[1] Ev in ew xeberêd ku Mûsa alîyê r'ohilata Ûrdunê, ber'îya E'rabayêda, pêşberî Sûfê, nava Paranê û T'ofelê, Labanê, H'asêrotê, Dî-Zahabêda gotibû t'emamîya Îsraêl.
[2] Ji H'orêbê h'eta Qadêş-Barnêayê li ç'îyayê Sêhîrêr'a r'îya yanzdeh r'ojî bû.
[3] Yekê meha yanzdehaye sala çilî, Mûsa her tiştê ku Xudan li wî e'mir kiribû bona zar'êd Îsraêl gote wan.
[4] Pey wê yekêr'a ku Sîxon p'adşê emorîya ku H'eşbonê dima, usa jî Ogê p'adşê Başanê ku E'şterot'ê û Êdreyê dima hatine lêdanê.
[5] Alîyê r'ohilata Ûrdunê, e'rdê Mowabêda, Mûsa dest bi şirovekirina vê qanûnê kir got:
[6] «Xudan Xwedêyê me, li H'orêbê mer'a xeber da got: Bes e hûn li vî ç'îyayî bimînin,
[7] r'abin r'êkevin her'ine li ç'îyayêd emorîya û h'emû dor-berêd wane deşta E'rabayêda, li ç'îya-banîya, Necefê, devê be'ra, e'rdê kenanîyê û Lubnanê, h'eta Firatê ç'emê mezin.
[8] Binihêr'e! Ez vî e'rdî didime ber we, her'in wî e'rdî bikine milk'ê xwe. Çimkî Xudan kal-bavêd we, Birahîm, Îshaq û Aqûbr'a sond xwar ku wî e'rdî bide wan û pey wanr'a jî zur'eta wan.
[9] Wê hingê min, Mûsa, gote we: Ez t'enê qewat nakim bik'evime bin barê we.
[10] Xudan Xwedêyê we hûn li hev zêde kirine, îro hûn bê h'esab in mîna steyrkêd e'zmên.
[11] Bira Xudan Xwedêyê kal-bavêd we, we h'ezar carî ji vî h'esabê we zêdetir bike û we bimbarek bike çawa ku wî gotibû we!
[12] Lê ez t'enê çawa dikarim barêd we, nîrêd we û şer'-de'wêd we hilgirim?
[13] Hûn xwer'a ji qebîlêd xwe merivne serwaxt, aqil û cêr'ibandî bibijêrin û ezê wan bikime serwêrêd we.
[14] We caba min da û got: Te tiştekî qenc got ku em bikin.
[15] Min serwêrêd qebîlêd we, merivne serwaxt û cêr'ibandî hildan, ew li ser we çawa serh'ezar, sersed, serpêncî, serdehe û berpirsîyar nava qebîlêd weda k'ifş kirin.
[16] Wê hingê min li h'akimêd we e'mir kir û gote wan: Guh bidine birayêd xwe û r'ast h'akimtîyê bikin çawa nava îsraêlîya, usa jî nava îsraêlîkî û xerîbekî.
[17] Dîwanêda firqîyê nekin, çawa guh didine yê mezin usa jî guh bidine yê biç'ûk. Ji meriva netirsin çimkî dîwan şixulê Xwedê ye, lê her tiştê ku wer'a ze'met be bînine cem min ezê guh bidimê.
[18] Wê hingê min bona her tiştî li we e'mir kir ku hûn gere çi bikin.
[19] Çawa ku Xudan Xwedêyê me li me e'mir kir usa em ji H'orêbê r'êk'etin, nava wê qûmistana mezin û xofr'a derbaz bûn, k'îjan ku we dît li ser r'îya berbi ç'îyayêd emorîya. Usa em hatine Qadêş-Barnêayê.
[20] Min gote we: Hûn gihîştine ç'îyayêd emorîya, k'îjan ku Xudan Xwedêyê me dide me.
[21] Binihêr'e Xudan Xwedêyê te ev e'rd danî ber te, hevraz her'e wê xwer'a bike milk', çawa ku Xudan Xwedêyê kal-bavêd te gotibû te, netirse ne jî vek'işe.
[22] Lê hûn t'emam hatine cem min û we got: Were em berî xwe merîya bişînin, wekî ew mer'a ce'sûsîya wî e'rdî bikin û xeberekê bona r'ê bînin k'îjanêda emê hevraz her'in, usa jî bona bajarêd ku emê her'inê.
