Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 3

[1] Mûsa pezê xezûrê xwe Ît'royê t'erêqê Midyanê diç'êrand. Ewî kerî ajot çû ber'îyê derk'et û gihîşte H'orêbê , ç'îyayê Xwedê.

[2] Milyak'etê Xudan bi alava êgir nava dir'îyêda wîva xuya bû. Ewî dîna xwe dayê wê alav dir'îyê k'etîye dişixule, lê dir'î naşewite.

[3] Hingê Mûsa got: «Hela veger'im vê dîtina e'cêb bibînim, k'a çima dir'î naşewite?»

[4] Xudan dîna xwe dayê, wekî ew veger'îya ku bibîne, Xwedê ji nava dir'îyê gazî kirê û got: «Mûsa, Mûsa!» Ewî got: «Ez va me».

[5] Xwedê gotê: «Nêzîkî vir nebe. Çarixêd nigêd xwe bêxe, çimkî ew cîyê ku tu li ser sekinîyî e'rdê pîroz e».

[6] Û got: «Ez Xwedêyê bavê te, Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im». Hingê Mûsa r'ûyê xwe nixamt, çimkî tirsîya ku Xwedê binihêr'e.

[7] Xudan got: «Belê min cefê cime'ta xweye Misirêda dît û qar'e-qar'a wan ji dest serk'arêd wan bihîst, çimkî ez haş ji tengasîya wan heme.

[8] Ez peya bûm wana ji destê misirîya aza kim û wan ji ewî welatî derxime welatekî r'ind û berfire, welatê ku şîr û hingiv jê dik'işe, wî cîyê kenanîya, h'îtîya, emorîya, pirîzzîya, h'îwîya û yebûsîya.

[9] Û niha va ye qar'e-qar'a zar'êd Îsraêl gihîştîye min û ew zordarîya ku misirî li wan dikin min dît.

[10] Niha were, ez te bişînime cem Firewin, ku tu cime'ta min, zar'êd Îsraêl ji Misirê derxî».

[11] Hingê Mûsa gote Xwedê: «Ez k'î me ku her'ime cem Firewin û zar'êd Îsraêl ji Misirê derxim?»

[12] Xwedê gotê: «Ezê t'evî te bim. Evê ter'a bibe nîşana ku min tu şandîyî: gava tu cime'tê ji Misirê derxî, ser vî ç'îyayî hûnê Xwedêr'a xulamtîyê bikin».

[13] Mûsa gote Xwedê: «Va ez diçime cem zar'êd Îsraêl û bêjime wan: ‹Xwedêyê kal-bavêd we ez şandime cem we›. Lê gava ew ji min bipirsin: ‹Navê wî çi ye?› Ez çi wanr'a bêjim?»

[14] Xwedê gote Mûsa: «EZ YÊ HEME. Vê yekê bêje zar'êd Îsraêl, bêje ku: ‹EZ HEME ez şandime cem we›».

[15] Dîsa Xwedê gote Mûsa: «Aha bêjî zar'êd Îsraêl: ‹Xudan , Xwedêyê kal-bavêd we, Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb ez şandim cem we›. H'eta-h'etayê navê min ev e û h'emû nisilada ezê aha bême bîranînê.

[16] Her'e r'ûspîyêd Îsraêl t'op ke û bêje wan: ‹Xudan, Xwedêyê kal-bavêd we, Xwedêyê Birahîm, Îshaq û Aqûb minva xuya bû û got: Ez ser weda hatime û min dît ku Misirêda çi hatîye serê we›.

[17] Û got: ‹Ezê we ji cefê Misirê derxim û bibime welatê kenanîya, h'îtîya, emorîya, pirîzzîya, h'îwîya û yebûsîya, wî welatê ku şîr û hingiv jê dik'işe›.

[18] Ewê gur'a te bikin hingê tu t'evî r'ûspîyêd Îsraêl her'e cem p'adşê Misirê û jêr'a bêjin: ‹Xudan Xwedêyê îbranîya meva xuya bû, niha îzina te hebe, em r'îya sê r'oja berbi ber'îyê her'in, Xudan Xwedêyê xwer'a qurbanê bidin›.

[19] Belê ez zanim, ku p'adşê Misirê wê îzina we nede ku hûn her'in, heger ne bi destê zor be,

[20] lê ezê destê xwe dirêj kim û bi wan h'emû k'eremetêd xwe Misirê xim, yêd ku ezê nav wêda bikim, paşî hingê ewê we ber'de.

[21] Û ezê li ber ç'e'vê misirîya vê cime'tê şîrin kim, wekî gava ku hûn derk'evin, destvala dernek'evin.

[22] Lê bira her k'ulfet ji cînara xwe û ji k'ulfeta ku mala wêda dimîne, xişirêd zîvîn û xişirêd zêr'în, usa jî k'inca jê bixwaze û wan li kur' û qîzêd xweva kin û misirîya t'alan kin».

Derk'etin — Chapters