Jimar 32
[1] H'eywanêd zar'êd R'ûbên û zar'êd Gad gelek bûn. Wana e'rdê Yazêr û e'rdê Gîle'dê dît va ye ew e'rdekî r'ind bû bona h'eywên.
[2] Hingê zar'êd R'ûbên û zar'êd Gad hatin li cem Mûsa, Êlazarê k'ahîn û serwêrêd civînê û gotin:
[3] «E'rdê E't'erotê, Dîbonê, Yazêrê, Nîmrayê, H'eşbonê, Elalêyê, Sivamê, Neboyê û Bihonê
[4] ku Xudan bona civîna Îsraêl zeft kir, ew e'rdekî r'ind e bona h'eywên û h'eywanêd e'vdêd te hene».
[5] Wana dîsa got: «Heger me li ber ç'e'vêd te k'erem dît, bira ev e'rdê hanê e'vdêd ter'a çawa milk' bê dayînê. Me li Ûrdunêr'a derbaz neke».
[6] Mûsa gote zar'êd R'ûbên û zar'êd Gad: «Birayêd we her'ine şêr', hûnê jî li vir bimînin?
[7] Çima hûn dilê zar'êd Îsraêl sist dikin ku derbaz nebine li e'rdê ku Xudan da wan?
[8] Bavêd we usa kirin, gava min ew ji Qadêş-Barnêayê şandine ce'sûsîya vî e'rdî bikin.
[9] Ew gihîştine newala Eşk'olê, ew e'rd dîtin û dilêd zar'êd Îsraêl sist kirin ku derbaz nebine li e'rdê ku Xudan dide wan.
[10] Û wê r'ojê hêrsa Xudan r'abû, wî sond xwar û got:
[11] T'u kesê ji wan, yêd ku ji Misirê derk'etine, ji bîstsalîyê jortir, wî e'rdê ku min sond xwar ku bidime Birahîm, Îshaq û Aqûb nabînin. Çimkî wana t'am gur'a min nekir.
[12] Xêncî K'alêbê kur'ê Yifûnehêyê qinîzî û Yêşûyê kur'ê Nûn, çimkî wana t'am gur'a Xudan kir.
[13] Hingê hêrsa Xudan li Îsraêl r'abû û Xudan ew çil salî ber'îyêda ger'andin, h'eta qir'a t'emamîya wî nisilê ku xirabî li ber ç'e'vê Xudan kir ne hat.
[14] Va ye, hûn, nisilê gunek'ar, dewsa bavêd xwe r'abûne ku hêrsa Xudan hê ze'f li ser Îsraêl r'akin!
[15] Heger hûn ji r'îya Xudan dager'in, hingê ewê Îsraêl dîsa li ber'îyêda bihêle û hûnê t'emamîya vî miletî unda kin».
[16] Ew nêzîkî Mûsa bûn û gotinê: «Emê li vir axila bona h'eywanêd xwe û bajara bona zar'êd xwe çêkin,
[17] emê xwexa jî ç'ekêd xwe girêdin, hazir bin ku pêşîya zar'êd Îsraêlva her'in, h'eta em wan nebine li cîyêd wan. Zar'êd me jî bira li bajarêd sûrkirîda bimînin, bona bêxofîyê ji binelîyêd vî e'rdî.
[18] Em venager'ine malêd xwe, h'eta zar'êd Îsraêl her kes li milk'ê xwe war nebe.
[19] Em t'evî wan li wî alî Ûrdunê û wêda cî war nabin, çimkî warê me li vî alî Ûrdunê, alîyê r'ohilatê ye».
[20] Mûsa gote wan: «Heger hûn vê yekê bikin, bi ç'ek pêşîya Xudanva her'ine şêr',
[21] her kes ji we ç'ek girêdayî li ber Xudan Ûrdunêr'a derbaz be, h'eta Xudan ji ber xwe dijminêd xwe r'aneqetîne
[22] û e'rd bi xwestina Xudan bê zeftkirinê, paşî hingê paşda veger'in. Hûnê hingê li ber Xudan û Îsraêl bê sûc bin û ev e'rdê li ber Xudan bibe warê we.
[23] Lê heger hûn usa nekin hûn li ber Xudan gune dikin. Bizanibin hûnê bona vî gunê xwe bêne cezakirinê.
[24] Bajara bona zar'êd xwe û axila bona pezêd xwe çêkin, lê çi jî ku ji devê we derk'etîye bikin».
[25] Zar'êd Gad û zar'êd R'ûbên Mûsar'a xeberdan û gotin: «E'vdêd te wê usa bikin çawa ku xweyê me e'mir dike.
[26] Jin-zar'êd me, pez-dewarêd me û h'emû h'eywanêd me wê li wir bimînin, awa gotî li bajarêd Gîle'dda,
[27] lê e'vdêd te, h'emûyêd şêr'r'a hazir, wê li ber Xudan bona şêr' derbaz bin, çawa ku xweyê me dibêje».
[28] Mûsa bona wan e'mirî Êlazarê k'ahîn, Yêşûyê kur'ê Nûn û serwêrêd malbetêd qebîlêd zar'êd Îsraêl kir
[29] û Mûsa gote wan: «Heger zar'êd Gad û zar'êd R'ûbên t'evî we Ûrdunêr'a derbaz bin, h'emû li ber Xudan şêr'r'a hazir bin û ew e'rd destêd weda be, hingê e'rdê Gîle'd çawa milk' bidine wan.
[30] Lê heger ew t'evî we ç'ekêd xwe girêdayî derbaz nebin, hingê ewê milk' t'evî we li e'rdê Kenanêda bistînin».
[31] Zar'êd Gad û zar'êd R'ûbên veger'andin û gotin: «Çawa ku Xudan gote e'vdêd te emê usa jî bikin.
[32] Emê li ber Xudan ç'ek girêdayî derbaz bine li e'rdê Kenanê, t'enê bira warê milk'ê me vî alîyê Ûrdunê be».
[33] Mûsa p'adşatîya Sîxonê p'adşê emorîya, p'adşatîya Ogê p'adşê Başanê, e'rd, bajarêd wê sînorê wanva awa gotî h'emû e'rd bajarava dane zar'êd Gad, zar'êd R'ûbên û nîvê qebîla Minaşeyê kur'ê Ûsiv.
[34] Zar'êd Gad Dîbon, E't'erot, E'rohêr,
[35] E't'rot-Şofan, Yazêr, Yogboha,
[36] Bêt'-Nîmra, Bêt'-Haran, bajarêd sûrkirî çêkirin, usa jî axilêd pêz.
[37] Zar'êd R'ûbên H'eşbon, Elalê, Qîryatayîm
[38] usa jî Nebo û Bae'l-Mihon, navêd k'îjana hatibûne guhastinê û Sîvma çêkirin. Navêd nû danîne li ser bajarêd ku çêkiribûn.
[39] Zar'êd Maxîrê kur'ê Minaşe jî çûne Gîle'dê, ew zeft kirin û berî emorîyê ku li wir diman, dan.
[40] Hingê Mûsa Gîle'd da Maxîrê kur'ê Minaşe û ew li wir cî-war bû.
[41] Yaîrê kur'ê Minaşe jî çû gundêd wê zeft kirin û navêd wan danî H'avot Yaîr .
[42] Novah' çû Qinat gundêd wêva zeft kir û navê xwe, Novah', danî ser.