Jimar 4
[1] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:
[2] «Zar'êd Qohat' anegorî malbetêd wan û olk'êd wan ji nava zar'êd Lêwî bijmire,
[3] awa gotî her kesê ji sîsalîyê h'eta pêncîsalîyê k'îjan qulixkirinêr'a hazir e, ku xebata Konê Civînê bike.
[4] Şixulê zar'êd Qohat' li Konê Civînê xweyîtîya tiştêd here pîroz e.
[5] Wextê r'êk'etina zomê Harûn û kur'êd wî bira bên p'er'da navbir'îyê vekin û bi wê Sindoqa Peymanê binixêmin.
[6] Bi serk'êşa ji ç'ermê ga-me'sîya ew binixêmin, tejê şîn bavêjine ser û destûya têr'a derbaz kin.
[7] Tejê şîn bavêjine ser t'extê nanê Xwedêr'a dayî û sinîya, t'asa, k'asa, cêr'êd bona dîyarîya serdakirinê daynine ser. Û nanê ku her t'im ser e li ber Xudan, gere li ser jî bimîne.
[8] Tejê sorî gevez bavêjine li ser wan, bi serk'êşa ji ç'ermê ga-me'sîya wê binixêmin û destûya têr'a derbaz kin.
[9] Bira ew tejê şîn hildin şemdan, ç'irêd wê, destikêd wê, sinîyêd wê û h'emû derdanêd bona bizirê wê ku bona şemdan didine xebatê, binixêmin.
[10] Wê û h'emû hacetêd wê bi serk'êşa ji ç'ermê ga-me'sîya bip'êç'in û daynine li ser çîtê.
[11] Tejê şîn bavêjine li ser gorîgeha zêr'în û bi serk'êşa ji ç'ermê ga-me'sî binixêmin û destûya têr'a derbaz kin.
[12] H'emû hacetêd bona xebata cîyê pîroz hildin, daynine li nava tejê şîn, bi serk'êşa ji ç'ermê ga-me'sîya binixêmin û daynine li ser çîtê.
[13] K'ozîya gorîgehê t'emiz kin û tejê sorî gevez bavêjine li ser.
[14] Û h'emû hacetêd wêye xebatê daynine li ser wê: Sinîya, goştgira, mer'ika û t'eşta awa gotî h'emû hacetêd gorîgehê. Serk'êşa ji ç'ermê ga-me'sîya bavêjine li ser û destûya têr'a derbaz kin.
[15] Gava Harûn û kur'êd wî nixamtina cîyê pîroz û her tiştêd cîyê pîroz xilaz kin, wextê r'êk'etina zomê zar'êd Qohat' wê bên ku hildin, lê bira ew dest nedine pîrozîyê wekî nemirin. Ev e barê zar'êd Qohat' li Konê Civînê.
[16] Êlazarê kur'ê Harûnê k'ahîn cabdarê: Bizirê bona r'onayê, bixûra bînxweş, dîyarîya nanîye her gav, r'ûnê r'ûnkirinê ye. Cabdarê t'emamîya pîrozgehê û her tiştêd navda, usa jî Cîyê Pîroz û hacetêd wê ye».
[17] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeber da û got:
[18] «Haş ji xwe hebe qebîla malbetêd qohat'îya ji nava lêwîya neyê undakirinê.
[19] Awa hûn çi gere bona wan bikin ku ew sax bimînin û nemirin gava ew nêzîkî Cîyê Herî Pîroz bin: Harûn û kur'êd wî bira bên û her kesî li ber xebata wî û borcê wî bidine sekinandinê.
[20] Kahatî t'u car berî nixamtina tiştêd pîroz bira nek'evinê ku bibînin, wekî nemirin».
[21] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[22] «Zar'êd Gêrşon jî anegorî olk'êd wan û malbetêd wan bijmire,
[23] awa gotî her kesê ji sîsalîyê h'eta pêncîsalîyê ku qulixkirinêr'a hazir e şixulê Konê Civînê bike, bijmêre.
