Skip to content
Opens in a new window

Jimar 18

[1] Xudan gote Harûn: «Tu, kur'êd xwe û malbeta xweva, hûnê cabdarê neheqîya hindava Pîrozgehêda bin. Tu û kur'êd xweva, hûnê cabdarê neheqîya hindava k'ahîntîya xweda bin.

[2] Usa jî birayêd xwe ye ji qebîla Lêwî, awa gotî bereka bavê xwe nêzîkî xwe ke. Bira ew ber destê te bin û ter'a qulix kin. Tu û kur'êd xweva gerekê hûnê li ber Konê Şe'detîyê bin.

[3] Bira ew nobedarîya te bikin û nobedarîya t'emamîya Kon bikin, ev borcê wan e. Lê nêzîkî hacetêd cîyê pîroz û gorîgehê nebin ku ne ew bimirin ne jî hûn.

[4] Bira ew t'evî te bin û nobedarîya Konê Civînê bikin, nava h'emû şixulê Konda. Yekî din bira nêzîkî we nebe.

[5] Bira nobedarîya cîyê pîroz û gorîgehê bikin. Û wê îdî xezeb neyê serê zar'êd Îsraêl.

[6] Va ye min birayêd we lêwî ji nava zar'êd Îsraêl hildan, ew bona we çawa p'êşk'êş Xudanr'a hatine dayînê ku şixulê Konê Civînê bikin.

[7] Lê tu û kur'êd xweva hûn gere k'ahîntîya xwe xweyî kin, nava h'emû şixulê gorîgehêda û usa jî qulixê pişt p'er'dêda. Ez şixulê k'ahîntîyê p'êşk'êşî we dikim, lê gava yekî din nêzîk be wê bê kuştinê».

[8] Xudan gote Harûn: «Va ye ez te k'ifş dikim, ku xweyîtîya dîyarîyêd minr'a dayî bikî. Ji h'emû tiştêd pîroze zar'êd Îsraêl ez p'arê didime te û kur'êd te çawa qeyde-qanûna h'eta-h'etayê.

[9] Evê bibe p'ara te ji tiştêd here pîroz, ji dîyarîyêd agir: H'emû gorîyêd wan awa gotî her dîyarîya wane nanî, her dîyarîya wane paqijbûnê, her dîyarîya wane bervadayînê, çi ku ewê daynine li ber min. Ewê bona te û kur'êd te yêd here pîroz bin.

[10] Wê cîyê pîrozda bixwin. Her qisimê nêrîn dikare wê bixwe. Bira ew bona te pîroz be.

[11] Ev jî p'ara te ye ji dîyarîyêd wan: H'emû dîyarîyêd h'ejandinêye zar'êd Îsraêl, ez wan didime te, kur'êd te û qîzêd teye t'evî te, çawa qeyde-qanûna h'eta-h'etayê. Her kesê paqijî mala teda bira ji wê bixwe.

[12] H'emû r'ûnê nûyî herî qenc, h'emû şerava nûye here qenc û genimê pêşîyêyî ku ew didine Xudan ez wan didime te.

[13] Berêd deremeta pêşine her tiştî ku e'rdê wanda ne k'îjana ewê Xudanr'a bînin, bira p'ara te be. Her kesê paqijî mala teda dikare wê bixwe.

[14] Her tiştê Xudanr'a k'ifşkirî li Îsraêlda bira p'ara te be.

[15] Her nixurîyê her bînberî ku bet'inê vedike, ji mêriv û ji h'eywên k'îjan ku wê Xudanr'a bidin, bira p'ara te be. Lê tu gere ji ber nixurîyê mêrivva û ji ber nixurîyê h'eywanê ne h'elalva qîmet bistînî.

[16] Yek mehîyêda ji ber wêva bistînî, heqê wê jî ev e: pênc şêkilêd sifire pîrozgehê. Şêkilek bîst gêr e .

[17] Lê ji ber nixurîyê boxva yan nixurîyê pêzva yan nixurîyê bizinêva nestîne, ew pîroz in. Xûna wan bir'eşîne gorîgehê û bezê wan jî çawa dîyarîya şewatêye bînxweş bona Xudan bidî.

[18] Lê goştê wan bira p'ara te be. Çawa sersîngê h'ejandinê usa jî pîla r'astê bira p'ara te bin.

[19] Her dîyarîyêd pîroz ku zar'êd Îsraêl dîyarî Xudan dikin, ez didime te, kur'êd te û qîzêd teye t'evî te, çawa qeyde-qanûna h'eta-h'etayê. Eva peymana xwê ye h'eta-h'etayê li ber Xudan, bona te û bona zur'eta te t'evî te».

[20] Xudan gote Harûn: «E'rdê zar'êd Îsraêlda tu war nabî û p'ara teyê nava wanda t'une be. Ez im p'ara te û warê te nava wanda.

[21] Va ye, ez her deheka Îsraêl, çawa war didime zar'êd Lêwî, ji ber şixulê wanî Konê Civînêva.

[22] Bona ku zar'êd Îsraêl nêzîkî Konê Civînê nebin ku wanr'a gune neyê h'esabê û ew nemirin.

[23] Bira lêwî xwexa şixulê Konê Civînê bikin û xwexa jî cabdarê şaşîyê xwe bin. Eva qeyde-qanûna h'eta-h'etayê ye bona zur'etêd we. Lê li nava zar'êd Îsraêl warê wan wê t'unebe,

[24] çimkî ez dehekê ku zar'êd Îsraêl dîyarî Xudan dikin, çawa war didime lêwîya. Lema min gote wan: ‹Li nava zar'êd Îsraêl warê wan wê t'une be›».

[25] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[26] «lêwîyar'a xeber de û bêje wan: ‹Gava hûn ji zar'êd Îsraêl dehekê bistînin, k'îjan ku min ji wan çawa war da we, hingê ji wê Xudanr'a dîyarî bidin, awa gotî dehêka ji wê dehêkê.

[27] Ev dîyarîya we wer'a wê bê h'esabê çawa nan ji bêderê û çawa şerav ji h'ewz.

[28] Hûn jî usa dîyarî Xudan kin, ji h'emû dehekêd xwe, yêd ku hûnê ji zar'êd Îsraêl bistînin. Û ji wê dîyarîya Xudan bidine Harûnê k'ahîn.

[29] Ji h'emû p'êşk'êşêd xwe hûn gere h'emû tiştêd here qenc başqe kin û çawa dîyarîya pîroz bidine Xudan›.

[30] Bêje wan: ‹Pey başqekirina p'ara here qencr'a, çi ku bimîne wê lêwîyar'a bê h'esabê çawa ber ji bêderê û şerav ji h'ewzê›.

[31] Ew heqê we ye, ji ber şixulê weva li Konê Civînêda. Hûn û malêd we dikarin wê li her cîyî bixwin,

[32] wer'a gune wê neyê h'esabê, çimkî hûn ya here qenc ji wê didin. Bi vî awayî tiştêd pîroze zar'êd Îsraêl neh'er'imînin wekî hûn nemirin›».

Jimar — Chapters