Jimar 2
[1] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeber da û got:
[2] «Zar'êd Îsraêl bira zomêd xwe her kes t'evî ala xwe, bi nîşanêd olk'êd xwe lêxe. Ew gere li dora Konê Civînê hinekî dûr zomêd xwe lêxin.
[3] Pêşîyêva alîyê r'oavayê Cihûda gere zoma xwe t'evî ala xwe anegorî ordîyêd xwe lêxe. Serwêrê zar'êd Cihûda Nehşonê kur'ê Amînadav bû.
[4] H'esabê ordîya wî 74600 nefs bûn.
[5] R'ex wîda bira qebîla Îsaxar zomêd xwe lêxe. Serwêrê zar'êd Îsaxar Nit'anêlê kur'ê Sûhar bû.
[6] H'esabê ordîya wî 54400 nefs bûn.
[7] Peyr'a bira qebîla Zebûlon be. Serwêrê zar'êd Zebûlon Elyabê kur'ê H'êlon bû.
[8] H'esabê ordîya wî 57400 nefs bûn.
[9] T'emamîya h'esabê zoma Cihûda anegorî ordîyêd xwe 186400 nefs bûn. Evana gere pêşîyê r'ê k'evin.
[10] Ala zoma R'ûbên anegorî ordîyêd xwe gere alîyê başûrê be. Serwêrê zar'êd R'ûbên Elîsûrê kur'ê Şidêyûr bû.
[11] H'esabê ordîya wî 46500 nefs bûn.
[12] R'ex wîda bira qebîla Şimh'ûn zomêd xwe lêxe. Serwêrê zar'êd Şimh'ûn Şilûmîyêlê kur'ê Sûrîşaday bû.
[13] H'esabê ordîya wî 59300 nefs bûn.
[14] Peyr'a bira qebîla Gad be. Serwêrê zar'êd Gad Elyasafê kur'ê R'ihûêl bû.
[15] H'esabê ordîya wî 45650 nefs bûn.
[16] T'emamîya h'esabê zoma R'ûbên anegorî ordîyêd xwe 151450 nefs bûn. Ew gere yê duda r'êk'evin.
[17] Hingê wê Konê Civînê r'ê k'eve, zoma lêwîya bira nava zomada be. Çawa ku zomêd xwe wê lêxin usa jî r'êk'evin. Her kes cîyê xweda be anegorî alêd xwe.
[18] Ala zoma Efrayîm anegorî ordîyêd xwe gere alîyê r'oavayê be. Serwêrê zar'êd Efrayîm Elîşamayê kur'ê E'mîhûd bû.
[19] H'esabê ordîya wî 40500 nefs bûn.
[20] R'ex wîda bira qebîla Minaşe be. Serwêrê zar'êd Minaşe Gamalyêlê kur'ê Pidahsûr bû.
[21] H'esabê ordîya wî 32200 nefs bûn.
[22] Peyr'a bira qebîla Binyamîn be. Serwêrê zar'êd Binyamîn Abîdanê kur'ê Gîdonî bû.
[23] H'esabê ordîya wî 35400 nefs bûn.
[24] T'emamîya h'esabê zoma Efrayîm anegorî ordîyêd xwe 108100 nefs bûn. Ew gere yê sisîya r'ê k'evin.
[25] Ala zoma Dan anegorî ordîyêd wan gere alîyê bakurê be. Serwêrê zar'êd Dan Axîhezerê kur'ê E'mîşaday bû.
[26] H'esabê ordîya wî 62700 nefs bûn.
[27] R'ex wîda qebîla Aşêr bira zomê lêxe. Serwêrê zar'êd Aşêr Pagîyêlê kur'ê Ok'ran bû.
[28] H'esabê ordîya wî 41500 nefs bûn.
[29] Peyr'a bira qebîla Neftelî be. Serwêrê zar'êd Neftelî Ah'îrayê kur'ê Eynan bû.
[30] H'esabê ordîya wî 53400 nefs bûn.
[31] T'emamîya h'esabê zoma Dan 157600 nefs bûn. Ew gere xilazîyê r'ê k'evin anegorî alêd xwe.
[32] Ev in h'esabê zar'êd Îsraêl anegorî olk'êd xwe. T'emamîya h'esabê zoma anegorî ordîyêd xwe 603550 nefs bûn.
[33] Lê lêwî ne hatine jimartinê t'evî zar'êd Îsraêl, çawa ku Xudan t'emî li Mûsa kiribû.
[34] Zar'êd Îsraêl h'emû usa dikirin çawa ku Xudan t'emî li Mûsa kiribû. Wana zomêd xwe anegorî alêd xwe lê didan û usa jî r'ê dik'etin, her kes t'evî malbetêd xwe anegorî olk'êd xwe.