Skip to content
Opens in a new window

Jimar 9

[1] Meha yekêye sala duda pey derk'etina ji e'rdê Misirê, Xudan li ber'îya Sînayêda Mûsar'a xeberda û got:

[2] «Bira zar'êd Îsraêl Cejina Derbazbûnê we'dê wêda bikin.

[3] Li berê êvarê r'oja çardehê vê mehê we'dê wêda, anegorî h'emû qeyde-qanûn û qirarêd wê, bikin».

[4] Mûsa zar'êd Îsraêlr'a xeberda ku Cejina Derbazbûnê bikin.

[5] Wana Cejina Derbazbûnê li berê êvarê r'oja çardehê meha yekê li ber'îya Sînayêda kirin. Anegorî h'emû çi ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû, zar'êd Îsraêl usa jî kirin.

[6] Hebûn merî ku dest dabûne cinyaz û nepaqij bûn û nikaribûn Cejina Derbazbûnê wê r'ojê bikirana. Ew wê r'ojê nêzîkî Mûsa û Harûn bûn

[7] û wan meriva gotine Mûsa: «Eme ne paqij in çimkî me dest daye cinyaz, çima em gere xwe ji wê yekê bigirin ku dîyarîya Xudan we'dê wêda t'evî zar'êd Îsraêl nedin?»

[8] Mûsa gote wan: «Hela bisekinin, ez bizanibim k'a Xudanê bona we çi e'mir ke».

[9] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[10] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje: ‹Heger yek ji we yan ji zur'eta we r'îya dûrda be yan nepaqij be çimkî dest daye cinyaz, ew jî bira Cejina Derbazbûnê Xudanr'a bike,

[11] lê bira berê êvarê r'oja çardehê meha duda wê bike. Bira bi nanê şkeva û p'incar'a te'l Cejina Derbazbûnê bixwe,

[12] ji wê h'eta sibehê nehêle, ne jî hestûyêd wê bişkêne. Bira anegorî h'emû qeyde-qanûnêd Cejina Derbazbûnê bike.

[13] Heger meriv paqij be û li r'êwîtîyê nîbe lê Cejina Derbazbûnê neke ew nefsa gere ji nava miletê xwe bê bir'înê, çimkî dîyarîya Xudan we'dê wêda ne daye, ew merivê gerekê gunê xwe bik'işîne.

[14] Heger nava weda xerîbek bijî û ew bixwaze Cejina Derbazbûnê Xudanr'a bike, bira anegorî qeyde-qanûnê Cejina Derbazbûnê û qirara wê bike. Qeyde-qanûn bona we, bona xerîb û bona binalîyê wî e'rdî gere yek be›».

[15] Li r'oja sekinandina Pîrozgehê e'wr Pîrozgeh awa gotî Konê Civînê nixamtibû û êvarda h'eta sibehê ew mîna agir li ser Pîrozgehê bû.

[16] Her gav usa bû: R'ojê e'wr ew dinixamt, şevê jî ew mîna agir bû.

[17] Her car gava e'wr ji ser kon r'adibû hingê zar'êd Îsraêl r'ê dik'etin û li wî cîyê ku e'wr datînî li wir zar'êd Îsraêl zomêd xwe lê didan.

[18] Bi gotina Xudan zar'êd Îsraêl r'ê dik'etin û bi gotina Xudan zomêd xwe lê didan, h'emû r'ojêd ku e'wr danîya li ser Pîrozgehê ew li wir diman.

[19] Gava e'wr dirêj li ser Pîrozgehê bima zar'êd Îsraêl guh didane nîşana Xudan û r'ê nedik'etin.

[20] Dibû wekî e'wr çend r'oja li ser Pîrozgehê dima. Bi gotina Xudan wana zomêd xwe lê didan û bi gotina Xudan ew r'ê dik'etin.

[21] Dibû wekî e'wr ji êvarê h'eta sibehê dima û sibehê ku e'wr bilind dibû ew r'ê dik'etin. R'oj bûya yan şev, gava e'wr bilind bûya ew jî r'ê dik'etin.

[22] Heger du r'oja, yan mehekê, yan salekê e'wr li ser Pîrozgehê bima, zar'êd Îsraêl jî li wir diman û r'ê nedik'etin. Lê k'engê e'wr r'abûya, ew hingê r'ê dik'etin.

[23] Bi gotina Xudan zomêd xwe lê didan û bi gotina Xudan r'ê dik'etin. Gotina Xudane bi destê Mûsa xweyî dikirin.

Jimar — Chapters