Skip to content
Opens in a new window

Jimar 33

[1] Ev in firarîyêd zar'êd Îsraêle ku ordîyêd xweva ji welatê Misirê, bi serwêrîya Mûsa û Harûn derk'etin.

[2] Mûsa her cîyêd r'êk'etina firarîyêd wan anegorî xebera Xudan nivîsî. Ev in r'êwîtîyêd wane anegorî cîyêd r'êk'etina wan.

[3] Panzdehê meha yekê, r'oja Cejina Derbazbûnêye duda, ew ji R'amsês r'êk'etin. Zar'êd Îsraêl bi mêrk'îmî li ber ç'e'vêd t'emamîya misirîya derk'etin.

[4] Misirîya jî hingê h'emû nixurîyêd ku Xudan qir' kiribû, ç'e'l dikirin. Xudan dîwana xwedêyêd wan kir.

[5] Hingê zar'êd Îsraêl ji R'amsêsê r'êk'etin û li Sûkotê zomêd xwe lêdan.

[6] Ji Sûkotê r'êk'etin û li Êt'amê ku xilazîya ber'îyê ye, zomêd xwe lêdan.

[7] Ji Êt'amê r'êk'etin û veger'îyane li Pî-Hahîrot'ê ku pêşberî Bae'l-Siponê ye û pêşberî Mîgdolê zomêd xwe lêdan.

[8] Ji Pî-Hahîrot'ê r'êk'etin, li nava be'rêr'a derbazî ber'îyê bûn. Sê r'oja ber'îya Êt'amr'a çûn û li Marahê zomêd xwe lêdan.

[9] Ji Marahê r'êk'etin, hatine Êlîmê. Li Êlîmê donzdeh kanî û h'eftê darêd xurma hebûn, wana li wir zomêd xwe lêdan.

[10] Ji Êlîmê r'êk'etin û devê Be'ra Sor zomêd xwe lêdan.

[11] Ji Be'ra Sor r'êk'etin û li ber'îya Sînêda zomêd xwe lêdan.

[12] Ji ber'îya Sînê r'êk'etin û li Dofqayê zomêd xwe lêdan.

[13] Ji Dofqayê r'êk'etin û li Alûşê zomêd xwe lêdan.

[14] Ji Alûşê r'êk'etin û li R'ifîdîmê zomêd xwe lêdan. Li wir av t'une bû ku cime'tê vexwara.

[15] Ji R'ifîdîmê r'êk'etin û li ber'îya Sînayêda zomêd xwe lêdan.

[16] Ji ber'îya Sînayê r'êk'etin û li Qîbrot-Hat'awayê zomêd xwe lêdan.

[17] Ji Qîbrot-Hat'awayê r'êk'etin û li H'asêrotê zomêd xwe lêdan.

[18] Ji H'asêrotê r'êk'etin û li R'etmayê zomêd xwe lêdan.

[19] Ji R'etmayê r'êk'etin û li R'îmmon-Peresê zomêd xwe lêdan.

[20] Ji R'îmmon-Peresê r'êk'etin û li Lîvnayê zomêd xwe lêdan.

[21] Ji Lîvnayê r'êk'etin û li R'îssayê zomêd xwe lêdan.

[22] Ji R'îssayê r'êk'etin û li Qihêlat'ayê zomêd xwe lêdan.

[23] Ji Qihêlat'ayê r'êk'etin û li ç'îyayê Şefer zomêd xwe lêdan.

[24] Ji ç'îyayê Şefer r'êk'etin û li H'aradayê zomêd xwe lêdan.

[25] Ji H'aradayê r'êk'etin û li Maqhêlotê zomêd xwe lêdan.

[26] Ji Maqhêlotê r'êk'etin û li T'ah'atê zomêd xwe lêdan.

[27] Ji T'ah'atê r'êk'etin û li Têrahê zomêd xwe lêdan.

[28] Ji Têrahê r'êk'etin û li Mît'qayê zomêd xwe lêdan.

[29] Ji Mît'qayê r'êk'etin û li Haşmonayê zomêd xwe lêdan.

[30] Ji Haşmonayê r'êk'etin û li Mosêrotê zomêd xwe lêdan.

