Jimar 20
[1] Meha yekê t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl hate ber'îya Sînê û li Qadêşê milet cî-war bû. Wir Meryem mir û li wir jî hate definkirinê.
[2] Av t'une bû bona civînê û ew miqabilî Mûsa û Harûn civîyan.
[3] Milet bîna xwe li Mûsa teng dikir û digot: «Xwezî em jî hingê bimirana gava birayêd me li ber Xudan mirin!
[4] Çima we civîna Xudan anî li vê ber'îyê? Wekî em û h'eywanê me qir' bin?
[5] Çima we em ji Misirê derxistin, wekî me bînine li vî cîyê hanî xirab? Ne cîyê çandinê ye, ne cîyê darêd hêjîra, ne baxêd tirîya, ne h'inara, h'eta av jî vir t'une em vexwin!»
[6] Mûsa û Harûn dûrî cime'tê k'etin, çûne li ber derê Konê Civînê, dever'û k'etin û r'ûmeta Xudan wanva xuya bû.
[7] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[8] «Şivdarê hilde, tu Harûnê birê xweva civînê bicivînin, li ber ç'e'vêd wan qeyêr'a xeberdin ku ew ji xwe avê bide. Û tê bona wan avê ji qeyayê derxî ku civîn û h'eywanêd wan bidî vexwarinê».
[9] Mûsa şivdara ku li ber Xudan bû hilda, çawa ku Xudan e'mirî li wî kir.
[10] Hingê Mûsa û Harûn civîn civandine li ber qeyayê û Mûsa gote wan: «Bibihên gelî r'aberîk'ara, dibe ku em ji vî qeyayî wer'a avê derxin?»
[11] Mûsa destê xwe bilind kir û bi şivdara xwe du cara qeyê xist û bêh'esab av derk'et, civînê û h'eywanê wan vexwarin.
[12] Xudan gote Mûsa û Harûn: «Çimkî we bawarîya xwe li min ne anî û pîrozîya min zar'êd Îsraêlva e'yan ne kir, lema hûn vê civînê nabine li e'rdê ku min da wan».
[13] Eva avêd Mêrîbahê bûn k'îderê zar'êd Îsraêl Xudanr'a k'etine de'wê û Xudan pîrozîya xwe wanva e'yan kir.
[14] Ji Qadêşê Mûsa qasid şandine li cem p'adşê Edomê û got: «Aha dibêje birê te Îsraêl: Tu haş ji h'emû çetinayêd ku r'astî me hatin heyî,
[15] ku kal-bavêd me berjêrî Misirê bûn û em li Misirê we'dekî dirêj man. misirîya xirabî li me û kal-bavêd me dikirin.
[16] Me hewara xwe li Xudan daxist, Xudan dengê me bihîst, qasid şand û em ji Misirê derxistin. Va ye em li Qadêşê ne, bajarê li ser sînorê te.
[17] Ji k'erema xwe bihêle em e'rdê teva derbaz bin, em li deştê ter'a û baxê ter'a derbaz nabin, ne jî emê avê ji bîrêd te vexwin. Emê r'îya p'adşêva her'in, ne veger'ine r'ast ne jî ç'ep, h'eta sînorê te derbaz nebin».
[18] Lê Edom gote wî: «Tu e'rdê minva derbaz nabî yan na ezê bi şûr derk'evime miqabilî te».
[19] Zar'êd Îsraêl gotine wî: «Emê r'îya serekeva derbaz bin, heger em yan h'eywanê me ava te vexwin emê heqê te bidine te, t'enê îzinê bide em p'îya derbaz bin, haqas tişt».
[20] Lê ewî got: «Tu derbaz nabî». Edom bi ordîya giran û bi destê zor derk'ete miqabilî Îsraêl.
[21] Usa Edom îzin ne da ku Îsraêl sînorê wîva derbaz be. Îsraêl dûrî wî k'et.
[22] T'emamîya civîna zar'êd Îsraêl ji Qadêşê r'ê k'et hate li ç'îyayê Hor.
[23] Li ç'îyayê Hor li ser sînorê t'opraxê Edom Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:
[24] «Bira Harûn her'e bigihîje cime'ta xwe. Ew naçe li e'rdê ku min da zar'êd Îsraêl, çimkî we li ber avêd Mêrîbahê gotinêd min înk'ar kirin.
[25] Harûn û Êlazarê kur'ê wî hilde û wan hilk'işîne li ç'îyayê Horê.
[26] K'incêd Harûn jê bêxe û wan Êlazarê kur'ê wî ke. Bira Harûn li wir bimire û her'e bigihîje cime'ta xwe».
[27] Mûsa anegorî e'mirê Xudan kir û ew li ber ç'e'vêd t'emamîya civînê hilk'işîyane li ç'îyayê Horê.
[28] Mûsa k'incêd Harûn jê êxistin û li Êlazarê kur'ê wî kirin. Li wir serê ç'îyê Harûn mir. Mûsa û Êlazar jî ji ç'îyê hatine xarê.
[29] T'emamîya civînê fe'm kir wekî Harûn mirîye û sî r'ojî t'emamîya mala Îsraêl şîna wî kir.