Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 29

[1] Va ye çi ku tu gerekê t'evî wan bikî, ku ew buhurtî-jibare bin û minr'a bibine k'ahîn. Canegakî û du beranêd bêqusûr,

[2] nanê bê hevîrtir'şk, k'atêd bê hevîrtir'şk pê r'ûn stirayî û loşê bê hevîrtir'şk ser r'ûnkirî hildî. Vana ji arê genimîyî xas çêkî.

[3] Û wan bikî selekê, wan li ser selê t'evî canegê û her du berana h'edî bidî.

[4] Harûn û kur'êd wîva jî bînî li ber derê Konê Civînê û wan pê avê bişoyî.

[5] K'inca hildî, awa gotî kiras, çuxê êfod, êfod û r'extsîng Harûn kî, bi benpiştê êfod jî pişta wî girêdî.

[6] P'ap'ax bidî serê wî û ser p'ap'axda jî k'ofîya pîroz daynî.

[7] R'ûnê r'ûnkirinê hildî, ser serê wîda kî û wî r'ûn kî.

[8] Kur'êd Harûn jî bînî kirasa li wan kî,

[9] benpişta bidî pişta wan û k'oloza li serê wan bip'êç'î, k'ahîntî bona wan bibe e'rf-e'detê h'eta-h'etayê. Bi vî awayî Harûn û kur'êd wî xizmetk'arîya wanda qewîn-qedîm kî.

[10] Canegê bînî li ber Konê Civînê û Harûn kur'êd xweva bira destêd xwe daynine li ser serê canegê.

[11] Û li ber derê Konê Civînê li ber Xudan canegê serjêkî.

[12] Ji xûna canegê hildî û bi t'ilîya xwe stirûyêd gorîgehê xî, h'emû xûna mayîn bir'êjî binê gorîgehê.

[13] H'emû bezê serzik, betanê cegerê, her du gur'ç'ika bezê wanva hildî û li ser gorîgehê agirşewatî kî.

[14] Lê goştê canegê, ç'ermê wî û e'deba wî ji zomê derxî û bişewitînî. Eva dîyarîya ji gune paqijbûnê ye.

[15] Ji berana yekî hildî, bira Harûn û kur'êd wî destêd xwe daynine li ser serê berên.

[16] Wî beranî serjêkî, xûna wî hildî û li ser her çar k'êlekêd gorîgehêda bir'eşînî.

[17] Berên hûr kî, dilh'inava û nigêd wî bişoyî û wan daynî li ser goştê hûrkirî û serê wî.

[18] T'emamîya berên li ser gorîgehê agirşewatî kî, eva dîyarîya t'evayîşewatê ye bona Xudan. Dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

[19] Beranê din jî hildî, bira Harûn û kur'êd wî destêd xwe daynine li ser serê berên.

[20] Berên serjêkî, ji xûna wî hildî gupika guhê Harûne r'astê û gupika guhê kur'êd wîye r'astê xî, usa jî pêç'îya mezine destê wanî r'astê û pêç'îya mezine nigê wanî r'astê xî. Xûna mayîn li ser her çar k'êlekêd gorîgehêda bir'eşînî.

[21] Ji wê xûna ser gorîgehê û ji r'ûnê r'ûnkirinê hildî, bir'eşînî li ser Harûn, k'incêd wî û li ser kur'êd wî û k'incêd kur'êd wî. Hingê Harûn, k'incêd wî û kur'êd wîye t'evî wî û k'incêd kur'êd wî wê pîroz bin.

[22] Paşê bezê berên, dawê, bezê serzik, betanê cegerê, her du gur'ç'ika bezê wanva û pîla r'astê hildî, çimkî eva beranê qewîn-qedîmkirinê ye.

[23] Ji sela nanê bê hevîrtir'şke li ber Xudan, bok'onekî, k'atekî bi r'ûn çêkirî û loşekî hildî

[24] û wan daynî li ser destêd Harûn û destêd kur'êd wî û wan li ber Xudan çawa dîyarîya h'ejandinê bih'ejînî.

[25] Paşê van ji destêd wan bigirî, li ser gorîgehê t'evî dîyarîya t'evayîşewatê agirşewatî kî, bona bînxweşîyê li ber Xudan. Eva dîyarîya şewatêye bona Xudan.

