[1] Bisalêl ji dara darcêwîyê sindoq çêkir, dirêjayîya wê du zend û nîv, berayîya wê zend û nîv, zend û nîv jî bilindayîya wê bû.
[2] Der û hindur'ê wê bi zêr'ê xalis zêr' kir û dora lêva wê t'oqekî zêr'în avîtê.
[3] Bona her çar nigêd wê çar xelaqêd zêr'în r'o kirin, du xelaq alîkîva, du xelaq jî alîyê dinva.
[4] Ji dara darcêwîyê destû çêkirin û ew zêr' kirin.
[5] Destû xelaqêd k'êlekêd sindoqêr'a derbaz kirin, wekî sindoq bê hildanê.
[6] Qalp'axê baxşandinê ji zêr'ê xalis çêkir, dirêjayîya wê du zend û nîv, berayîya wê jî zend û nîv bû.
[7] Û ser her du serîyêd qalp'axê baxşandinê pê zêr' du xêrûbêd k'olandî çêkirin.
[8] Xêrûbek serîkîva derxist, xêrûbekî jî serê dinva, xêrûb ji qalp'axê baxşandinê ser her du serîyava derxistin.
[9] P'er'êd xêrûba berbi jor vekirî bûn û bi p'er'êd xwe qalp'axê baxşandinê dinixamtin. Berê wan hevduda bû û dîna wan qalp'axê baxşandinêda bû.
[10] Ji dara darcêwîyê t'ext çêkir, dirêjayîya wê du zend, berayîya wê zendek û bilindayîya wê zend û nîv bû.
[11] Ew bi zêr'ê xalis zêr' kir û dora wê t'oqekî zêr'în avîtê.
[12] Û dora wê bilindayîya çar t'ilîya kevî çêkir, dora kevîya wê jî t'oqekî zêr'în avîtê.
[13] Bona wê çar xelaqêd zêr'în r'okirin û ew xelaqana ber her çar niga, ser her çar e'nîşkava kirin,
[14] Xelaq kevîyava bûn, wekî cîyêd destûya hebin ku t'ext bê hildanê.
[15] Destû ji dara darcêwîyê çêkirin, ew zêr' kirin ku bi wan t'ext bê hildanê.
[16] Derdanêd li ser t'ext sinî, t'as, k'as û cêr' pê zêr'ê xalis çêkirin, wekî bi wan dîyarîya serdakirinê bê dayînê.
[17] Ji p'arç'ekî zêr'ê xalis şemdan k'olandî çêkir, bingeha wê, stûna wê, t'asik, gul û sêvikêd wê h'emû ji wê derdik'etin.
[18] K'êlekava şeş ç'iqil derdik'etin, sê ç'iqil alîkî şemdanêva bûn û sê ç'iqil jî alîyê şemdanêyî dinva bûn.
[19] Sê t'asikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava li ser ç'iqilekî bûn. Sê t'asikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava jî ser ç'iqilê din bûn, her şeş ç'iqilêd ku ji şemdanê derdik'etin awa bûn.
[20] Çar t'asikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava stûna şemdanêva bûn.
[21] Sêvikek bin her du ç'iqilêd şemdanêyê jêrinva, sêvikek bin her du ç'iqilêd ort'êva, sêvikek jî bin her du ç'iqilêd jorinva bû. Usa bona her şeş ç'iqilêd stûna şemdanê hebûn.
[22] Sêvik û ç'iqilêd wê ji wê derdik'etin. H'emû ji p'arç'ekî zêr'ê xalis k'olandî hatibû çêkirinê.
[23] H'eft ç'ira, destik û sinîyêd wê ji zêr'ê xalis jêr'a çêkirin.
[24] Ew û h'emû hacetêd wê, ji telantek zêr'ê xalis çêkir.
[25] Gorîgeha bixûrê ji dara darcêwîyê çêkir, dirêjayîya wê zendek, berayîya wê zendek, ew çar goşe bû, bilindayîya wê du zend, stirûyêd wê jî ji wê bûn.
[26] Jora wê, dora wê, stirûyêd wê bi zêr'ê xalis zêr' kir û dora lêva wê t'oqekî zêrîn avîtê.
[27] Du xelaqêd zêr'în bona wê çêkir. Ew binê t'oqva avîtine her du alîya, wekî gava wê hildin cî hebin ku destûya têr'a derbaz kin.
[28] Destû ji dara darcêwîyê çêkirin û ew zêr' kirin.
[29] R'ûnê r'ûnkirinêyî pîroz û bixûra xalise bînxweş bi pisportî t'evdayî çêkir.