga yan k'erek bik'evê,

[34] hingê bira xweyê ç'e'lê cirmê bik'işîne, p'era bide xweyî û cendek jî xwer'a hilde.

[35] Gava gayê yekî, gayê yekî din xe û bikuje, bira gayê sax bifiroşin û p'erê wî p'arevekin, usa jî cendekê kuştî p'arevekin.

[36] Lê heger bona lêxistina wî gayî zûva xweyê wîr'a hatîye gotinê û wî xem nekirîye, bira li ber wî gayîva, gakî bidê û gayê kuştî jî wîr'a bimîne.

Derk'etin — Chapters