Jimar 13
[1] Xudan Mûsar'a xeberda got:
[2] «Xwer'a meriva bişîne ku ce'sûsîya e'rdê Kenanê bikin, k'îjanî ku ez didime zar'êd Îsraêl. Ji her qebîleke bavêd wan merivekî bişîne, awa gotî ji serwêrê nava wanda».
[3] Hingê Mûsa ew anegorî gotina Xudan ji ber'îya Paranê şandin. Ew h'emû meriv serwêrê zar'êd Îsraêl bûn.
[4] Ev in navêd wan: Ji qebîla R'ûbên Şamûayê kur'ê Zak'ûr bû.
[5] Ji qebîla Şimh'ûn Şafatê kur'ê H'orî bû.
[6] Ji qebîla Cihûda K'alêbê kur'ê Yifûneh bû.
[7] Ji qebîla Îsaxar Îgalê kur'ê Ûsiv bû.
[8] Ji qebîla Efrayîm Hoşêyayê kur'ê Nûn bû.
[9] Ji qebîla Binyamîn Paltîyê kur'ê R'afû bû.
[10] Ji qebîla Zebûlon Gaddîyêlê kur'ê Sodî bû.
[11] Ji qebîla Minaşe (qebîleke ji Ûsiv) Gaddîyê kur'ê Sûsî bû.
[12] Ji qebîla Dan E'mîyêlê kur'ê Gimallî bû.
[13] Ji qebîla Aşêr Sit'ûrê kur'ê Mixayîl bû.
[14] Ji qebîla Neftelî Nah'bîyê kur'ê Vofsî bû.
[15] Ji qebîla Gad Geyûêlê kur'ê Maxî bû.
[16] Ev in navêd wan merivêd ku Mûsa şandin ce'sûsîya e'rdê bikin. Mûsa navê Hoşêyayê kur'ê Nûn danî Yêşû .
[17] Mûsa ew şandin ku ce'sûsîya e'rdê Kenanê bikin û gote wan: «R'abin her'ine Necefê û h'eta e'rdê ç'îya-banîya hilk'işin.
[18] Binihêr'in e'rd çawa ye. Merivêd li wî e'rdî dijîn qewat in yan sist in, p'ir' in yan hindik in?
[19] E'rdê ku ew lê ne çawa ye, qenc e yan xirab e? Bajarêd ew lê dijîn vekirî ne yan sûrkirî ne?
[20] E'rd çawa ye, xweyî deremet e yan bê ber e, bax hene yan t'unene? Serxwe bin û ji berê wî e'rdî bînin». (Ev we'dê tirîyêd pêşin bû.)
[21] Û ew r'abûn ce'sûsîya wî e'rdî kirin, ji ber'îya Sînê girtî h'eta R'ih'ovê li Libo-Hamatê.
[22] Ew r'abûn hilk'işîyane Necefê û gihîştine Hêbronê û li wir Axîman, Şêşay û T'almay, zar'êd enaqîya diman. (Hêbron h'eft sala berî Zoyana misirîya hatibû çêkirinê).
[23] Ew gihîştine newala Eşk'olê û li wir wana gûşîkî tirîyê ç'iqilva çinîn darek navr'a kirin û du merîya ew hildan, usa jî çend h'inar û hêjîr hildan.
[24] Navê wî cîyî danîn newala Eşk'ol , bona gûşîyê li wir zar'êd Îsraêl çinîn.
[25] Pey çil r'ojîr'a ew ji ce'sûsîya wî e'rdî veger'îyan.
[26] Ew hatin û çûne li cem Mûsa, Harûn û te'mamîya civîna zar'êd Îsraêl li ber'îya Paran, Qadêşê. Wan û t'emamîya civînêr'a xeber anîn û berêd wî e'rdî nîşanî wan kirin.
[27] Mûsar'a salix kirin û gotin: «Em çûne wî e'rdê ku te em şandinê, bi r'astî şîr û hingiv jê dik'işe, evana jî berê wî ne.
[28] Lê miletê li wî e'rdî dijî, qewat e, bajar jî bi sûrêd gelekî mezin in, usa jî me zar'êd enaqîya li wir dîtin.
[29] Amalêkî li Necefê dijîn, h'îtî, yebûsî û emorî li ser ç'îya-banîya dijîn, kenanî jî devê be'rê û k'êleka Ûrdunê dijîn».
[30] Lê K'alêb cime't li ber Mûsa da ker'kirinê û got: «R'abin em hevraz her'in û wî bikine milk'ê xwe, çimkî emê e'se wî zeftî xwe kin».
[31] Lê merivêd ku t'evî wî hevraz çûbûn digotin: «Em nikarin hevraz her'in miqabilî wan, çimkî ew ji me qewattir in».
[32] Wana cab-sawêd xirab bela dikirin nava zar'êd Îsraêl bona e'rdê ce'sûsî kirî, digotin: «E'rdê ku eme çûbûnê wekî ce'sûsîya wê bikin, ew e'rd binelîyêd xwe h'ûfî xwe dike û h'emû merivêd ku me li ser wê dîtin merivne bejin-bilind in.
[33] Li wir me e'save dîtin (zar'êd enaqîya p'areke ji e'sava bûn) û em li ber ç'e'vêd xwe mîna kulîya bûn usa jî li ber ç'e'vêd wan bûn».