Jimar 29
[1] Yekê meha h'efta bona we bira civîna pîroz be, t'u şixulî nekin. Bira ew r'oja bor'î lêdanê be.
[2] Canegakî, beranekî û h'eft berxêd yeksalîye bê qusûr Xudanr'a dîyarîya t'evayîşewatêye bînxweş bidin.
[3] Usa jî dîyarîya wane nanî ji arê xasî r'ûnda stirayî. P'areke çapêye ji deha sisê bona canega, p'areke çapêye ji deha dudu bona berên,
[4] P'areke çapêye ji deha yek jî bona her berxê ji her h'eft berxa bidin.
[5] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê bona afûbûna xwe bidin.
[6] Vana li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her mehêr'a û dîyarîya wêye nanîr'a, dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a û dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wane serdakirinêr'a anegorî qanûnê bidin. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e Xudanr'a.
[7] Dehê meha h'efta jî bona we bira civîna pîroz be, nefsa xwe bişkênin û t'u şixulî nekin.
[8] Canegakî, beranekî û h'eft berxêd yeksalîye bê qusûr Xudanr'a dîyarîya t'evayîşewatêye bînxweş bidin.
[9] Û usa jî dîyarîya wane nanî ji arê xasî r'ûnda t'evdayî. P'areke çapêye ji deha sisê bona canega, p'areke çapêye ji deha dudu bona berên.
[10] P'areke çapêye ji deha yek jî bona her berxê ji wan her h'eft berxa bidin.
[11] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya paqijbûnêye k'ewandinêr'a , dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a û dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wane serdakirinêr'a bidin.
[12] Panzdehê meha h'efta jî bona we bira civîna pîroz be, t'u şixulî nekin û h'eft r'oja Xudanr'a cejinê bikin.
[13] Dîyarîya t'evayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweş Xudanr'a bidin: Sêzdeh canega, du berana û çardeh berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[14] Û usa jî dîyarîya wane nanî ji arê xasî r'ûnda stirayî: Wan sêzdeh canegar'a her yekêr'a p'areke çapêye ji deha sisê, wan her du beranar'a her yekêr'a p'areke çapêye ji deha dudu,
[15] wan çardeh berxar'a her yekêr'a p'areke çapêye ji deha yek bidin.
[16] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[17] Li r'oja duda: Donzdeh canega, du berana û çardeh berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[18] Û usa jî dîyarîya wane nanî, dîyarîya wane serdakirinê bona canega, berana û berxa anegorî h'esabê wan û qanûnê bidin.
[19] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wane serdakirinêr'a bidin.
[20] Li r'oja sisîya: Yanzdeh canega, du berana û çardeh berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[21] Û usa jî dîyarîya wane nanî, dîyarîya wane serdakirinê bona canega, berana û berxa anegorî h'esabê wan û qanûnê bidin.
[22] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[23] Li r'oja çara: Dehe canega, du berana û çardeh berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[24] Û usa jî dîyarîya wane nanî, dîyarîya wane serdakirinê bona canega, berana û berxa anegorî h'esabê wan û qanûnê bidin.
[25] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[26] Li r'oja pênca: Nehe canega, du berana û çardeh berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[27] Û usa jî dîyarîya wane nanî, dîyarîya wane serdakirinê bona canega, berana û berxa anegorî h'esabê wan û qanûnê bidin.
[28] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[29] Li r'oja şeşa: H'eyşt canega, du berana û çardeh berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[30] Û usa jî dîyarîya wane nanî, dîyarîya wane serdakirinê bona canega, berana û berxa anegorî h'esabê wan û qanûnê bidin.
[31] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[32] Li r'oja h'efta: H'eft canega, du berana û çardeh berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[33] Û usa jî dîyarîya wane nanî, dîyarîya wane serdakirinê bona canega, berana û berxa anegorî h'esabê wan û qanûnê bidin.
[34] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[35] R'oja h'eyşta bira bona we civîna pîroz be, tu şixulî nekin.
[36] Dîyarîya t'evayîşewatê, dîyarîya şewatêye bînxweş Xudanr'a bidin: Canegakî, beranekî û h'eft berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[37] Û usa jî dîyarîya wane nanî, dîyarîya wane serdakirinê bona canegê, beran û berxê anegorî h'esabê wan û qanûnê bidin.
[38] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a, dîyarîya wêye nanîr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[39] Van bona Xudan cejinêd xweda çawa dîyarîyêd xweye t'evayîşewatê, dîyarîyêd xweye nanî, dîyarîyêd xweye serdakirinê û dîyarîyêd xweye heleqetîyê li ser sozêd xwer'a û dîyarîyêd xweye r'ezedilîyêr'a bidin».
[40] Mûsa h'emû çi ku Xudan e'mirî li wî kiribû, gote zar'êd Îsraêl.