[23] Ew xeber li min xweş hat, min jî ji we donzdeh merî bijartin ji her qebîlê merivek.
[24] Ew çûn hilk'işîyane ser ç'îya û gihîştine newala Eşk'olê û ew r'aç'e'v kirin.
[25] Berêd wî e'rdî girtine destêd xwe û t'evî xwe berjêr anîne cem me, xeber mer'a anîn û gotin: Ew e'rdê ku Xudan Xwedêyê me dide me xweş e.
[26] Lê we nexwest ku hevraz her'in, hûn miqabilî t'emîyêd Xudan Xwedêyê xwe sekinîn.
[27] We konêd xweda bîna xwe teng kir û got: Xwedê jenande me, em ji e'rdê Misirê derxistin, wekî me bi destê emorîya qir' ke.
[28] Emê k'uda hevraz her'in? Birayêd me tirs kirine dilê me, gotin: «Ew milet ji me mestir û bilindtir e, bajare mezin in û h'eta e'zmên ew sûrkirî ne, me zar'êd enaqî jî li wir dîtin».
[29] Min gote we: Nebizdin û netirsin ji wan:
[30] Xudan Xwedêyê we ku pêşîya weva diçe, ewê xwexa alîyê we şer' bike, çawa ku wî bona we Misirêda ber ç'e'vêd we kir.
[31] Ber'îyêda jî te dît, ku çawa meriv zar'êd xwe hildigire, usa jî Xudan Xwedêyê te, t'emamîya vê r'êda tu hilgirtî, k'îjanîda ku hûn diçûn, h'eta hûn gihîştine li vî cîyî.
[32] Pey vê yekêr'a jî we dîsa bawerîya xwe Xudan Xwedêyê xwe ne anî,
[33] yê ku r'êda pêşîya weva diçû ku cîyê zomelêxistina we k'ifş ke. Şev agirda, r'oj jî e'wrda r'ê nîşanî we dikir, k'îjanêda ku hûn diçûn.
[34] Xudan dengê xeberdana we bihîst, hêrs k'et, sond xwar û got:
[35] T'u kes ji van meriva, ji vî nisilê xirab, wî e'rdê qenc wê nebîne, bona k'îjanî min sond xwar ku bidime kal-bavêd we.
[36] T'enê K'alêbê kur'ê Yifûneh wê wî e'rdî bibîne, ezê wî e'rdê ku ew nav ger'îya bidime wî û zar'êd wî, çimkî ew t'am gur'a Xudanda ma.
[37] Xudan bona we ser min jî hêrsa xwe r'akir û got: Tu jî nak'evî wir.
[38] Berdestîyê te Yêşûyê kur'ê Nûn wê bik'eve wir, wî bişidîne, çimkî ewê Îsraêl bibe ku wî e'rdî xwer'a bikine milk'.
[39] Xişîmêd weye bona k'îjana we digot ku ewê t'alan her'in û zar'êd weye ku hê qencî-xirabîyê ji hev dernaxin ewê bik'evine wir. Ezê wî e'rdî bidime wan ewê xwer'a bikine milk'.
[40] Hûn veger'in, bi r'îya Be'ra Sor her'ine ber'îyê.
[41] Lê we caba min da got: Me ber Xudan gune kir, emê hevraz her'in bikine şer', çawa ku Xudan Xwedêyê me li me e'mir kir. Hingê her kes ji we ç'ek girêda, we t'irê ku hêsaye hilk'işine serê ç'îya.
[42] Lê Xudan gote min: Bêje wan: «Hilnek'işin û nekine şer' ku hûn ji dijminêd xwe neyêne qir'ê, çimkî ez t'evî we nînim».
[43] Min gote we, lê we guh neda min û miqabilî t'emîya Xudan sekinîn. We serh'işkî kir hilk'işîyane serê ç'îya.
[44] Binalîyêd wan ç'îya emorî miqabilî we r'abûn, ser Sêhîrê mîna moza dane pey we h'eta H'ormayê we xistin.
[45] Hûn veger'îyan û ber Xudan girîyan, lê Xudan guh neda we dengê we ne bihîst.
[46] Wê hingê we'dekî gelekî dirêj hûn li Kadêşê man.