Skip to content
Opens in a new window

Jimar 35

[1] Xudan li deştêd Mowabêda, nêzîkî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê, Mûsar'a xeberda û got:

[2] «E'mirî zar'êd Îsraêl ke ku ew ji milk'ê warê xwe, bajara bidine lêwîya ku ew wanda bijîn. Usa jî e'rdê dora wan bajara bidine lêwîya.

[3] Bajarada ewê bijîn, e'rdê dora wan jî wê bona pez-dewarêd wan, hebûka wan û h'emû h'eywanêd wan be.

[4] Ew e'rdêd bajarayî ku hûnê bidine lêwîya gere her çar alîyava h'ezar zend be, ji sûra bajêr der.

[5] Ji bajêr der alîyê r'ohilatêva du h'ezar zendî, alîyê başûrêva du h'ezar zendî, alîyê r'oavayêva du h'ezar zendî û alîyê bakurva du h'ezar zendî çap kin, bajarê bik'eve navê. Evê bona wan bibine e'rdêd bajara.

[6] Ji bajarêd ku hûnê bidine lêwîya, şeş bajara bikine bajarêd sit'arbûnê, bona ku mêrkuj bir'eve li wir. Xêncî van bajara çil du bajara jî bidine lêwîya.

[7] T'emam t'evî hev hûn gere çil h'eyşt bajara t'evî e'rdê wan bidine lêwîya.

[8] Hûnê van bajara ji warê zar'êd Îsraêl hildin. Her kesê ji bajarêd xwe anegorî warê xwe, wê bide lêwîya. Yêd k'ê ze'f in, ze'fî hildin, yêd k'ê hindik in, hindikî hildin».

[9] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[10] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan: ‹Gava hûn Ûrdunêr'a derbazî e'rdê Kenanê bin,

[11] xwer'a bajara başqe kin, ewê bona we bibine bajarêd sit'arbûnê, ku ew merivê ku yekî bê h'emdê xwe bikuje bir'eve wir.

[12] Ev bajarê bona we bibine sit'ar ji yê ku h'eyfa xûnê wê hilde, bi vî awayî mêrkujê berî dîwana civînê neyê kuştinê.

[13] Ji wan bajarêd ku hûnê bidin, şeş bajar bira bona sit'arê bin.

[14] Sê bajara li alîyê r'ohilata Ûrdunê bidin û sê bajara jî li e'rdê Kenanêda bidin. Ewê bibine bajarê sit'arbûnê.

[15] Ev her şeş bajar bona zar'êd Îsraêl, bona xerîba û bona wan yêd ku nava weda dijîn wê lê sit'ar bin. Her kesê ku bê h'emdê xwe yekî bikuje wê bir'eve li wir.

[16] Gava yek bi h'esinekî yekî din xwe bikuje, ew mêrkuj e, ew mêrkuja gere bê kuştinê.

[17] Gava yek pê kevirê destê xwedayî derba kuştinê yekî xe bikuje, ew mêrkuj e, gerekê bê kuştinê.

[18] Yan gava yek pê darê destê xwedayî derba kuştinê yekî xe bikuje, ew mêrkuj e, gerekê bê kuştinê.

[19] Yê ku h'eyfa xûnê wê hilde, xwexa gere mêrkuj bikuje. Gava r'astî wî bê xwexa gere wî bikuje.

[20] Heger yek ji neyartîyê yekî de'f de, yan tiştekî qesta bavêje wî û ew bimire,

[21] yan heger yek bi destê xwe yekî din xe bikuje, çimkî ew dijminê wî bûye, yê lêxistî gere bê kuştinê, ew mêrkuj e. Yê ku h'eyfa xûnê wê hilde gava r'astî wî bê, gere wî bikuje.

[22] Lê heger yek nişkêva yekî din de'f de, yan bê h'emdê xwe tiştekî bavêje wî, lê ew dijminê hev nîbûne,

[23] yan ew kevirekî derba kuştinê bavêje wî, ew bimire, lê wî ew nedîtibe, dijminê wî jî nîbûye û xirabîya wî nexwestîye,

[24] hingê bira civîn dîwana mêrkuj û yê ku h'eyfa xûnê wê hilde bi van qanûna bike.

[25] Civîn bira mêrkuj ji destê yê ku h'eyfa xûnê wê hilde xilaz ke û civîn gere wî veger'îne bajarê wîyî sit'arbûnê, ku ew r'evî bûyê. Bira ew li wir h'eta mirina serekk'ahînê ku bi r'ûnê pîroz hatîye r'ûnkirinê, bimîne.

[26] Lê heger mêrkuj ji wî sînorê bajarê xweyî lê sit'arbûnê derk'eve,

[27] yê ku h'eyfa xûnê wê hilde, wî ji sînorê bajarê wîyî sit'arbûnê der bibîne û bikuje, yê ku h'eyfa xûnê wê hilde, ne neheqe.

[28] Çimkî ew h'eta mirina serekk'ahîn gere li bajarê xweyî sit'arbûnêda bimîne. Li pey mirina serekk'ahînr'a mêrkuj dikare veger'e e'rdê warê xwe.

[29] Bira ev bona we bibe qeyde-qanûna heqîyê li nava nisilêd weda, li h'emû cî-warêd weda.

[30] Gava yek merîkî bikuje, mêrkuj gere anegorî xebera şe'da bê kuştinê. Lê şe'dek hindik e ku merî bê kuştinê.

[31] Ji ber e'mirê mêrkujva, yê ku gere bê kuştinê heq nestînin. Çimkî ew gere bê kuştinê.

[32] Ne jî ji merivê ku r'evîye bajarê xweyî sit'arbûnê heq bistînin, ku ew berî mirina serekk'ahîn veger'e e'rdê xweda bijî.

[33] E'rdê ku hûn li ser dijîn, neh'er'imînin, çimkî xûn e'rdê dih'er'imîne. E'rd nikare ji xûna li ser r'êtî bê afûkirinê, xêncî bi xûna yê ku xûn r'êtîye.

[34] E'rdê ku hûn li ser dijîn neh'er'imînin, nava k'îjanîda ku ez dimînim. Çimkî ez, Xudan li nava zar'êd Îsraêlda dijîm›».

Jimar — Chapters