Skip to content
Opens in a new window

Jimar 3

[1] Ev in zur'etêd Harûn û Mûsa, wê r'ojê gava Xudan t'evî Mûsa li ç'îyayê Sînayê xeberda.

[2] Ev in navê kur'êd Harûn, nixurîyê wî Nadab peyr'a Abîhû, Êlazar û Ît'amar,

[3] ew k'ahînêd r'ûnkirî yêd ku Harûn ew k'ahîntîyêr'a qewîn-qedîm kirin.

[4] Nadab û Abîhû li ber Xudan mirin, gava wan ber'îya Sînayêda şaş agir li ber Xudan dan û ew bêzur'et bûn. Êlazar û Ît'amar li ber ç'e'vê Harûnê bavê xwe k'ahîntî dikirin.

[5] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[6] «Qebîla Lêwî bîne û li ber Harûnê k'ahîn bide sekinandinê ku berdestîya wî bikin.

[7] Bira ew borcê nobedarîyê bona wî û h'emû civînê li ber Konê Civînê biqedînin, xizmetk'arîya pîrozgehê bikin.

[8] Xweyîtîya her tiştêd Konê Civînê û borcê zar'êd Îsraêl bikin awa gotî xizmetk'arîya pîrozgehê bikin.

[9] Tu gere lêwîya bidî Harûn û kur'êd wî. Ew wîr'a hatine dayînê ji nava zar'êd Îsraêl.

[10] Tu gere Harûn kur'ava k'ifş kî bona ku ew qulixê k'ahîntîya xwe biqedînin. Lê gava yekî din nêzîkî pîrozgehê be, gere bê kuştinê».

[11] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[12] «Awa min Lêwî ji nava zar'êd Îsraêl hildan, dewsa wan h'emû nixurîyêd ku bet'inê vedikin ji nava zar'êd Îsraêl. Awa lêwîyê bona min bin

[13] çimkî her nixurî p'ara min e. Wê r'oja ku min h'emû nixurîyêd welatê Misirê xistin hingê min h'emû nixurîyêd Îsraêlda ji mêriv h'eta h'eywên xwer'a buhurtî-jibare kirin. Ewê p'ara min bin, ez Xudan im».

[14] Xudan dîsa t'evî Mûsa li ber'îya Sînayêda xeberda, got:

[15] «Zar'êd Lêwî anegorî olk'êd wan, malbetêd wan bijmire. Her qisimê nêrînî ji yekmehê bijmire».

[16] Mûsa anegorî xebera Xudan, çawa ku wîr'a hatibû gotinê ew jimartin.

[17] Ev bûn navê zar'êd Lêwî: Gêrşon, Qohat' û Mêrarî.

[18] Ev jî navê zar'êd Gêrşon e, malbetêd wanva: Lîbnî û Şîmî.

[19] Zar'êd Qohat' jî malbetêd wanva ev in: E'mram, Îshar, Hêbron û Ûzîêl.

[20] Zar'êd Mêrarî malbetêd wanva ev in: Mah'lî û Mûşî. Evana malbetêd lêwîya ne anegorî olk'êd wan.

[21] Malbeta lîbnî û malbeta şîmî digihîjine Gêrşon. Evana malbetêd gêrşonîya ne.

[22] H'esabê wan, awa gotî h'esabê her qisimê nêrînî ji yekmehê 7500 nefs bûn.

[23] Malbetêd gêrşonîya bira pişt pîrozgehê, awa gotî alîyê r'oavayê, zoma xwe lêxin.

[24] Serwêrê olk'a gêrşonîya Elyasafê kur'ê Layêl bû.

[25] Borcê zar'êd Gêrşon li Konê Civînêda xweyîtîya Pîrozgeh, sergira ser girtinê û serk'êşa wê û p'er'da ber derê Konê Civînê ye,

[26] p'er'dêd h'ewşê û p'er'da ber derê h'ewşê ku dora pîrozgeh û gorîgehê ye, usa jî hebinêd wê, usa jî h'emû şixulê wê ye.

