Jimar 26
[1] Pey belêr'a Xudan gote Mûsa û Êlazarê kur'ê Harûnê k'ahîn:
[2] «T'emamîya civîna zar'êd Îsraêl her kesê ku eskerîyêr'a hazir e, ji bîstsalîyê jortir e, anegorî olk'êd wan yeko-yeko bijmirin».
[3] Mûsa t'evî Êlazarê k'ahîn li deştêd Mowabda, nêzîkî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê wanr'a xeber da û got:
[4] «Ji bîstsalîyê jortir bijmirin», çawa ku Xudan t'emî li Mûsa kir. Zar'êd Îsraêle ku ji e'rdê Misirê derk'etin, ev in:
[5] R'ûbên nixurîyê Îsraêl bû. Ev in zar'êd R'ûbên: Ji Henox malbeta henoxî. Ji Pallû malbeta pallûyî.
[6] Ji Hesrûn malbeta hesrûnî. Ji K'armî malbeta k'armî.
[7] Eva malbetêd r'ûbênîya ne û h'esabê wan jî 43730 nefs bûn.
[8] Kur'ê Pallû: Elyab bû.
[9] Ev in kur'êd Elyab: Nimûyêl, Dat'an û Abîram. Eva ew Dat'an û Abîramê bijartîyêd civînê bûn, yêd ku r'abûne miqabilî Mûsa û Harûn li nava civîna Qorax da, gava ku ew r'abûne miqabilî Xudan.
[10] Hingê e'rdê devê xwe vekir û ew t'evî Qorax h'ûfî xwe kirin. Ev civîna unda bû, gava êgir ew dusid pêncî merî h'ûfî xwe kirin û ew bûne nîşan.
[11] Lê zar'êd Qorax nemirin.
[12] Ev in zar'êd Şimh'ûn malbetêd xweva: Ji Nimûyêl malbeta nimûyêlî. Ji Yamîn malbeta yamînî. Ji Yaxîn malbeta yaxînî.
[13] Ji Zerah malbeta zerahî. Ji Şawûl malbeta şawûlî.
[14] Eva malbetêd şimh'ûnî ne: 22200 nefs.
[15] Ev in zar'êd Gad malbetêd xweva: Ji Sipon malbeta siponî. Ji Haggî malbeta haggî. Ji Şûnî malbeta şûnî.
[16] Ji Oznî malbeta oznî. Ji E'rî malbeta e'rî.
[17] Ji Arod malbeta arodî. Ji Arêlî malbeta arêlî.
[18] Eva malbetêd zar'êd Gad in û h'esabê wan jî 40500 nefs bûn.
[19] Zar'êd Cihûda: Er û Onan bûn. Lê Er û Onan li e'rdê Kenanêda mirin.
[20] Ev in zar'êd Cihûda malbetêd xweva: Ji Şêlah malbeta şêlanî. Ji Pêrês malbeta pêrêsî. Ji Zerah malbeta zerahî.
[21] Ev in zar'êd Pêrês: Ji Hesrûn malbeta hesrûnî. Ji Hamûl malbeta hamûlî.
[22] Eva malbetêd Cihûda ne û h'esabê wan jî 76500 nefs bûn.
[23] Ev in zar'êd Îsaxar malbetêd wanva. Ji T'ola malbeta t'olayî. Ji Pûa malbeta pûnî.
[24] Ji Yaşûv malbeta yaşûvî. Ji Şîmron malbeta şîmronî.
[25] Eva malbetêd Îsaxar in û h'esabê wan jî 64300 nefs bûn.
[26] Ev in zar'êd Zebûlon malbetêd xweva. Ji Serêd malbeta serdî. Ji Êlon malbeta êlonî. Ji Yalyêl malbeta yalyêlî.
[27] Eva malbetêd zebûlonî in û h'esabê wan jî 60500 nefs bûn.
[28] Ev in zar'êd Ûsiv malbetêd xweva. Minaşe û Efrayîm.
[29] Ev in zar'êd Minaşe: Ji Maxîr malbeta maxîrî. Ji Maxîr Gîle'd bû. Ji Gîle'd malbeta gîle'dî.
[30] Ev in zar'êd Gîle'd: Ji Îyezer malbeta îyezerî. Ji Xêleq malbeta xêleqî.
[31] Ji Asrîyêl malbeta asrîyêlî. Ji Şexem malbeta şexemî.
[32] Ji Şimîda malbeta şimîdayî. Ji H'êfer malbeta h'êferî.
[33] Lê kur'êd Silofh'adê H'êfer t'une bûn, t'enê qîzêd wî hebûn. Ev in navêd qîzêd Silofh'ad: Mah'la, Noha, H'ogla, Mîlk'a û T'îrsa.
