Jimar 11
[1] Û bû wekî cime'tê tengasîyêda hindava Xwedêda bîna xwe teng kir. Xudan bihîst, hêrsa wî r'abû û agirê Xudan nava wanda alav pêk'et û p'êşa zomê h'ûfî xwe kir.
[2] Hingê cime'tê hewara xwe Mûsa anî. Mûsa bi dua xwe avîte Xudan û agir vêsîya.
[3] Navê wî cîyî Mûsa danîn T'ave'ra , çimkî agirê Xudan li nava wanda alav pêk'et.
[4] Miletêd başqeye bê p'ergal nava wanda dilhavijî kirin. Zar'êd Îsraêl jî dîsa girîyan û gotin: «K'ê wê goşt bide me em bixwin?
[5] Tê bîra me ew me'sîyêd Misirêda ku me bê heq dixwarin. Usa jî xiyar, zeveş, pîvazok, pîvaz û sîr.
[6] Lê niha nefsa me ç'ila bûye, t'u tişt t'une, t'enê manaye li ber ç'e'vêd me».
[7] (Mana jî mîna ji k'oma t'oximê mêxikê bû, r'engê wê jî mîna bidolaxê bû.
[8] Cime't diger'îya, t'op dikirin û bi destar' dihêran, yan jî conîda dik'utan, beroşda dik'elandin û ji wê k'ate çêdikirin. Te'ma wê mîna te'ma k'atê r'ûn bû.
[9] Û gava şev qir'avîyê li nava zomê dadanî, manayê jî serda datînî).
[10] Mûsa bihîst wekî cime't neferêd xweva, her kes li ber derê konê xwe, digirî. Hingê hêrsa Xudan gelekî r'abû, kirina van li ser Mûsa jî giran r'ûnişt.
[11] Mûsa gote Xudan: «Te çima e'vdê xwe avîte nava oxirmêd giran? Çima min k'erem li ber ç'e'vêd te ne dît? Te çima nîrê h'emû vî miletî avîte stûyê min?
[12] Dibe ez vî miletîda pê mame, yan ew ji min dinê k'etine, wekî tu minr'a dibêjî: Wan h'emêza xweda bibe, çawa destdergûş zar'a şîrxur dibe, h'eta wî e'rdê ku te bavêd wanr'a sond xwarîye?
[13] Ezê goşt ji ku bînim wekî bidime t'emamîya vî miletî? Çimkî ew li ber min digirîn, dibêjin: Goşt bide me em bixwin!
[14] Ez nikarim t'enê t'emamîya vî miletî bibim, çimkî giran e bona min!
[15] Wekî tu usa tînî serê min, diha r'ind e min bikuje, heger min li ber ç'e'vêd te k'erem dîtîye. Ezê belengazîya xwe nebînim!»
[16] Xudan gote Mûsa: «Ji nava r'ûspîyêd Îsraêl minr'a h'eftê merivî bibijêre, yêd ku tu zanî ewe r'ûspî û serwêrêd milet in. Wana bîne li Konê Civînê û bira ew li wir t'evî te bisekinin.
[17] Ezê jî peya bim, li wir t'evî te xeber dim û ji R'uh'ê ku li ser te ye hildim û daynime li ser wan. Wekî ew jî t'evî te nîrê vî miletî hildibin û tu t'enê hilnedî.
[18] Miletr'a jî bêje: Xwe paqij kin bona sibê û hûnê goşt bixwin, çimkî hûn li ber Xudan girîyan, we got: «K'ê wê goşt bide em bixwin? Çimkî li Misirê mer'a qenc bû». Xudanê goşt bide we hûnê bixwin.
[19] Ne r'ojekê hûnê goşt bixwin, ne du r'oja, ne pênc r'oja, ne dehe r'oja, ne jî bîst r'ojî,
[20] lê xût mehekê, h'eta ew fincikê wer'a neyê û me'dê we li hev nek'eve, çimkî we Xudan t'exsîr kir, yêd ku nava weda ye, li ber wî girîyan, got: «Çima em ji Misirê derk'etin?»»
[21] Lê Mûsa got: «Miletê ku ez navda me, 600000 mêr in, tu dibêjî: Goşt ezê bidime wan û ewê mehekê bixwin.
[22] Heger pez-dewar bê serjêkirinê bona wan, gelo wê t'êra wan bike? Yan h'emû me'sîyêd be'rê bêne girtinê bona wan, gelo wê t'êra wan bike?»
[23] Xudan gote Mûsa: «Çima ji destê Xudan nayê? Niha tê bibînî, xebera ku min gote te, wê bê sêrî yan na».
[24] Mûsa derk'et û xeberêd Xudan gote milet. H'eftê merî ji r'ûspîyêd milet civandin û ew li dora Kon dane sekinandinê.
[25] Û Xudan li e'wrda peya bû û t'evî Mûsa xeberda, ji R'uh'ê li ser wî hilda û danî li ser h'eftê mêrêd r'ûspî. Gava r'uh' danî li ser wan, wana p'êxembertî kir, lê dûmayî nekirin.
[26] Û li nava zomê du merî mabûn, navê yekî Eldad bû, navê yê din Mêydad bû. R'uh' danî li ser wan jî, çimkî ew ji wan bûn yêd ku hatibûne nivîsarê, lê dernek'etibûne ber Kon. Wana zomêda p'êxembertî dikir.
[27] Xortek bezî, e'lamî Mûsa kir, got: «Eldad û Mêydad zomêda p'êxembertîyê dikin!»
[28] Hingê Yêşûyê kur'ê Nûn, ku ji cahiltîya xweda berdestîyê Mûsa bû, got: «Xweyê min, Mûsa, wan hilê!»
[29] Mûsa gote wî: «Ew tu dewsa min h'evsûdîyê dikî? Xwezî t'emamîya miletê Xudan p'êxember bûna, ku Xudan R'uh'ê xwe danîya li ser wan».
[30] Mûsa û h'emû r'ûspîyêd Îsraêl veger'îyane zomê.
[31] Hingê bi qirara Xudan ba r'abû û qar'îtk ji alîyê be'rê ajotin anîne zomê, weke r'îya r'ojekê li dora zomê û du zend ji e'rdê bilindtir difir'în.
[32] Milet r'abû û t'emamîya wê r'ojê, t'emamîya wê şevê û t'emamîya r'ojtira din qar'îtk didane hev. Yê lapî hindik dehe homêr t'op kirin û wana ew li dora zomê r'axistin .
[33] Goşt hê ber diranê wanda bû, hê ne cûtibûn, gava hêrsa Xudan li milet r'abû û Xudan bi belake gelekî mezin li milet xist.
[34] Û navê wî cîyî danîn Qîbrot-Hat'awa , çimkî li wir merivêd dilhavijî defin kirin.
[35] Ji Qîbrot-Hat'awayê milet r'ê k'et çû H'asêrotê û ew li H'asêrotê man.