Jimar 36
[1] Serwêrêd olk'êd malbeta zar'êd Gîle'dê Maxîrê kur'ê Minaşe ji malbeta zar'êd Ûsiv, hatine li ber Mûsa û serwêrêd olk'êd zar'êd Îsraêl, xeberdan
[2] û gotin: «Xudan xweyê mer'a e'mir kir ku e'rd çawa milk', bi p'eşk avîtinê, bide zar'êd Îsraêl. Xudan usa jî e'mirî xweyê me kir ku milk'ê Silofh'adê birê me bide qîzêd wî.
[3] Lê heger ew t'evî yekî ji qebîleke dine zar'êd Îsraêl mêr kin, hingê milk'ê wan wê ji milk'ê kal-bavêd me bê standinê û li milk'ê wê qebîlêr'a bê dayînê k'îjanêda ewê mêr kin. Bi vî awayî milk'ê meyî bi p'eşk standî wê kêm be.
[4] Û sala r'awastîyêye zar'êd Îsraêl, milk'ê wan wê bigihîje milk'ê qebîla k'îjanêda ku ewê mêrkin. Bi vî awayî ji qebîla kal-bavêd me milk'ê wan wê bê standinê».
[5] Mûsa anegorî xebera Xudan e'mirî zar'êd Îsraêl kir û got: «Qebîla zar'êd Ûsiv r'ast dibêje.
[6] Awa Xudan çi e'mir kir bona qîzêd Silofh'ad û got: Ew dikarin wan mêra bistînin, k'îjana ku ew begem dikin, lê t'enê ji qebîla malbeta bavê xwe.
[7] Bona ku milk'ê zar'êd Îsraêl ji qebîlekê derbazî qebîleke din nebe. Çimkî her kesê ji zar'êd Îsraêl gerekê milk'ê qebîla kal-bavêd xweva bê girêdanê.
[8] Her qîza xweyîmilk' li nava qebîlêd zar'êd Îsraêlda gerekê t'evî yekî ji malbeta qebîla bavê xwe mêr ke, bona ku zar'êd Îsraêl her kes milk'ê kal-bavêd xwe war be.
[9] Milk'ê qebîlekê derbazî qebîleke din nebe, çimkî her qebîla zar'êd Îsraêl gere milk'ê xweva girêdayî be».
[10] Çawa ku Xudan e'mirî Mûsa kir, qîzêd Silofh'ad usa jî kirin.
[11] Mah'la, T'îrsa, H'ogla, Mîlk'a û Noha qîzêd Silofh'ad kur'apêd xwe standin.
[12] Wana mêrêd ji malbetêd zar'êd Minaşeyê kur'ê Ûsiv standin. Bi vî awayî milk'ê wan li nava qebîla malbeta bavê wanda ma.
[13] Ev in ew qanûn û dîwan ku Xudan bi destê Mûsa li deştêd Mowabêda, nêzîkî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê e'mirî zar'êd Îsraêl kir.