[34] Eva malbetêd Minaşe ne û h'esabêd wan jî 52700 nefs bûn.
[35] Ev in zar'êd Efrayîm malbetêd xweva: Ji Şût'elah' malbeta şût'elah'î. Ji Bek'ir malbeta bek'rî. Ji T'ah'an malbeta t'ah'anî.
[36] Ev in zar'êd Şût'elah'. Ji E'ran malbeta e'ranî.
[37] Eva malbetêd zar'êd Efrayîm in û h'esabê wan jî 32500 nefs bûn. Eva zar'êd Ûsiv in malbetêd wanva.
[38] Ev in zar'êd Binyamîn malbetêd wanva: Ji Bela malbeta belî. Ji Aşbêl malbeta aşbêlî. Ji Ah'îram malbeta ah'îramî.
[39] Ji Şifûfam malbeta şifûfamî. Ji H'ûfam malbeta h'ûfamî.
[40] Ev in zar'êd Bela: Ard û Ne'man. Ji Ard malbeta ardî. Ji Ne'man malbeta ne'manî.
[41] Eva zar'êd Binyamîn in malbetêd xweva. H'esabê wan jî 45500 nefs bûn.
[42] Ev in zar'êd Dan malbetêd xweva: Ji Şûh'am malbeta şûh'amî. Eva malbeta Dan e anegorî malbetêd xwe.
[43] H'esabê t'emamîya malbeta şûh'amî 64400 nefs bûn.
[44] Ev in zar'êd Aşêr malbetêd xweva: Ji Îmna malbeta îmnayî. Ji Îşwî malbeta îşwîyî. Ji Birîha malbeta birîhayî.
[45] Ev in zar'êd Birîha: Ji H'eber malbeta h'eberî. Ji Malk'îyêl malbeta malk'îyêlî.
[46] Navê qîza Aşêr jî Serax bû.
[47] Eva malbetêd zar'êd Aşêr in. H'esabê wan jî 53400 nefs bûn.
[48] Ev in zar'êd Neftelî malbetêd xweva: Ji Yasyêl malbeta yasyêlî. Ji Gûnî malbeta gûnî.
[49] Ji Yêser malbeta yêsrî. Ji Şîllêm malbeta şîllêmî.
[50] Eva malbetêd Neftelî ne anegorî malbetêd xwe. H'esabê wan jî 45400 nefs bûn.
[51] H'esabê zar'êd Îsraêl 601730 nefs bûn.
[52] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[53] «Bira e'rd anegorî h'esabê navê wan çawa war bê p'arevekirinê.
[54] K'oma mezinr'a war ze'fî bidê, k'oma biç'ûkr'a war hindikî bidê. Her kesîr'a anegorî h'esabê wan bira war bê dayînê.
[55] T'enê bi p'eşk avîtinê bira e'rd bê p'arevekirinê. Anegorî navêd qebîlêd kal-bavêd wan ew bira war bistînin.
[56] Bi p'eşk avîtinê bira war bê p'arevekirinê çawa yê mezinr'a usa jî yê biç'ûkr'a».
[57] Ev in lêwîyêd anegorî malbetêd xwe jimartî: Ji Gêrşon malbeta gêrşonî. Ji Qohat' malbeta qohat'î. Ji Mêrarî malbeta mêrarî.
[58] Eva malbetêd lêwî ne: Malbeta lîbnî, malbeta hêbronî, malbeta mah'lî, malbeta mûşî, malbeta qoraxî. Qohat'r'a E'mram bû.
[59] Lê navê jina E'mram Yok'ebed bû, qîza Lêwî ya ku Lêwîr'a li Misirê bibû. Ewê E'mramr'a Harûn, Mûsa û Meryema xûşka wan anîn.
[60] Harûnr'a Nadab, Abîhû, Êlazar û Ît'amar bûn.
[61] Lê Nadab û Abîhû mirin, gava wan şaş agir li ber Xudan dan.
[62] H'esabê lêwî, h'emû qisimê nêrînî ji yekmehê jortir 23000 nefs bûn. Ew t'evî zar'êd Îsraêl ne hatine jimarê, çimkî nava zar'êd Îsraêl wanr'a war ne hate dayînê.
[63] Ev in zar'êd Îsraêle ku Mûsa t'evî Êlazarê k'ahîn li deştêd Mowabêda, nêzîkî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê jimartin.
[64] Lê li nava vanda qet merivek ji zar'êd Îsraêl t'une bû, ku Mûsa û Harûnê k'ahîn ber'îya Sînayêda ew jimartibûna.
[65] Çimkî Xudan bona wan got: «Ewê e'se li ber'îyêda bimirin». Û tu kes ji wan ne ma, pêştirî K'alêbê kur'ê Yifûneh û Yêşûyê kur'ê Nûn.