Skip to content
Opens in a new window

Jimar 21

[1] P'adşê E'radê kenanî ku li Necefê dima, bihîst wekî Îsraêl r'îya At'arîmda tê, t'evî Îsraêl kire şer' û ji wan hêsîr birin.

[2] Hingê Îsraêl li ber Xudan ad-qirar kir û got: «Heger tu vî miletî bidî destê min, ezê bajarêd wan wêran kim, wî t'am dîyarî Xudan bikim».

[3] Xudan dengê Îsraêl bihîst û kenanî dane destêd wan. Ew û bajarêd wan wêran kirin, ew t'am dîyarî Xudan kirin. Navê wî cîyî danîn H'orma .

[4] Ew ji ç'îyayê Horê r'êk'etin r'îya Be'ra Sorva çûn wekî dora e'rdê Edomva her'in. Sebira cime'tê r'êva t'êrê nekir.

[5] Cime'tê miqabilî Xwedê û Mûsa xeberda û got: «Çima we em ji Misirê hevraz derxistin ku ber'îyêda bimirin? Çimkî ne nan heye, ne av heye û ev xwarina hane p'ûç' jî, ku me'dê me jê li hev dik'eve».

[6] Xudan me'rêd je'rdadayî şandine li ser milet û wana milet xist. Gelek merî ji Îsraêl mirin.

[7] Hingê milet hate li cem Mûsa û got: «Me gune kir ku miqabilî Xudan û te xeberda, r'eca ji Xudan bike ku me'ra dûrî me xe». Û Mûsa bona cime'tê r'eca kir.

[8] Xudan gote Mûsa: «Xwer'a me'rekî çêke û darva dardake, her kesê me'r lêdayî li wî binihêr'e wê sax bimîne».

[9] Mûsa me'rekî sifir çêkir, ew darva darda kir. Gava me'r merivekî dixist ewî li me'rê sifir dinihêr'î û sax dima.

[10] Zar'êd Îsraêl r'ê k'etin û li Ovot'ê zomêd xwe lêdan.

[11] Ji Ovot'ê jî r'ê k'etin û li Îyê-Hahabarîmê li ber'îya pêşberî Mowabê alîyê r'ohilatê zomêd xwe lêdan.

[12] Ji wir r'ê k'etin û li newala Zeredê zomêd xwe lêdan.

[13] Ji wir jî r'ê k'etin û ber'îyêda wî berî Arnonê ku ji sînorê emorîya der tê, zomêd xwe lêdan. Çimkî Arnon sînorê nava Mowab û emorîya ye.

[14] Lema li k'itêba Şer'êd Xudanda tê gotinê: «Vahêv û nixalêd Arnon li Sûfayê ne,

[15] usa jî p'êberjêrêd nixala ku dik'işine jêr h'eta E'rê û li sînorê Mowabê hildipesêre».

[16] Û ji wir çûne Bêrê. Eva ew bîr bû bona k'îjanî Xudan gote Mûsa: «Cime'tê t'opî li ser hev ke û ezê avê bidime wan».

[17] Wê hingê Îsraêl eva stirana stira: «Bîr bide der! Wêr'a bistirên!

[18] Bîra ku wek'îla ew vedane, e'silzadeyêd mileta ew k'olane bi şiv û şivdarêd xwe!» Ji ber'îyê ew çûne Mat'anayê.

[19] Ji Mat'anayê jî çûne Nah'alîyêlê, ji Nah'alîyêlê çûne Bamot'ê.

[20] Û ji Bamot'ê çûne newala deşta Mowabda li serê Pîsgayê, ku li ber'îyê dinihêr'e.

[21] Wê hingê Îsraêl qasid şandine li cem Sîxonê p'adşê emorîya, got:

[22] «Îzina te hebe em e'rdê ter'a derbaz bin, em venager'ine deşt û baxa, em avê jî ji bîra venaxwin, emê r'îya p'adşêva her'in h'eta sînorê ter'a derbaz bin».

[23] Lê Sîxon ne hişt ku Îsraêl sînorê wîr'a derbaz be. Sîxon h'emû cime'ta xwe t'op kir û derk'ete miqabilî Îsraêl li ber'îyê, hate Yahasê û t'evî Îsraêl kire şer'.

[24] Îsraêl ew da ber devê şûr, e'rdê wî ji Arnon h'eta Yaboqê, h'eta zar'êd Amon zeft kir. Çimkî sînorê zar'êd Amon qewatkirî bû.

[25] Îsraêl h'emû ev bajar hildan û Îsraêl li h'emû bajarêd emorîyada cî-war bû usa jî H'eşbonê û h'emû dor-berê wêda.

[26] Çimkî H'eşbon bajarê Sîxonê p'adşê emorîya bû. Ewî t'evî p'adşê Mowabêyî pêşîyê kiribû şer' û t'emamîya e'rdê wî h'eta Arnonê ji destê wî standibû.

[27] Lema yê mesela salix dikin, dibêjin: «Werine H'eşbonê, bira ew ava be û qedîm be bajarê Sîxonê!

[28] Çimkî agir ji H'eşbonê derk'et, alav ji bajarê Sîxonê. H'ûfî xwe kir E'ra Mowabê, wek'îlêd Arnonêye hêlanêd jorin.

[29] Wey li te Mowab! Tu unda bûyî cime'ta K'imoş , kur'êd xwe dane r'evê, qîzêd xwe jî dane hêsîrîyê li Sîxonê p'adşê emorîya.

[30] Me ew e'rdê xist, ji H'eşbonê h'eta Dîbonê. Me ew h'eta Nofah'ê ku nêzîkî Mêdebayê ye wêran kirin».

[31] Bi vî awayî Îsraêl li e'rdê emorîyada cî-war bû.

[32] Wê hingê Mûsa şand ku ce'sûsîya Yazêrê bikin, Îsraêl dor-berêd wê zeft kir û berî emorîyêd ku li wir diman da

[33] û veger'îyan li r'îya Başanêda hevraz çûn. Hingê Ogê p'adşê Başanê û t'emamîya miletê wî li Êdreyê derk'ete şêr' miqabilî wan.

[34] Xudan gote Mûsa: «Netirse ji wî, çimkî ewî, t'emamîya cime'ta wî û e'rdê wî ez didime destê te. Tê usa bînî serê wî çawa ku te anî serê Sîxonê p'adşê emorîya ku li H'eşbonê dima».

[35] Û Îsraêl ew, kur'êd wî û t'emamîya cime'ta wî qir' kirin, qet yek sax ne hiştin û e'rdê wî zeft kirin.

Jimar — Chapters