[31] Ji Mosêrotê r'êk'etin û li Binê-Yahakanê zomêd xwe lêdan.

[32] Ji Binê-Yahakanê r'êk'etin û li H'or-Hagîdgadê zomêd xwe lêdan.

[33] Ji H'or-Hagîdgadê r'êk'etin û li Yotbat'ayê zomêd xwe lêdan.

[34] Ji Yotbat'ayê r'êk'etin û li E'vronayê zomêd xwe lêdan.

[35] Ji E'vronayê r'êk'etin û li Esyon-Geberê zomêd xwe lêdan.

[36] Ji Esyon-Geberê r'êk'etin û li ber'îya Sînda, awa gotî Qadêşda zomêd xwe lêdan.

[37] Ji Qadêşê r'êk'etin û li ç'îyayê Horê, xilazîya e'rdê Edomê, zomêd xwe lêdan.

[38] Çil salê zar'êd Îsraêl bûn ku ji e'rdê Misirê derk'etibûn, yekê meha pênca, Harûnê k'ahîn anegorî xebera Xudan hilk'işîya li ser ç'îyayê Horê û li wir mir.

[39] Harûn sed bîst sê salî bû gava li ser ç'îyayê Horê mir.

[40] P'adşê E'radêyî kenanî ku li Necefê, e'rdê kenanîyada dima, bona hatina zar'êd Îsraêl bihîst .

[41] Zar'êd Îsraêl jî ji ç'îyayê Hor r'êk'etin û li Salmonayê zomêd xwe lêdan.

[42] Ji Salmonayê r'êk'etin û li Pûnonê zomêd xwe lêdan.

[43] Ji Pûnonê r'êk'etin û li Ovot'ê zomêd xwe lêdan.

[44] Ji Ovot'ê r'êk'etin û li Îyê-Hahabarîmê li ser sînorê Mowab zomêd xwe lêdan.

[45] Ji Îyîmê r'êk'etin û li Dîbon-Gadê zomêd xwe lêdan.

[46] Ji Dîbon-Gadê r'êk'etin û li E'lmon-Dîvlat'aymayê zomêd xwe lêdan.

[47] Ji E'lmon-Dîvlat'aymayê r'êk'etin û li ser ç'îyayêd Abarîm, pêşberî Nebo zomêd xwe lêdan.

[48] Ji ç'îyayêd Abarîm r'êk'etin û li deştêd Mowabêda, nêzîkî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê zomêd xwe lêdan.

[49] Û li ber Ûrdunê, ji Bêt'-Haşîmot'ê h'eta Abêl-Haşîtîmê li deştêd Mowabda zomêd xwe lêdan.

[50] Li deştêd Mowabêda, ber Ûrdunê, pêşberî Erîhayê Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[51] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan: ‹Gava hûn Ûrdunêr'a derbazî e'rdê Kenanê bin,

[52] hingê ji ber xwe berî h'emû binelîyêd wî e'rdî din û h'emû şikilêd h'eykelêd wan û h'emû h'eykelêd wanî r'okirî hûrdexweşî kin, h'emû hêlanêd wane jorin wêran kin.

[53] Wî e'rdî xwer'a bikine milk', li wir bijîn, çimkî ez wî e'rdî didime we ku lê war bin.

[54] Bi p'eşk avîtinê hûnê ji wî e'rdî, anegorî malbetêd xwe, p'ar bistînin. Malbeta mezin wê ze'f bistîne, ya biç'ûk wê hindik bistîne, k'êr'a k'îderê bik'eve ewê jî bibe p'ara wî. Anegorî qebîlêd bavêd xwe xwer'a war hildin.

[55] Lê heger hûn ji ber xwe berî binelîyêd wî e'rdî nedin, hingê ewêd ku hûn sax bihêlin wê bibine mîna stirûyêd ç'e'vêd weda û mîna dirêşa li tenişta weda. Û ewê we li ser e'rdê ku hûnê bijîn, bizêrînin.

[56] Hingê ezê usa bînime serê we, çawa ku min dixwest banîya serê wan›».

Jimar — Chapters