[26] Wî sersîngê beranê ku bona qewîn-qedîmkirina Harûn bû hildî û li ber Xudan çawa dîyarîya h'ejandinê bih'ejînî. Evê bibe p'ara te.

[27] Sersîngê h'ejandinê û pîla jorbilindkirinê ji beranê qewîn-qedîmkirinê ku hatibûn h'ejandinê û jorbilindkirinê, bona Harûn û kur'êd wî pîroz kî,

[28] bira ev yek alîyê zar'êd Îsraêlda bona Harûn û kur'êd wî bibe qanûna h'eta-h'etayê. Eva dîyarîya jorbilindkirinê ye û wê bibe dîyarîya jorbilindkirinê ji qurbanêd heleqetîyê ku zar'êd Îsraêl dîyarîya jorbilindkirinê bidine Xudan.

[29] Pey Harûnr'a k'incêd wîye pîroz kur'êd wîr'a bimînin, wekî gava ew bêne r'ûnkirinê û bêne qewîn-qedîmkirinê ew k'inc li wan bin.

[30] Ji zar'êd wî, yê ku wê dewsa wî bibe k'ahîn û bik'eve Konê Civînê ku xizmetk'arîyê Cîyê Pîrozda bike, bira h'eft r'oja wan k'inca xwe ke.

[31] Beranê bona qewîn-qedîmkirinê hildî û cîkî pîroz goştê wî bik'elînî.

[32] Harûn û kur'êd wî li ber derê Konê Civînê wî goştê berên û nanê selêda bixwin.

[33] Ewana wan tişta bixwin, bi çi hatine gunek'ewandinê bona qewîn-qedîmî û buhurtî-jibarebûna wan. Kesekî din gerekê nexwe, çimkî pîroz in.

[34] Lê heger ji goşt û nanê bona qewîn-qedîmkirinê h'eta serê sibehê bimîne, ewêd bermayî bişewitînî. Gere ew neyêne xwarinê, çimkî pîroz in.

[35] H'emû t'emîyêd ku min çawa bona Harûn û kur'êd wî dane te usa bikî, nava h'eft r'ojda wan qewîn-qedîm kî.

[36] R'ojê canegakî qurban bidî bona gunek'ewandinê. Bi vê yekê gorîgehê paqij kî. Serda jî wê r'ûn kî wekî pîroz be.

[37] H'eft r'oja bona gorîgehê k'ewandinê bikî wê pîroz kî û gorîgehê bibe ya here pîroz. H'emû çi ku gorîgehê k'eve wê pîroz be.

[38] Va ye çi ku tu gerekê her t'im li ser gorîgehê bidî, r'ojê du berxêd yek salî.

[39] Berxekî serê sibehê bidî, yê din jî berê êvarê.

[40] T'evî berxê e'wlin p'areke çapê ji deha yek arê xasî stirayî t'evî p'areke hînê ji çara yek r'ûnê lêdayî û p'areke hînê ji çara yek şerav, çawa dîyarîya serdakirinê bidî.

[41] Berxê duda jî berê êvarê bidî. Mîna wê dîyarîya nanîye serê sibehê û mîna dîyarîya serdakirinê. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

[42] Bira eva li nav nisilêd weda bibe dîyarîya t'evayîşewatêye her t'im li ber Xudan, ber derê Konê Civînê, wî cîyê ku ezê r'astî we bêm, t'evî te xeber dim.

[43] Wê derê ezê r'astî zar'êd Îsraêl bêm û bi r'ûmeta minva ew cîyê pîroz be.

[44] Ezê Konê Civînê û gorîgehê pîroz kim, usa jî Harûn û kur'êd wî pîroz kim, wekî minr'a k'ahîntîyê bikin.

[45] Ezê li nav zar'êd Îsraêlda bimînim û bibime Xwedêyê wan.

[46] Hingê ewê bizanibin ku ez Xudan im, Xwedêyê wan, ku min ew ji welatê Misirê derxistin, wekî li nava wanda bimînim. Ez Xudan im, Xwedêyê wan.

Derk'etin — Chapters