Skip to content
Opens in a new window

Jimar 7

[1] Gava Mûsa pîrozgeh da sekinandinê xilaz kir, ew û her tiştêd wê r'ûn kirin û pîroz kir, hingê gorîgeh û h'emû hacetêd wê jî r'ûn kirin û pîroz kir.

[2] Serwêrêd Îsraêl, serwêrêd olk'êd wan, awa gotî serwêrêd qebîlêd wan, yêd ku serwêrîya navnivîsarê dikirin, dîyarî anîn.

[3] Dîyarîyêd xwe anîne li ber Xudan: Şeş e'rebê girtî, donzdeh ga, her e'rebek du serwêr bûn û herekîr'a gak, vana ev anîne li ber Pîrozgehê.

[4] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[5] «Ji wan hilde, ewê bona xizmetk'arîya Konê Civînê bêne xebatê. Wan bide lêwîya, her kesîr'a anegorî xebata wî».

[6] Mûsa e'rebe û ga hildan û ew dane lêwîya.

[7] Du e'rebe û çar ga dane zar'êd Gêrşon, anegorî xebata wan.

[8] Çar e'rebe h'eyşt ga dane zar'êd Mêrarî, anegorî xebata wane bi serwêrîya Ît'amarê kur'ê Harûnê k'ahîn.

[9] Lê neda kur'ê Qohat' çimkî xebata Cîyê Pîroz li ser wan bû, wana ew gere li ser milê xwe bibirana.

[10] Serwêra dîyarîya pîrozkirina gorîgehê r'oja r'ûnkirinê anîn. Serwêra dîyarîyêd xwe anîne li ber gorîgehê.

[11] Xudan gote Mûsa: «R'ojê serwêrek bira dîyarîya xwe bîne, bona pîrozkirina gorîgehê».

[12] R'oja pêşin Nehşonê kur'ê Amînadav ji qebîla Cihûda dîyarîya xwe anî.

[13] Dîyarîya wî ev bû: t'eşteke zîvîne 130 şêkilê , t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[14] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[15] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[16] nêrîkî bona dîyarîya paqijbûnê,

[17] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Nehşonê kur'ê Amînadav bû.

[18] R'oja duda Nit'anêlê kur'ê Sûhar serwêrê Îsaxar dîyarîya xwe anî.

[19] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[20] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[21] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[22] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[23] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Nit'anêlê kur'ê Sûhar bû.

[24] R'oja sisîya Elyabê kur'ê H'êlon serwêrê zar'êd Zebûlon anî.

[25] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[26] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[27] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[28] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[29] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Elyabê kur'ê H'êlon bû.

[30] R'oja çara Elîsûrê kur'ê Şidêyûr serwêrê zar'êd R'ûbên anî.

[31] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[32] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[33] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[34] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[35] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Elîsûrê kur'ê Şidêyûr bû.

[36] R'oja pênca Şilûmîyêlê kur'ê Sûrîşadayê serwêrê zar'êd Şimh'ûn anî.

[37] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[38] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[39] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[40] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[41] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Şilûmîyêlê kur'ê Sûrîşaday bû.

[42] R'oja şeşa Elyasafê kur'ê Dihûyêlê serwêrê zar'êd Gad anî.

[43] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[44] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[45] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[46] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[47] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Elyasafê kur'ê Dihûyêl bû.

[48] R'oja h'efta Elîşamayê kur'ê E'mîhûdê serwêrê zar'êd Efrayîm anî.

[49] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[50] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[51] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[52] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[53] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Elîşamayê kur'ê E'mîhûd bû.

[54] R'oja h'eyşta Gamalyêlê kur'ê Pidahsûrê serwêrê zar'êd Minaşe anî.

[55] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[56] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[57] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[58] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[59] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Gamalyêlê kur'ê Pidahsûr bû.

[60] R'oja neha Abîdanê kur'ê Gîdonîyê serwêrê zar'êd Binyamîn anî.

[61] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[62] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[63] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[64] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[65] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Abîdanê kur'ê Gîdonî bû.

[66] R'oja deha Axîhezerê kur'ê E'mîşadayê serwêrê zar'êd Dan anî.

[67] Dîyarîya wî jî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xwesî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[68] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[69] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[70] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[71] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Axîhezerê kur'ê E'mîşaday bû.

[72] R'oja yanzdeha Pagîyêlê kur'ê Ok'ranê serwêrê zar'êd Aşêr anî.

[73] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[74] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[75] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[76] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[77] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Pagîyêlê kur'ê Ok'ran bû.

[78] R'oja donzdeha Ah'îrayê kur'ê Eynanê serwêrê zar'êd Neftelî anî.

[79] Dîyarîya wî ev bû: T'eşteke zîvîne 130 şêkilê, t'aseke zîvîne 70 şêkilê, anegorî şêkilê pîrozgehê, her du jî bi arê xasî r'ûnda stirayî dagirtî bona dîyarîya nanî,

[80] kevç'îkî zêr'înî 10 şêkilê bixûrêva dagirtî,

[81] canegak, beranek, berxekî yeksalî bona dîyarîya t'evayîşewatê,

[82] nêrîk bona dîyarîya paqijbûnê,

[83] du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxêd yeksalî bona dîyarîya heleqetîyê. Eva dîyarîya Ah'îrayê kur'ê Eynan bû.

[84] Ev e dîyarîya ku serwêrêd Îsraêl bona pîrozkirina gorîgehê, r'oja r'ûnkirina wê anîn: Donzdeh t'eştêd zîvîn, donzdeh t'asêd zîvîn, donzdeh kevç'îyêd zêr'în.

[85] Her t'eşteke zîvîn 130 şêkil bû, her t'asek 70 şêkil bû, h'emû bi hevr'a 2400 şêkil bû, anegorî şêkilê pîrozgehê.

[86] Donzdeh kevç'îyêd zêr'în bixûrêva dagirtî, her kevç'îk 10 şêkil bû, anegorî şêkilê pîrozgehê, h'emû bi hevr'a 120 şêkil bû.

[87] H'emû h'eywanê bona dîyarîya t'evayîşewatê ev bûn: Donzdeh canega, donzdeh beran, donzdeh berxêd yeksalî t'evî dîyarîya wane nanî. Û donzdeh nêrî bona dîyarîya paqijbûnê.

[88] T'emamîya h'eywanê bona dîyarîya heleqetîyê ev bûn: Bîstçar ga, şêst beran, şêst nêrî û şêst berxêd yeksalî. Eva dîyarîya pîrozkirina gorîgehê bû, pey r'ûnkirina wêr'a.

[89] Gava Mûsa dik'ete Konê Civînê bona ku t'evî Xudan xeber da, ewî dengê ku wîr'a xeber dida, ji ser qalp'axê baxşandinêyî li ser Sindoqa Şe'detîyêye nava her du xêrûbada dibihîst. Û Xudan t'evî wî xeber dida.

Jimar — Chapters