Jimar 19
[1] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:
[2] «Ev e qeyde-qanûna wê hînkirina ku Xudan e'mir kir, got: bêje zar'êd Îsraêl bira nogineke sore bê qusûre bê lek'e ku ne k'etîye binê nîr bînine li cem te.
[3] Wê bidine Êlazarê k'ahîn, bira nogin ji zomê bê derxistinê û li ber ç'e'vêd wî bê serjêkirinê.
[4] Paşê bira Êlazarê k'ahîn bi t'ilîya xwe ji xûna wê hilde û h'eft cara xûna wê bir'eşîne li alîyê derê Konê Civînê.
[5] Nogin li ber ç'e'vêd wî gere bê şewitandinê. Ç'ermê wê, goştê wê, xûna wê û e'deba wê bira bê şewitandinê.
[6] Û bira k'ahîn hilde dara erzê, zoxa hûsopê û r'îsê sorê gevez û bavêje li nava agirê noginê.
[7] Paşê k'ahîn bira k'incêd xwe bişo û avê xwe ke, hingê ew dikare bik'eve zomê. Lê k'ahîn h'eta êvarê ne paqij e.
[8] Yê nogin şewitandî jî bira k'incêd xwe bi avê bişo û avê xwe ke. Lê ew h'eta êvarê ne paqij e.
[9] Û merivekî paqij bira k'ozîya noginê t'op ke û ji zomê der li cîkî paqij dayne. Civîna zar'êd Îsraêl gere wê xweyî ke bona ava paqijbûnê. Eva h'edîya paqijbûna ji guna ye.
[10] Usa jî yê k'ozîya noginê t'opkirî bira k'incêd xwe bişo, lê ew h'eta êvarê ne paqij e. Bira eva bona zar'êd Îsraêl û xerîbê li nava weda bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê.
[11] K'ê dest bide cinyazê mêriv ewê h'eft r'oja ne paqij be.
[12] Ew gere bi ava paqijbûnê li r'oja sisîya û r'oja h'efta xwe paqij ke û wê paqij be. Lê heger ew li r'oja sisîya û r'oja h'efta xwe paqij neke ew paqij nabe.
[13] Her kesê ku yê mirî k'eve awa gotî cinyazê mêriv k'eve û xwe paqij neke ew Pîrozgeha Xudan dih'er'imîne. Ew kesa gere ji nava Îsraêlda bê undakirinê çimkî ava paqijbûnê ne hate r'eşandinê li ser wî, ew dimîne ne paqij, nepaqijîya wî hê li ser wî ye.
[14] Ev e qanûn: Gava merivek li konda bimire her kesê ku bik'eve kon û her kesê ku îdî konda ye h'eft r'oja wê ne paqij be,
[15] her derdana vekirî ku qalp'ax r'ind ne ser e, ew ne paqij e.
[16] Her kesê ku li deştê li merivekî bi şûr kuştî k'eve yan li yekî bi e'mirê xwe mirî yan li hestûyêd mêriv yan li mezel k'eve h'eft r'oja wê ne paqij be.
[17] Û bona yêd ne paqij bira ji k'ozîya nogina bona paqijbûnêye şewitandî hildin, bikine derdanê û ava zelal serda kin.
[18] Merivê paqij bira zoxa hûsopê hilde, wê avêda ke û bir'eşîne ser kon, h'emû hûr-mûr, h'emû merivêd ku li wir bûne û yê ku li hestû, yê kuştî, yê mirî û mezel k'etîye.
[19] Merivê paqij bira r'oja sisîya û r'oja h'efta bir'eşîne ser yê ne paqij û li r'oja h'efta wî paqij ke. Ewê k'incêd xwe bişo, avê xwe ke û êvarê wê paqij be.
[20] Lê heger yek ne paqij be û xwe paqij neke ew kesa bira ji nava civînê bê undakirinê. Çimkî ew Pîrozgeha Xudan dih'er'imîne, ava paqijbûnê ne hate r'eşandinê li ser wî ew ne paqij e.
[21] Bira eva bona wan bibe qeyde-qanûna h'eta-h'etayê. Usa jî yê ava paqijbûnê r'eşandî bira k'incêd xwe bişo û yê ku ava paqijbûnê k'eve wê h'eta êvarê ne paqij be.
[22] Yê ne paqij çi jî k'eve wê ne paqij be, kesê ku wî tiştî k'eve h'eta êvarê wê ne paqij be».