Jimar 24
[1] Bilam dît wekî li Xudan xweş tê Îsraêl bimbarek ke, mîna berê neçû ku sêrbazîyê bike, lê berê xwe da ber'îyê.
[2] Bilam serê xwe bilind kir û Îsraêl bi qebîlêd xwe cî-warbûyî dît, hingê R'uh'ê Xwedê hate li ser wî.
[3] Ewî mesela xwe pêşda anî û got: «Awa xebera Bilamê kur'ê Beûr, xebera mêrê ku zelal dibîne.
[4] Xebera yê ku gotinêd Xwedê dibihê, yê ku dîtinokêd Yê Herî Zor dibîne, ç'e'vêd wî têne vekirinê û ew ta dibe.
[5] Çawa bedew in konêd te Aqûb! Cî-warêd te Îsraêl!
[6] Çawa newal ew fire dibin, çawa baxçê ber devê ç'êm, çawa ûdêd ku Xudan daç'ikandîye çawa erzêd devê avê.
[7] Av ji e'lbêd wî diher'ike, t'oximê wî r'ind avadayî ye. P'adşê wî wê Agag derbaztir be, p'adşatîya wî wê bilind be.
[8] Xwedê ew ji Misirê derxist. Qewata wî mîna qewata gayê beyanî ye. Ewê miletêd dijminêd wî daqurtîne û hestûyêd wan wê hûrdexweşî ke, bi tîrêd xwe wê lêxe.
[9] Ew telîya, mîna şêr velezîya, çawa makeşêrê kes nikare ewî r'ake. K'ê te bimbarek ke, wê bimbarek be, k'ê nifir'a li te bike, wê nifir'ê li wî be.
[10] Hingê hêrsa Balaq li Bilam r'abû, ewî destêd xwe hev xistin û Balaq gote Bilam: «Min gazî te kir ku nifir'a li dijminêd min bikî, lê dewsê eva sê car e te ew bimbarek kirin.
[11] Niha bir'eve her'e cîyê xwe! Min got ezê qedir-hurmeta mezin bona te bikim, lê va ye Xudan ew yek ji destê kir».
[12] Bilam gote Balaq: «Ne min qasidêd ter'a jî xeberda û got, k'îjan ku te şandibûne li cem min:
[13] Dixwazî Balaq mala xwe t'ijî zêr' û zîv bide min, ez nikarim ser gotina Xudanr'a derbaz bim, ku tiştekî qenc yan xirab bi xwestina xwe bikim. Çi ku Xudan bêje, ezê wê bêjim.
[14] Niha ez diçime li cem miletê xwe, were ezê ter'a bêjim, ku r'ojê bên ev milet wê çi bîne sêrê miletê te».
[15] Ewî mesela xwe pêşda anî û got: «Awa xebera Bilamê kur'ê Beûr, xebera mêrê ku zelal dibîne.
[16] Xebera yê ku gotinêd Xudan dibihê, yê ku haş ji zanebûna Yê Herî Jorin heye, yê ku dîtinokêd Yê Herî Zor dibîne, ç'e'vêd wî têne vekirinê û ew ta dibe.
[17] Ez wî dibînim, lê ne niha, li wî dinihêr'im, lê ne nêzîk. Steyrkê ji Aqûb derk'eve, şiva p'adşatîyê wê ji Îsraêl pêşda bê, wê cênîka Mowab hûrdexweşî ke, h'emû zar'êd Şêt' qir' ke.
[18] Edomê bibe war, Sêhîrê bibe warê dijminêd xwe, Îsraêl jî wê ser k'eve.
[19] Ji Aqûb h'akimê derk'eve û yêd ji bajêr mayî wê qir' ke».
[20] Bilam Amalêk dît, mesela xwe pêşda anî û got: «Miletê lapî pêş Amalêk bû, lê axirîya wî qir'bûn e».
[21] Qênî dît, mesela xwe pêşda anî û got: «Cî-warê te qedîm e, hêlîna te li ser qeyayê hatîye danînê.
[22] Qayînîyê bê qir'kirinê, gava Aşûr te hêsîr bibe».
[23] Bilam mesela xwe pêşda anî û got: «K'ê wê sax bimîne gava Xwedê vê yekê bike?
[24] Gemîyê ji K'ît bên, wê Aşûr û Eber bizêrînin, lê ew xwexa jî wê bê undakirinê».
[25] Bilam r'abû û veger'îya çû cîyê xwe, Balaq jî r'îya xweda çû.