[24] Ev e xebata malbetêd gêrşonîya, çi gere bikin û çi hildin:
[25] Ew gere tejê pîrozgehê, Konê Civînê û sergira wê, serk'êşa ji ç'ermê ga-me'sîya ku li ser e û p'er'da li ber derê Konê Civînê,
[26] p'er'dêd h'ewşê, p'er'da ber derê h'ewşê ku dora pîrozgeh û gorîgehê ye, hebinêd wan û h'emû hacetêd bona xebata wan hildin. Û her şixulê ku bona van tişta lazim e bira ew bikin.
[27] H'emû xebata zar'êd gêrşonîya, awa gotî her çi ku ew hildin û her çi ku ew bikin, ew gerekê bi gotina Harûn û kur'êd wî bê kirinê. Her tiştêd hildanê bikine bin se'vîtîya wan.
[28] Ev e xebata malbetêd zar'êd gêrşonîya Konê Civînêda. Ew gere vê yekê bi serwêrîya Ît'amarê kur'ê Harûnê k'ahîn bikin.
[29] Zar'êd Mêrarî anegorî malbetêd wan û olk'êd wan bijmêre,
[30] awa gotî her kesê ji sîsalîyê h'eta pêncîsalîyê ku qulixkirinêr'a hazir e, şixulê Konê Civînê bike, bijmêre.
[31] Ev e barê wan ku ew gere hildin anegorî t'emamîya şixulê wanî Konê Civînêda, awa gotî çîtêd pîrozgehê, destûyêd wê, stûnêd wê, bingehêd wê,
[32] stûnêd dora h'ewşê, bingehêd wan, singêd wan û hebinêd wan û h'emû hacetêd wan bona t'emamîya xebata van tişta. Hûn navê hacetê ku ew gere hildin bikine r'eqem bijmirin.
[33] Ev e h'emû şixulêd malbetêd zar'êd Mêrarî Konê Civînêda, bi serwêrîya Ît'amarê kur'ê Harûnê k'ahîn».
[34] Mûsa, Harûn û serwêrêd civînê zar'êd qohat'îya anegorî malbetêd wan û olk'êd wan jimartin,
[35] her kesê ji sîsalîyê h'eta pêncîsalîyê ku qulixkirinêr'a hazir e şixulê Konê Civînê bike,
[36] h'esabê wan anegorî malbetêd wan 2750 nefs bûn.
[37] Ev e h'esabê malbetêd Kahatîya h'emûyêd ku Konê Civînêda dixebitîn, k'îjan ku Mûsa û Harûn jimirîn, çawa ku Xudan pê Mûsa t'emî kiribû.
[38] H'esabê zar'êd Gêrşon anegorî malbetêd wan û olk'êd wan,
[39] her kesê ji sîsalîyê h'eta pêncîsalîyê ku qulixkirinêr'a hazir bû şixulê Konê Civînê bikira,
[40] h'esabê wan anegorî malbetêd wan, olk'êd wan 2630 nefs bûn.
[41] Ev e h'esabê malbetêd zar'êd Gêrşon h'emûyêd ku Konê Civînêda dixebitîn, k'îjan ku Mûsa û Harûn anegorî t'emîya Xudan ew jimartin.
[42] H'esabê malbetêd zar'êd Mêrarî anegorî malbetêd wan û olk'êd wan,
[43] her kesê ji sîsalîyê h'eta pêncîsalîyê ku qulixkirinêr'a hazir bû şixulê Konê Civînê bikira,
[44] h'esabê wan anegorî malbetêd wan 3200 nefs bûn.
[45] Ev e h'esabê malbetêd Mêrarî k'îjan ku Mûsa û Harûn anegorî t'emîya Xudan ew jimartin.
[46] T'emamîya lêwîya anegorî malbetêd wan û olk'êd wan ku Mûsa, Harûn û serwêrêd Îsraêl ew jimartin,
[47] her kesê ji sîsalîyê h'eta pêncîsalîyê ku hazir bû şixul û hildana Konê Civînê bikira,
[48] h'esabê wan 8580 nefs bûn.
[49] Evana weke gotina Xudan, her kes bi destê Mûsa anegorî qulixê xwe û barhildanê aha hatine jimarê, çawa ku Xudan t'emî li Mûsa kiribû.