[1] Mûsa t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl civand û gote wan: «Ev in ew tiştêd ku Xudan t'amî da ku wan biqedînin:
[2] şeş r'oja xebata xwe bikin, lê r'oja h'efta wer'a bibe şemîya r'ih'etîyêye pîroz bona Xudan. K'ê wê r'ojê şixulekî bike wê bê kuştinê.
[3] R'oja şemîyê h'emû cî-warêd xweda agir vênexin».
[4] Mûsa t'evî t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl xeber da û got: «Ev e çi ku Xudan t'emî da û got:
[5] Ji nav hebûka xwe h'edîyê bona Xudan derxin. Bira her kesê r'ezedilî Xudanr'a h'edîyê bîne: Zêr', zîv û sifir,
[6] r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez, k'itanê zirav û pir'ç'a bizinê,
[7] ç'ermêd beranaye sor r'engkirî, ç'ermêd ga-me'sîya , darêd darcêwîyê,
[8] bizirê bona r'onayîyê, biharetêd bona r'ûnê r'ûnkirinê û bona bixûra bînxweş,
[9] kevirêd onîks û kevirêd qîmete bona qaşkirina êfod û r'extsîng.
[10] Her xweyîfirasetêd li nav weda bira bên û h'emû tiştêd ku Xudan t'emî dane çêkin:
[11] Konê Şe'detîyê, sergira ser girtina wê û serk'êşa wê, qemitokêd wê, çîtêd wê, destûyêd wê, stûnêd wê û bingehêd wê,
[12] sindoq û destûyêd wê, qalp'axê baxşandinê û p'er'da navbir'îyê,
[13] t'ext destûyava û h'emû derdanêd wê, nanê Xwedêr'a dayî,
[14] şemdana r'onayê û hacetêd wê, ç'irêd wê û r'ûnê r'onayê,
[15] gorîgeha bixûrê û destûyêd wê, r'ûnê r'ûnkirinê, bixûra bînxweş û p'er'da ber derê Konê Şe'detîyê,
[16] gorîgeha dîyarîya t'evayîşewatê û çîta wêye sifirîn, destûyêd wê û h'emû hacetêd wê, t'eşt û bingeha wê,
[17] p'er'dêd h'ewşê, stûnêd wê bingehava û p'er'da ber derê h'ewşê,
[18] singêd kon û singêd h'ewşê hebinêd wanva,
[19] k'incêd qulixkirinêye bona xizmetk'arîya Cîyê Pîrozda, k'incêd pîroze k'ahîn Harûnr'a, usa jî k'incêd kur'êd wî ku k'ahîntîyê bikin».
[20] T'emamîya civîna zar'êd Îsraêl ji cem Mûsa çû.
[21] H'emû bi r'ezedilîya xwe û bi dil-can hatin, bona şixulêd Konê Civînê û bona t'emamîya xizmetk'arîya wî û bona k'incêd pîroz Xudanr'a h'edî anîn.
[22] Jinê û mêrêd mer'd hatin, mengik, guhar, gustîl, xişir û her cûr'e nexşêd zêr'în anîn, her kesî hindava xweda h'edîyêd zêr'în dane Xudan.
[23] Û cem k'ê r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez, k'itanê zirav, pir'ç'a bizinê û ç'ermêd beranaye sor r'engkirî û ç'ermêd ga-me'sîya hebûn anîn.
[24] Her kesê ku zîv, sifir h'edî dida, çawa h'edî Xudanr'a anîn û cem k'ê ku darê darcêwîyê bona çêkirina h'emû tişta hebûn anîn.
[25] H'emû k'ulfetêd xweyîfiraset bi deste'melîya xwe r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav r'istin û anîn.
[26] H'emû k'ulfetêd ku dilê wan dixwest bi deste'melîya xwe pir'ç'a bizinê r'istin.
[27] Serwêra jî kevirêd onîks û kevirêd qîmete bona qaşkirina êfod û r'extsîng,
[28] usa jî bizirê bona ç'irê, biharetêd bona r'ûnê r'ûnkirinê û bixûra bînxweş anîn.
[29] Her jinê û mêrê zar'êd Îsraêl ku dilê wan dixwest, bona her tiştê ku Xudan t'emî dabû Mûsa bê çêkirinê, bi r'ezedilîya xwe Xudanr'a h'edî anîn.
[30] Mûsa gote zar'êd Îsraêl: «Dîna xwe bidinê, Xudan bi nav gazî Bisalêlê kur'ê Ûrîyê Hûr kir, ji qebîla Cihûda.
[31] Ew R'uh'ê Xwedêva, bi serwaxtîyê, bîlantîyê, deste'melîyê û firaseta her p'êşek'arîyêva dagirt,
[32] wekî bi zêr', zîv û sifir tişta bih'unirîne
[33] û kevira bik'ole qaş ke, dara bik'ole û her cûr'e şixulî bi hostatîyê bike.
[34] Dilê wîda jî danî ku hîn bike, dilê wî û dilê Oholîabê kur'ê Ahîsamaxê ji qebîla Dan.
[35] Xwedê ew firasetîyêva dagirtin, wekî her şixulê hostatîyê, h'unurmendîtîyê, neqişandîtîyê bi r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez li ser k'itanê zirav, şixulê nitirandinê û her cûr'e şixulî bikin.