[27] Malbeta e'mramîya, malbeta Îsharîya, malbeta hêbronîya û malbeta ûzîêlîya digihîjine Qohat'. Evana malbetêd qohat'îya ne.

[28] H'esabê her qisimê nêrînî ji yek mehê 8600 nefs bûn. Vana xweyîtîya cîyê pîroz dikir.

[29] Malbetêd zar'êd Qohat' bira zomêd xwe alîyê başûra pîrozgehê lêxin.

[30] Serwêrê olk'a malbetêd qohat'îya Elîsafanê kur'ê Ûzîêl bû.

[31] Borcê xweyîtîya wan: sindoq, sifire, şemdan, gorîgeh û hacetêd pîroz bona xebata wan, usa jî p'er'de û h'emû şixulê wê ne.

[32] Serokê serwêrêd lêwîya Êlazarê kur'ê Harûnê k'ahîn bû. Ew serwêrê wan bû yêd ku xweyîtîya cîyê pîroz dikirin.

[33] Malbeta mah'lîya û malbeta mûşîya digihîjine Mêrarî. Evana malbetêd mêarîya ne.

[34] H'esabê her qisimê nêrînî ji yekmehê 6200 nefs bûn.

[35] Serwêrê olk'a malbetêd Mêrarî Sûrîyêlê kur'ê Abîxayîl bû. Ew bira alîyê bakura pîrozgehê zomê xwe lêxin.

[36] Borcê xweyîtîya kur'êd Mêrarî: Çîtêd pîrozgehê, destûyê wê, stûnêd wê, bingehêd wê, h'emû hacetêd wê û h'emû şixulê wan,

[37] usa jî stûnêd dora h'ewşê, bingehêd wan, singêd wan û hebinêd wan e.

[38] Mûsa, Harûn û kur'êd wî zomêd xwe bira alîyê r'ohilata pîrozgehê, pêşberî Konê Civînê lêxin. Ew gere xweyîtîya cîyê pîroz bikin bona bêxofîya zar'êd Îsraêl. Gava yekî din nêzîk be, gere bê kuştinê.

[39] Mûsa û Harûn anegorî xebera Xudan h'emû lêwî anegorî malbetêd wan jimartin. H'esabê h'emû qisimê nêrînî ji yekmehê 22000 nefs bûn.

[40] Xudan gote Mûsa: «H'emû nixurîyêd qisimê nêrînî zar'êd Îsraêl ji yekmehê bijmire. R'eqema navêd wan çêke.

[41] Û lêwîya dewsa h'emû nixurîyê zar'êd Îsraêl minr'a k'ifş ke usa jî h'eywanê lêwîya dewsa h'emû nixurîyê h'eywanê zar'êd Îsraêl. Ez Xudan im».

[42] Mûsa h'emû nixurîyêd zar'êd Îsraêl jimartin, çawa ku Xudan t'emî li wî kiribû.

[43] H'esabê h'emû nixurîyê qisimê nêrînî yek mehî û jor anegorî r'eqema navêd wan 22273 nefs bûn.

[44] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[45] «lêwîya dewsa h'emû nixurîyê zar'êd Îsraêl k'ifş ke usa jî h'eywanê lêwîya dewsa h'eywanê wan. Û lêwîyê p'ara min bin, ez Xudan im.

[46] Û bona van 273 nixurîyêd zar'êd Îsraêl ku ji lêwîya zêdetir in,

[47] ji ber wan her kesîva pênc şêkilî hilde, anegorî şêkilê pîrozgehê ku bîst gêr e.

[48] Û ew p'erê ber yêd zêdeva dayî bide Harûn û kur'êd wî».

[49] Mûsa p'erê ji bervadayî bona yê ji lêwîya zêdetir hildan,

[50] awa gotî ewî ji nixurîyêd zar'êd Îsraêl 1365 şêkil anegorî şêkilê pîrozgehê hildan.

[51] Mûsa ev p'erêd bervadayînê anegorî xebera Xudan, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa, dane Harûn û kur'êd wî.

Jimar — Chapters